1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. 'Ez bi zarokên xwe serbilind im'
'Ez bi zarokên xwe serbilind im',ez,bi,zarokên,xwe,serbilind,im

'Ez bi zarokên xwe serbilind im'

Dayik Yadîgar Salan, ku du kur û birayekî wê li Rojava di şerê li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan got, azadiya Kurdan nêz e. Dayika Yadîgar diyar kir, ew li vê cîhanê serbilind e

A+ A-

WAN - OKTAY CANDEMÎR Yadîgar Salan 55 salî ye û li taxa Beyuzumu ya Wanê dijî. Mîna bi hezaran dayikên Kurd, dilê wê li çiyê lê dide. Du kurên dayika Yadîgar Îlter û Zafer Salan û birayê wê Emrah Kef, di asla 2014'an de piştî êrîşa barbarên DAIŞ'ê ya li hemberî Kobanê tevlî nava refên YPG'ê bûn. Di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê ya li vê derê de her du ciwanan jiyana xwe ji dest dan.

Birayê Dayika Yadîgar Emrah Kef jî di heman salê de li nava refên YPG'ê jiyana xwe ji dest da. 3 xizmên Dayika Yadîgar jî hê di nava refên YPG'ê de têdikoşin.

'JI MIN RE DIGOT; DAYÊ TU LI SER MIN NEGIRÎ'

Dayika Yadîgar wêneyên zarok û birayê xwe nîşan dide û dibêje, "Kurê min, dema birîndar bû li min geriya. Ji min re got, ev wezîfeya me ye. Got, 'Dayê tu li ser min negirî'. Min jî jê re got, 'temam'. Niha kurê min ê mezin û keçeke min a biçûk heye. Bi tenê wêneyên zarokên min man di destê min de. Kurê min timî dixwest serê min bilind be. Serê min bilind e. Ev êş ne êşeke sivik e, min êşên gelekî giran kişand, lê ez ê negirîm. Şukur ji Xwedê re, wan di dozeke mafdar de jiyana xwe ji dest dan. Ez dixwazim Kurd azad bin. Zarokên min jî ev dixwestin."


Bêjeyên Miftehî