1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. "Herêma Kurdistanê bi gendelkaran bi rê ve naçe"
"Herêma Kurdistanê bi gendelkaran bi rê ve naçe",herêma,kurdistanê,bi,gendelkaran,bi,rê,ve,naçe

"Herêma Kurdistanê bi gendelkaran bi rê ve naçe"

Li Herêma Kurdistanê demekî dirêje krîza aborî û siyasî heye, hikûmet jî nikare ji ber krîza heye meaşê karmenda bide

A+ A-

AŞTÎ EHMED / HEWLÊR /ROJNEWS

Piştî ku Herêma Kurdistanê ragihand ku mehane bihayê 500 milyon dolar petrol di firoşe, çavdêrê siyasî û rojnamavan Ehmed Cebar diyar kir ku eger wiha be, hikûmeta Herêma Kurdistanê di kare her du mehe carekê meaşê karmendan bide.

Li Herêma Kurdistanê demekî dirêje krîza aborî û siyasî heye, hikûmet jî nikare ji ber krîza heye meaşê karmenda bide. Çavdêrê siyasî û rojnamaven Ehmed Cebar diyar kir ku eger rastbe hikûmeta Herêma Kurdistanê mehane bihayê 500 milyon dolar petrol diforeşe, di kare her du meh carekê meaşê karmendê xwe bide û wiha got: "Eger bi fermî firoştina petrolê mehane, 500 milyon dolar be, du mehan dike milyarek dolar dike. Vi vî pereyî dikare du mehan carekê meaş bide."

Ehmed Cebar diyar kir ku, ligorî axaftina parlamenteran bi xwe jî, ji bo dayîna meaşê karmendan pêwîstî bi 720 milyon dolar heye û got: "Başe eger hikûmet yan jî rayedarên peywendîdar bi hizrin, ma nikarin du meh carekê meaşê karmendan bidin. Li gorî axaftina parlamenterên Herêma Kurdistanê bi xwe jî, her du meh carekê 280 milyon dolar ji wan re dimîne."

Çavdêrê siyasî û rojnamaven Ehmed Cebar ragihand ku Herêma Kurdistanê bi kesen xirab û gendel nikare bi rêve biçe û ji berpirsên hikûmetê re jî got: "Ey desthildarên hikûmetê bila kêmekê hestên we jî hebin."

Ji berî niha Alîkarê Serokê Komîsyona Pîşesazî û Vîze ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê Dilşad Şeban dabû diyar kirin ku, mehane Herêma Kurdistanê bihayê 500 milyon dolar petrol difiroşe û ji bo meaşê karmendan jî mehane, pêwîstî bi 720 milyon dolar heye.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê nêzî 5 mehane meaşê karmendan nedaye.

(ab)