1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Di Hevpeymana Civakî ya federaliyê de cihê jinê
Di Hevpeymana Civakî ya federaliyê de cihê jinê,di,hevpeymana,civakî,ya,federaliyê,de,cihê,jinê

Di Hevpeymana Civakî ya federaliyê de cihê jinê

A+ A-

ARÎN DENÎZ / NAZDAR EBDÎ

NAVENDA NÛÇEYAN – Endama Komîteya Hevpeymana Civakî ya Desteya Rêxistinî ya Meclîsa Damezirîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakûrê Suriyeyê Henîfe Hisên, diyar kir ku hevpeyman xwe dispêre azadiya jinê û got “Me cihê jinê di vê hevpeymanê de xurt kiriye û parastî ye.”

Endama Komîteya Hevpeymana Civakî ya Desteya Rêxistinî ya Meclîsa Damezirîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakûrê Suriyeyê û endama Kordînasyona Kongreya Star Henîfe Hisên derbarê 10 madeyên hevpeymanê (13, 14, 15, 16, 17, 29, 30, 31, 82 û 76) yên têkildarî berpirsyarî û mafên jinan de, pirsên ANHA’yê bersivandin.

* Hevpeymana Civakî ya Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê hat amadekirin. Di hevpeymanê de ji bo jinan gelek xalên balkêş û gîrîng hene. Gelo ev li ser kîjan hêmanan hatin amadekirin?

Ne tenê, çend made, aliyê teorî yê hevpeymanê bi gelemperî xwe dispêre azadiya jinê. Ji ber ku li ser hîmê rêxistin û hevpeymana di navbera gelên civaka demokratîk, polîtîk û exlaqî hatiye nivîsandin.

Ev 5 hezar sal in hişmendiya civakê li ser hîmên navendîbûnê (desthildariya zilam) hatiye avakirin. Ev jî li ser rêgeza koledarî û teslîmgirtina jinê pêk tê. Bi pêşketina sîstema navendî re wekheviya di navbera jin û zilam, xweza û însan, her wiha di navbera mirovan bi xwe de jî hatiye rakirin. Têkiliyek li ser hîmê milkbûnê pêş dikeve û çanda komînal ji holê radibe.

Dema ji nirxandina dîrokek wiha derkevin rê, eger bixwazî îradeyek azad a ferdên civakekê derxînî û wekheviyê pêk bînî, wê demê îradeya jina azad bêguman divê bê parastin. Ev jî dikare bibe bingeha azadî û demokrasiyê.

Lewra ji feraseta “Eger jin azad nebe civak azad nabe, civak azad nebe wekhevî çênabe, wekhevî nebe jî sîstemek demokratîk xewn, xeyal û derewek mezin e” di xalên vê hevpeymanê de hatine rêzkirin.

* Ev mijar di hevpeymanê de çawa hatiye nîşandan?

Madeyên hevpeymanê xwe dispêrin pîvana temsîl û tevlîbûna wekhev a herdu zayendan. Ev jî bi riya hevserokatiyê pêk tê (Madeya 14). Bi vî rengî di sazûmaniya biniya wê de jî wekhevî tê parastin.

Her wiha jin dikarin di hemû qadên jiyanê yên siyasî, civakî, çandî, perwerde, aborî û hwd. de cih bigirin û xwe temsîl bikin. (Madeya 30)

Di nava vê sîstemê de jî ji bo jinan bi awayekî xweser sazûmaniyeke rêxistinî tê avakirin ku ev jî dibe temînata hemû jinan. Lewre li rex tevlîbûna wekhev, hevpeyman maf dide jinan ku rêxistina xwe ava bikin û sîstema xwe ya xweser di hundirê sîstema gîştî de diyar bike. Ango di biryarên xwe de serbixwe bin. (Madeya 14)

Di vê navberê de em kotayek cûda ji sazî û rêxistinên jinan re vediqetînin. Ango li rex kotaya ji bo pêkhateyan, kotayek xweser a jinan ku tevgerên jinan ên azad diyar bikin jî heye.

Mijara din a girîng jî cihê jinan ê di sîstema dada civakî de ye. Li gorî hevpeymanê mafê jinan heye ku di hemû saziyên dada civakî de bi temsîl û tevlîbûna wekhev cîh bigirin, di heman demê de mekanîzmeya xwe ya dadê ya xweser ava bikin. Di vê çarçoveyê de têkildrî dozên girêdayî jinan, mekanîzmeya jinan a di dadgehê de biryar digire. Ev ji komîteyên lihevanînê û malên jinan destpê dike û heya gîştî dadgehan belav dibe. (Madeya 82)

Di aliyê aborî de jî nêzîkahiya ku bi cave “mal-tişt” li jinan dinêre, wekî sûc hatiye binavkirin. (Madeya 13)

Di nava malbatê de jî li ser rêgezên hevpariya jiyanê jin xwedî îradeyek azad e (Made 17).

Dîsa tundiya li hemberî jinê û ferzkirina cûdahiya neyînî di navbera herdu zayendan de, sûcekî ku qanûn hesaba wê dipirse ye. (Madeya 29)

* We di nava gotinên xwe de qala veqetandina kotayên pêkhateyan û namzetiya xweser a jinê (kotaya tevgerên jinan) kir. Ferqa vê û tevlîbûna wekhev ji hev çi ye? çima serî li vê rêyê tê dayîn?

Ev gelek hatiye pirsîn, dibêjin ‘çi pêwîstî heye ku ji jinan re jî kotayek bê veqetandin?’ Niha, sedemên vê veqetandinê yên sereke dîrokî ne. Jin bi awayekî gelemperî di nava civakê de ne rêxistinkirî ne. Jinên bê rêxistin jî her çiqasî weke ferd di nava sîstemê de hebin jî, lê ji ber ku ne rêxistinkirî ne, ew ê tenê weke hejmar li ser jin bê hesibandin û tu rola wan di têkoşîna zayendî ya azadiya jinê de nebe. Lewre di temsîliyeta wekhev de, di nava temsîla jinan bixwe de jî wê kotayek ji bo jinên ku baweriya xwe bi azadiya jinê tînin bê veqetandin. Bi vî rengî tê hedefkirin ku jin pêşengiyê bikin û mafên jin biparêzin.

Jina azad weke xetere li ser hişmendiya heyî tê dîtin, lewre di nava gîştî de piranî jinên ku bi hêsanî tên lîstokan û nikarin qale mafan bikin, her wiha mafên xwe û jinên din biparêzin tên hilbijartin.

Mînaka vê yekê jî gelek caran hatiye dîtin. Jin heya asta serokên dewletan jî derketine, lê bûne amûrên şerên mezin, kuştin, wêranî û tundiya li ser jinan bixwe. Lewre tedbîra vê yekê, kotaya tevgerên azadiya jin û ciwanan hatiye destnîşankirin.

* Li gorî madeya 14 we di nava sazûmaniya gîştî de avakirina rêxistinên xweser ji bo jinan misoger kiriye. Baş e, jinên sîstema federaliya demokratîk dê biryar, erk û berpirsyariyên xwe çawa bigirin û bicih bînin?

Ev pîvan e, jinên sîstema federasyona demokratîk ji qada xweser diçin nava qada gîştî. Yanî eger li gundek, bajarek an jî herêmekê hilbijartin çêbibin, wê lîsteya navan hebin. Wê demê hemû tevgerên jinan bi nasname, ol, netewe û hwd kom dibin namzetên xwe derdixin, paşê pêşkêşî qada gîştî dikin. Dibe ku jinên serbixwe jî hebin, lê ya esas ew e ku tevgerên jinan lîsteya namzetên jin derdixînin. Ev jî dihêle ku jin xwe li derveyî tevgerên jinan nebînin.

Her wiha hemû biryarên derheqê jinan de, ji aliyê sazûmaniya xweser ve tên girtin. Mînak dema di herêmek, di desteyek an jî komîteyekê de cihê jinekê bê guhertin, jinek ji erk bê girtin an jî jinek tevlî xebatê bibe, wê demê ancax meclîs, deste yan jî rêveberiya herêmê vê yekê ji sazumaniya jinan re pêşniyar dike. Rêxistina jinan bi xwe jî biryara vê yekê dide. (Madeya 31) Ji xwe li gorî madeya 76’an jî desteya azadiya jinê jî hatiye diyarkirin.

Wekî encamp dikarim bêjim ku cihê jinan di vê hevpeymana me de xurt û parastî ye. Di hin mijaran de jî weke rêgezên gîştî, maf an jî hikmên gîştî hatine destnîşankirin.

(ne)

ANHA