1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Di 10 mehan de 346 jin hatin qetilkirin
Di 10 mehan de 346 jin hatin qetilkirin,di,10,mehan,de,346,jin,hatin,qetilkirin

Di 10 mehan de 346 jin hatin qetilkirin

Weqfa Hêviyê daneyên têkildarî qetilkirina jinan daneyên 10 mehên 2015'an aşkera kir

A+ A-

AMED (DÎHA) - Weqfa Hêviyê ku daneyên têkildarî qetilkirina jinan ên sala 2014'an bi sernava "Di qetilkirina jinan de rekor hate şikandin" aşkera kiribûn, daxuyand ku rêjeya qetilkirinên jinan ên 10 mehên sala 2015'an rekora sala 2014'an derbas kir. Di daneyan de hate diyarkirin ku di vê demê de 346 jin hatine qetilkirin.

Weqfa Hêviyê daneyên têkildarî qetilkirina jinan daneyên 10 mehên 2015'an aşkera kir. Weqfê daneyên sala 2014'an bi sernava "Di qetilkirina jinan de rekor hate şikandin" ragihandibû û diyarkiri bû ku di di tevahiya salê de 306 jin û 8 xizmên wan ên ew diparastin hatin qetilkirin, 136 jin jî hatin birîndarkirin. Weqfê têkildarî daneyên îsal jî agahî dan û sernava, "Me xelet gotiye" rekora 2014'an di 10 mehên sala 2015'an de hate derbaskirin. Di rapora saziyê de ev dane hatin dayîn: "Di sala 2015'an de bi tifek, kêr, demance û bi çek û rêbazên din 346 jin hatin qetilkirin. Kesek jî xizmên van jinan bi heman awayî hate qetilkirin. Beşek ji wan birîndar 73 jin jî birîndar bûn. 46 hevser û hevserên kevin jî piştî hevsera xwe qetilkirin bi heman çekê întîhar kir."

Jin herî zêde li Stenbolê tên qetilkirin

Di rapora weqfê de hate aşkerakirin ku jin herî zêde li Stenbolê hatine qetilkirin û ev agahî hatin dayîn: "Li Stenbolê 29 jin di nav 10 mehan de hatin qetilkirin û 4 jî birîndar bûn. Bi rêzê Îzmîr, Enqere, Edene, Kocaelî, Mêrsîn, Dîlok û Amed bajarên herî zêde lê jin hatine qetilkirin. Her wiha li Amed û Wanê di salê dawî de mirinên jinan wekî 'întîharê' tên daxuyandin û ev yek jî raskiya daneyan şêlû dike."

Di 2014'an de ji bo 188 hezar jinan biryara parastinê hate dayîn

Di daneyan de hate ragihandin ku di sala 2009'an de ji bo parastina jinan 38 hezar, 2010'an de 45 hezar, 2011'an de 58 hezar, 2013'an de 176 hezar, 2014'an de 188 hezar biryar hatin girtin. Weqfê ragihand ku li gorî lêkolîna Interpressê ya li ser 2 hezar rojname û kovarên herêmî, neteweyî û cîgeyî hatiye kirin de nûçeyên têkildarî şideta li ser jinan ji sedî 65 zêde bûne. Di rapora weqfê de hate daxuyandin ku şideta li ser jinê bi gotinên, "Şerme, eybe, sûce" nayê astengkirin û wiha hate gotin: "Ji bo astengkirina qetilkirina jinan divê refleksek civakî afirandin û ji bo vê serferberî bê îlankirin. Ji bo wekheviya jin û mêran pêwiste di mûfredata dibistanên seretayî û navîn de ders bên bi cihkirin û civak bê agahdarkirin."

(eb)