1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Gelo YNK parçe dibe?
Gelo YNK parçe dibe?,gelo,ynk,parçe,dibe

Gelo YNK parçe dibe?

A+ A-

Li Başûrê Kurdistanê îsal di navbera PDK, YNK û Goran de erdhej çêdibin. Ji ber van erdhejên siyasî gelek kom û hêz ji cihên xwe dilîzin, hinek nêzîkî hinekan, hinek jî dûrî hinekan dibin.

Peymana navbera YNK û Goranê ku hîn tê axaftin û çavên çavdêran li ser rewşa wan e, niha jî YNK bi parçebûnê re rû bi rû ye.

Li gelek cihan, xwendevanên Amîda Kurd ên ku mijarê ji nêzîk ve dişopînin dîtine ku tê gotin bandora Îranê li ser van çûn û hatinên siyasî heye. Heke ev rast be, cihê daxê ye.

Ji rêveberên YNK'ê hinekan jî do daxuyanî dan ku wan bi navê Navenda Biryaran tiştekî nû di nav partîyê (YNK) de ava kirine. Ev kesên girîng bûn, lewre alîkarên Sekreterê Giştî Berhem Salih û Kosret Resûl û endamê Polîtburoya YNK'ê Mehmûd Sengawî di nav wan de ne.

Lê bersiva wan dereng nema, hinek rêveberên YNK'ê jî daxuyanîyek dan ku wan bi navê Navenda Biryaran tiştekî di nav partîyê de ava nekiriye. Ew jî Endama Polîtburoya YNK'ê Hêro Îbrahîm Ehmed û Mela Bextiyar bûn. Wan anî zimên ku di rêziknameya YNK'ê de cih ji tiştekî wiha re tune û ne rewa ye.

Bi vî rengî tevlihevî derket rûyê derdê.

Kesên ku Navenda Biryaran ragihandine kesên girîng in, ne ji rêzê ne, yanî ev erdhejeke mezin e di nav YNK'ê de. Hemû cîgirên Sekreteran û endamên Polîtburoyê ne û endamên rêveberîya YNK'ê ne.

Daxuyanîya Navenda Biryaran jî ne tiştekî ji rêzê ye. Navenda Biryaran, yanî Kosret Resûl û Berhem Salih di daxuyanîya xwe de gotin "YNK ji hêzek têkoşer qulipiye hêzek desthilatparêzîyê". Ev rexneyeke girîng e, bingeha partîyê ji kokê ve dihejîne. Dûre jî dibêjin "helwesta bikaranîna petrolê ji bo birçîkirina xelkê bi kar tînin". Bi vî rengî polîtîkayên partîyê yên giştî jî dike mijara guftûgo û nîqaşan.

Yanî nîqaş hem navxweyî ye hem jî polîtîkayên Yekîtîyê yên giştî ne.

Di daxuyanîyê de tê gotin ku "heta kongreya giştî ya YNK'ê Navenda Biryaran dê kar bike". Lê îcar YNK dê heta Kongreyê çawan biryaran bigire. Bersiva vê pirsê jî dan û gotin "Ji niha û pê ve hemû biryarên navxweyî û derve yên partîyê yên bê Navenda Biryarê wekî biryara giştî ya YNK'ê nayên qebûlkirin."

Ev jî dide xuyakirin ku mijar rasterast parçebûn e, Navenda Biryaran ne lijne an jî dezgeyeke hindurîn e, berevajî vê êdî kesên cuda difikirin xwe cuda birêxistin dikin, yanî YNK alenen parçe bû û heta Kongreyê dê wiha bidome.

Li alîyê din Endamê Polîtburoya YNK’ê Hêro Îbrahîm Ehmed û Mela Bextiyar jî bi beşdarîya gelek endamên din nirxandina mijarê civînek awarte pêk anîn. Dûre daxuyaniyek nivîskî hat dayîn. Wan jî gotiye ku di nav YNK'ê de tiştekî wiha ne rewa ye, ango li gor rêziknameyê nikare dezgeyeke wiha ava bibe.

Lê jixwe ji daxuyanîya Navenda Biryaran belî ye ku ew êdî rêxistinek cuda ne.

Hêro Îbrahîm Ehmed û Mele Bextiyar bal kişandin ser rewşa Celal Talebanî, şerê li Kurdistana Başûr, krîza aborî, planên dijminên Kurdan û anîn ziman ku di demeke wiha de ev ne kirineke rast e û gotin "Helwesta wan cihê fikaran e."

Hêro Îbrahîm Ehmed û Mele Bextiyar jî balê dikişînin ser ku piranîya Polîtburoyê wekî wan difikirin û kesên Navenda Biryaran ava kirine hindikahî ne.

Xuya ye dê derbarê mijarê de civîna asayî ya YNK'ê çêbibe û der barê Navenda Biryaran û avakarên wê de biryarek were girtin.

Li gor hinekan piştî Îranê YNK û Goran nêzîkî hev kir, niha jî PDK wan parçe dike. Lê bi rastî jî li Başûr metirsîyeke mezin heye, gelek alî behsa êrîşeke Şîeyan a li ser Kurdistana Başûr dikin û di rewşek wiha de tevlihevîyên navxweyî dê gelek dema Kurdan bide windakirin.


Bêjeyên Miftehî