1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Ewropa ji bo 'sê şitil'an li qadan bû
Ewropa ji bo 'sê şitil'an li qadan bû,ewropa,ji,bo,sê,şitil,an,li,qadan,bû

Ewropa ji bo 'sê şitil'an li qadan bû

Bi hezaran Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, bi armanca şermezarkirina komkujiya Parîsê daketin qadan. Di çalakiyan de hemû komkujiyên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin kirin, hatin şermezarkirin

A+ A-

VÎDEO https://www.youtube.com/watch?v=6onNzoZ466Y

NAVENDA NÛÇEYAN - ANF

Bi hezaran Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, bi armanca şermezarkirina komkujiya Parîsê daketin qadan. Di çalakiyan de hemû komkujiyên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin kirin, hatin şermezarkirin.

DANÎMARKA

Li paytexta Danîmarka Kopenhagenê, bi pêşengiya Komeleya Jinên Kurd ji bo her sê jinên şoreşger ên Kurd çalakiya bîranînê hat lidarxistin. Di çalakiya li navenda bajêr de, dirûşma "Jin jiyan azadî" hate qîrîn. Di axaftina li ser navê komeleya jinan de hat gotin, "Xeta wan a berxwedanê xeta me ye, têkoşîna wan têkoşîna me ye. Pêşengên meşa me, temînata azadiya me ne."

Parlamentera berê ya Partiya Gel a Sosyalîst a Danîmarkayê Pernîelle Frahm jî bal kişand ser berpirsyariya Tirkiyeyê ya di vê komkujiyê de û destnîşan kir, ku ji bo çareseriyê divê Enqere kiryaran aşkere bike.

Ji Koma Piştgiriya bi Kurdistanê re Îbrahîm Benlî girîngiya jinan a di nava Tevgera Azadiyê ya Kurd de bibîr xist û anî ziman ku dewleta Tirk bi taybetî di nava sê mehan de li bajarên Kurdan êrîşên terorîstî li hemberî sivîlên Kurd pêk tîne. Benlî terora dewleta Tirk şermezar kir.

Çalakî piştî axaftinan bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.

HELSÎNKÎ

Li paytexta Fînlandiya Helsînkî, ji bo bîranîna sê jinên şoreşger û şermezarkirina hêzên li pişt komkujiyê çalakiyek hat lidarxistin. Tevî barîna berfê jî, gelek jin beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de tevî sê jinên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin, Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar ên di 5'ê Çileya 2016'an de li Silopiyayê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, hatin bîranîn. Çalakgeran diyar kirin ku kujerên her du bûyeran yek e û destnîşan kirin, ku dijminên Kurdan ji ber ku ji têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya jinên Kurd ditirsin, bi taybetî jinan hedef digirin. Di axaftinan de bêdengiya Ewropayê hat rexnekirin.

ÎTALYA

Kurdên li Îtalyayê dijîn, ji bo bîranîna şoreşgerên li Parîsê hatin qetilkirin, li bajarên Roma, Pîsa û Torîno çalakî lidar xistin.

Li Romayê bi pêşengiya Komeleya Çanda Kurd li ber Colleseûmê çalakiyek pêk hat. Çalakiya ku gelek Kurd û dostên wan lê amade bûn, çapemeniya Îtalyayê jî eleqeyeke mezin nîşan da.

Li bajarê Pîsa jî Kurdan li ber avahiya Şaredariyê daxuyaniyek dan çapemeniyê û li dijî terora dewletê ya li Kurdistanê bang li gelê Ewropayê hat kirin ku bêdeng nemînin.

Kurdistanî û dostên wan ên li meydana Castello ya bajarê Torîno li hev civiyan, hêzên ku sê jinên şoreşger ên Kurd qetil kirin, protesto kirin. Di çalakiyê de komkujiyên li Cizîr, Silopiya, Sûr û gelek navendên din ên Kurdistanê, hatin şermezarkirin û berxwedan hat silavkirin.

STOCKHOLM

Li paytexta Swêd Stockholmê, jinên Kurdistanî û Tirkiyeyî, bi heman armancê meş û mîtîngek lidar xistin. Çalakiya ku li ser banga Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) ji aliyê Meclîsa Jinên Kurd a Amara, Jinên Elewî, Yekîtiya Jinan a Beth-Nahrîn, Piştgirî, KJAR, Dayikên Kurd û Însiyatîfa Aştiyê ya Jinan ve hat organîzekirin, duh saet di 13:00 de li Parka Hûmlegarden a Stockholmê destpê kir.

Girseya gel bi bilindkirina wêneyên jinên Kurd ên li Parîs û Silopiyayê hatin qetikirin, bi alên KJAR, PKK, KCK, YPG, PJAK û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re heta ber Parlamentê meşiyan. Di dema meşê de bi rêya hoparloran armanca çalakiyê ji mirovên li derdorê re hat ragihandin.

Piştî meşê li Meydana Mynttorget a li ber Parlamentê xwepêşandan hat lidarxistin û li ser navê rêxistinên amadekar û Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) axaftin hatin kirin. Qisekeran rexneyên tund li Fransayê girtin û ji dewleta Tirk xwestin ku dawî li êrîşên xwe yên li dijî berxwedanên xwerêveberiyê bîne.

Xwepêşandan bi qîrîna dirûşmên "Şehîd Namirin" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.

VIYANA

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, di 9'ê Çileyê de ji bo şoreşgerên jin ên li Parîsê hatin qetilkirin, bi pêşengiya Komeleya Jinên Kurd AVESTA meşek hat lidarxistin.

Kurdistanî û dostên wan ên li ber avahiya Opera ya Viyanayê li hev civiyan, heta ber Serkonsolosiya Fransayê meşiyan û li vê derê mîtîngek lidar xistin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê çelengek ji wêneyên her sê jinên şoreşger danîn ber avahiya konsolosê. Di mîtîngê de li ser navê Komeleya Jinên Kurd AVESTA Agirê Kobanê axivî. Kobanê ragihand ku heta kujer bên aşkerekirin ew ê têkoşîna xwe bidomînin û anî ziman ku kujerên 3 jinên Kurd ên li Silopiyayê vê hefteyê hatin qetilkirin û kujerên komkujiya Parîsê yek in.

Di axaftinan de bang li Kurdên li dîasporayê dijîn bi taybetî jinên Kurd hat kirin ku xwedî li têkoşîn û berxwedanê derkevin.

Di çalakiya ku li ser mijarê gelek belavok hatin belavkirin de, ji bo çalakiya rûniştinê ya 2 rojan a li ber Parlamenta Viyanayê ku wê di rojên Pêncşem û Înê de bê lidarxistin, banga tevlîbûnê hat kirin.