1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. 'Em dê tîlîliyên xwe tevlî tîlîliyên jinên kurd bikin'
'Em dê tîlîliyên xwe tevlî tîlîliyên jinên kurd bikin',em,dê,tîlîliyên,xwe,tevlî,tîlîliyên,jinên,kurd,bikin

'Em dê tîlîliyên xwe tevlî tîlîliyên jinên kurd bikin'

A+ A-

STENBOL (DÎHA) - Jinên endamên BÎKG'ê bertek nîşanî qetilkirina jinên li Kurdistanê di dema qedexeya derketina kolanan de ji aliyê hêzên dewletê ve pêk tên da û gotin ew dê heya şer û dorpêçkirin ji holê radibe dê têkoşînê bidomînin û wiha gotin: "Bila bizanin ku em jinên rojava em li cem jinên li Kurdistanê ber xwe didin in û em dê bibin tîlîliyên wan."

Endamên Hewildana Jinê ya ji bo Aştiyê (BÎKG) bertek nîşanî jinên qetilkirina jinên li Kurdistanê di berxwedana qedexeya derketina kolanan de ji aliyê dewletê ve pêk tên dan. Endama BÎKG'ê Sînem Şahîn diyar kir ku berxwedana herî zêde li Kurdistanê ye û ji ber wê yekê jî şîdet û şerê herî dijwar jî li Kurdsistanê ye. Şahîn anî ziman ku ew hewil didin ku dengê berxwedan, tîlîlî û qêrîna jinên li Kurdistanê bilind bikin û wiha got: "Ji bo berxwedana Kurdistanê li rojava bilind bikin û piştgiriyê bidin berxwedan jinê ya ji destê me tê em dê bikin û em dê li kolanan bin."

'Divê li hemberî tiştên tên jiyîn hemû mirovahî deng derbixe'

Endama BÎKG'ê Ferda Saygin jî diyar kir ku ziman, ol û nîjada mirovan çibe bila bibe mafê jiyanê ji dest nayê girtin û wiha got: "Ez li hemberî dorpêç û hovîtiya bi mehane li Kurdistanê pêktê me. Hinî ji destê min tê ez derdikevim kolanan û deng derdixim. Tiştên tên jiyîn rastiya min û mirovahiyê nîn e ji ber vê yekê divê hemû mirov ji bo ev rewş bi dawî bibe deng derbixe." Saygin bang li hemû kesî kir ku derkevin kolanan û li hemberî komkujiyan deng derbixin.

'Divê biçin Kurdistanê'

Endama BÎKG'ê Esra Ece Kutlu jî got ku divê dorpêça dewletê ya li Kurdistanê bi dawî bibe û divê qetilkirina zarok, jin, kal û ciwanan bi dawî bibe. Kutlu anî ziman ku ji bo piştevaniyê divê hemû kes biçe Kurdistanê û navçeyên Kurdistanê. Kutlu da zanîn ku dilê wan li Kurdistanê û bi gelê Kurdistanê re ye.

'Heke ji destê we bê herin bibin alîkarê xendekan'

Endama BÎKG'ê Zale Karademî got ew dixwaze biçe Kurdistanê û li cem wan be. Karademî diyar kir ku weke jin ji bo Kurdistanê li her derê û di her platformê de deng derdixin. Karademî bang li kesên xendekên li Kurdistanê li hemberî komkujiyên dewletê hatin vekirin kir û wiha got: "Li hemberî xendekan derdikevin. Lê dizanin ku bi saya xendekan kesên li wir dijîn canê xwe xilas dikin. Divê ew xendek hebin û divê tu kes li hemberî van xendekan dernekevin. Ez li hemberî xendekan nîn im. Heke ji destê we bê herin ji wan xendekaran re bibin alîkar."

'Em jinên rojava li cem jinên Kurdistanê ne'

Endama BÎKG'ê Canan Kiliçkeser jî diyar kir ku dûr jî bin mirovên li Kurdistanê tên qetilkirin dibînin û ji bo dorpêça dewlet pêk tîne rabikin dê li kolanan deng derbixin. Kiliçkeser anî ziman ku ji bo bibin hevparê dengê jinên li wir û zarokan dixwazin biçin Kurdistanê û wiha axivî: "Ez weke jinekî rojavayê Tirkiyeyê li cem jinên kurd in. Heye ev şer û dorpêç ji holê radibe dê têkoşîna me bidome. Bila baş bizanin em jinên rojeva li cem jinên li Kurdistanê ne."

(bd)