1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Gelê Yewnanîstanê Syrîza û Çîpras hilbijart
Gelê Yewnanîstanê Syrîza û Çîpras hilbijart,gelê,yewnanîstanê,syrîza,û,çîpras,hilbijart

Gelê Yewnanîstanê Syrîza û Çîpras hilbijart

A+ A-

ATÎNA - ANF Di hilbijartinên giştî yên duh ên li Yewnanîstanê de gel ji Syrîza ya bi pêşengiya Aleksîs Çîpras xwest, polîtîkayên xwe bidomîne. Tevî antî propagandayên navneteweyî û lîstikên anketan jî, Syrîza rêjeyeke nêzî dengên xwe yên meha Çileyê bi dest xist û ji 300 kursiyan 145 kursî wergirt.

Li gorî encamên dawî yên Wezareta Karên Hundir aşkera kir, Syrîza bi rêjeya ji sedî 35,5 ê dengan stend û 145 kursî bi dest xist. Syrîza, tevî cihêbûna 25 parlamenteran bi pêşengiya Panagîotîs Lafazanîs, bi tenê 0,8 pûan ji rêjeya meha Çileyê winda kir.

Partiya Demokrasiya Nû (ND) a mûxafazakar a rastgir, ku Yekîtiya Ewropa û saziyên krediyê yên navneteweyî bi awayekî vekirî destek didan wê, bi tenê ji sedî 0,5 pûanî dengê xwe zêde kir û gihaşt rêjeya ji sedî 28,2. Bi vê yekê re 75 kursî wergirt.

Partiya nîjadperest a bi navê Berbana Zêrîn (CA) ku herikîna penaberan a ber bi Yewnanîstanê ve di propaganda xwe de bi kar anî, dengê xwe bi rêjeya ji sedî 0,7 zêde kir û gihîşt ji sedî 7'an. Hejmara parlamenterên Berbanga Zêrîn a li parlamentê bû 19.

BI GIŞTÎ 8 PARTIYAN CIHÊ XWE DI PARLAMENTÊ DE GIRTIN

Partiya Panhelenîst Sosyalîst (Pasok) a 40 salan bi ND re duyemîn partiya mezin a welêt bû û di vê hilbijartinê de bi çep a demokrat Dîmar re tifaq kir, careke din ya hêvî dikir bi dest nexist. Pasok dengê xwe bi rêjeya ji sedî 4,7 zêde kir û gihand ji sedî 6,4. Bi vî rengî hejmara kursiyên xwe ji 13'an derxist 17'an.

Partiya Komunîst a Yewnanîstan (KKE) ku di hilbijartinan de bû partiya pêncemîn, ji sedî 5,5 ê dengan stend. Partiya çep a alîgirê Yekîtiya Ewropayê To Potamî ji sedî 4, Yewnanên Serbixwe yên di koalîsyona Syrîza ya meha Çileyê de cih girt (Anel) ji sedî 3,7 û partiya Enosî ya navendî jî bi rêjeya ji sedî 3,4 ê dengan mafê temsîla li parlamentê bi dest xistin. Li parlamentê partiya KKE bû xwedî 14 kursiyan, Potamî 11, Anel 10 û Enosî jî 9 kursî.

POLÎTÎKA ÇÎPRAS HAT 'REWAKIRIN'

Piştî aşkerabûna encamên hilbijartinê, lîderê Syrîza Aleksîs Çîpras axivî û destnîşan kir ku gelê Yewnanîstanê partî û polîtîkayên wan 'rewa' kiriye. Çîpras da xuyakirin ku gelê Yewnanîstanê li Ewropayê sekneke 'berxwedan û rûmetê' nÎşan daye û destnîşan kir ku her çend ew di demeke zehmet de ne jî, bingeha wan xurt e.

Çîpras bibîr xist ku ew dixwazin careke din bi Anel re koalîsyonê çêbikin.

Lîderê Anel Panos Kammemos ê alîgirê polîtîkayên serbixwe ye, da xuyakirin ku ew ê ji îro û pê ve bi Aleksîs Çîpras re dest bi hevdîtinên li ser avakirina hikûmeta nû bikin.