1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Di Konferansa NY de şoreşa jinê ya li Rojava hat vegotin
Di Konferansa NY de şoreşa jinê ya li Rojava hat vegotin,di,konferansa,ny,de,şoreşa,jinê,ya,li,rojava,hat,vegotin

Di Konferansa NY de şoreşa jinê ya li Rojava hat vegotin

Di konferansa bi serenavê "Ji bo cîhaneke aram û lê were jiyîn, nêzîkatiyên nû" ya ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hat organîzekirin de, Sînem Mohamad, şoreva jinê ya li Rojavayê Kurdistanê vegot

A+ A-

VIYANA - ANF Mohamad weke qiseker beşdarî panela bi mjara "Jin, ewlekarî û aştiyê" bû û destnîşan kir, ku têkoşîna jinên Kurd li Rojava dimeşînin ne tenê têkoşîneke leşkerî ye, di heman demê de xebatên polîtîk û dîplomatîk dimeşînin.

Mohamad da xuyakirin, ku ew jib o afirandina sîstemek pirrengî û wekhevî ya li Rojava dixebitin û diyar kir, ku di nava vê sîstemê de cihê hemû komên etnîkî û olî hene.

Mohamad da zanîn, ku sîstema li Rojava ji bo pêkhatina aştiya li herêmê şensek e û anî ziman ku wekheviya jin û mêr ne tenê di teoriyê de ye, di pratîkê de jî ev bi cih tê anîn.

Mohamad axaftina xwe wiha dewam kir: "Di her asta rêveberiyên me de jinek û mêrek hene. Ev yek li qada leşkerî jî bi vî rengî ye, li qadên polîtîk û sivîl jî rewş bi vî rengî ye. Me heta roja îro her tim Mr. Presîdent bihîstin û em bi vî rengî mezin bûn. Lê êdî ji niha û pê ve wê Mrs. Presîdent jî hebin."

Mohamad bal kişand ser girîngiya têkoşîna jinên Kurd a li Rojava li hemberî DAIŞ'ê dimeşîne û got, "Şoreşek ku jinê azad nake, ti carî nikare bibe şoreşeke rasteqîn. Ji bo azadiya jinê me têkoşîneke mezin meşand û di asteke mezin de em serketî bûn. Jinên Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê ne tenê ji bo xwe şer dikin. Ew di heman demê de şerê jinên cîhana azad dimeşînin."

Di panela ku ji aliyê Konsolosê Afganîstanê yê li Awûstûryayê Hassan Soroosh ve hat kirin de, qisekerên din bal kişandin ser mexdûriyeta jinan a di şer de û nêrînên xwe yên ji bo pêşîgirtina li vê mexdûriyetê bi beşdaran re parve kirin.