1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Desteka Jinên Anarşîst
Desteka Jinên Anarşîst,desteka,jinên,anarşîst

Desteka Jinên Anarşîst

A+ A-

Jinên Anarşîst, bi boneya piştevanî û parvekirinê li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê pirtûkxaneya 26A Sahaf' a ji bo xwendinê vekirin. Pirtûkxaneya "26A Sahaf" ku her kes dikare bi hêsanî lê pirtûkan bixwîne û bêhna xwe bide, di heman demê de her kes kare bi dildarî piştgiriyê jî bide.

Jinên Anarjîşt, ji bo di navbera jinan de piştevanî û parvekirinê xurt bikin û têkiliya di navbera jinan de xurt bike, li taxa Caferaga ya Kadikoyê pirtûkxaneya "26A Sahaf" vekirin. Piştî ku bi salan li navenda Taksîmê ciwanên anarşîst 26A Kafe vekirin û bikar anîn, di berdewama wê de vê carê li Kadikoyê pirtûkxaneya bi navê "26A Sahaf" vekirin. Di vê pirtûkxaneya ji aliyê jinên anarjîşt ve hate vekirin, hem her kes dikare biçe li wir pirtûkan bixwîne, hem jî her kes dikare bi qasî dixwaze bi awayekî dildarî dikare alîkariya pirtûkan û piştgiriya din jî bide. Pirtûkxaneya "26A Sahaf" ji aliyê Jinên anarşist ve tê bikar anîn. Ji jinên ku li Pirtûkxaneya "26A Sahaf" dinere, Denîz Erbak, anî ziman ku mirov hem dikarin bên ji vir pirtûkan bigirin û li malê bixwînin û hem jî dikarin bên li vir pirtûkan bixwînin. Erbak, anî destnîşan kir ku mirov dikare bê li vir sohbetê jî bike û bêhna xwe bide û di heman demê de ji bo cihê piştevanî û şewirmendiyê ye jî.

Erbak, da zanîn ku ev pirtûkxaneya 26A Sahap berdewama pirtûkxaneya "26A Kafe" ye û wiha berdewam kir: "26A Sahaf" berhemên xwe pêşkêşî dildar û xwendevanên xwe dike.

Erbak, da zanîn ku konserveyên ku wê bi destê xwe çêkirine û rûnê zeytûna jî di refê "26A Sahaf" de cih digire û wiha got: "Kesên ku bên vir ji bo piştevanî û şewirmendiyê dikarin bên li vir rûnên. Vir qadek civakî û piştevaniyê ye. Hevalên me ji pirtûkxaneyên xwe pirtûk anîn. Hevalên me yên girtîgehê piştgiriya xwe anîn ziman. Gelek piştgirî ji mere hat. Nêzî 20-25 girtiyên siyasî ji bo piştgiriyê name ji mere şandin.

Cansu Soylu jî anî ziman ku armaca wan bi nasnameya xwe ya siyasî li dijî pergala otoriter û kapitalistê jiyanek kolektîf û civakî pêş bixin. DÎHA (mae)


Bêjeyên Miftehî