1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. "Hêvîdarim hûnê bi têrkerî werin destekkirin"
"Hêvîdarim hûnê bi têrkerî werin destekkirin",hêvîdarim,hûnê,bi,têrkerî,werin,destekkirin

"Hêvîdarim hûnê bi têrkerî werin destekkirin"

Prof. Noam Chomsky ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir, ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan gavên 'cihê şermê' ne, avêtiye

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN - ANF Prof. Chomsky da xuyakirin, ku Erdogan polîtîkayên herî tund û dijwar ên li dijî Kurdan ji nû ve zindî kiriye û têkildarî êrîşa Erdogan a li hemberî azadiya ramanê got, 'cihê şermê' ye. Prof. Chomsky ji gelê Kurd re got, "Hêvîdarim hûnê desteka ku mafê we ye, werbigirin."

Danezana zêdeyî hezar akademîsyenên ji nêzî sed zanîngehên li Tirkiyeyê li dijî êrîşên AKP'ê yên li hemberî gelê Kurd hat weşandin, ji aliyê Prof. Noam Chomsky ve jî hatibû îmzekirin.

'JI BO XWE XURT BIKE, GAVÊN MIROV JÊ ŞERM DIKIN, DIAVÊJE'

Prof. Noam Chomsky ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir, ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan gavên 'cihê şermê' ne, avêtiye.

Chomsky der barê êrîşa Erdogan a li hemberî azadiya ramanê de got, "Ji bo rêveberiya xwe ya otorîter xurt bike, gaveke din a mirov jê şerm dike, avêt."

Chomsky ji bo Kurdan jî ev peyam da: "Hêvîdarim ev sekna we ya wêrekî, wê ji raya giştî û ji qada navneteweyî desteka têrker bibîne."

'POLÎTÎKAYÊN HERÎ TUND ÊN LI DIJÎ KURDAN JI NÛ VE ZINDÎ DIKE'

Prof. Chomsky nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê da û got, "Hin polîtîkayên herî tund û bêrehm ên dewleta Tirk li dijî mafên gelê Kurd meşand, niha ji aliyê Erdogan ve ji nû ve tên zindîkirin." Chomsky got, "Daxuyaniya xwe çi dibe bila bibe, nabe ku ev pêkanîn rewa bên nîşandan."

'NE BI XWESTEKA ERDOGAN, BI VEXWENDINA KURDAN EZ DIKARIM BIÇIM'

Prof. Chomsky di daxuyaniya xwe ya ji bo rojnameya The Guardian de jî, ji bo gotina Erdogan a ku digot, "Bila Sefaretxaneya Bilind a DYA Chomsky dawet bike, em wî bikin mêvanê xwe" ev bersiv dabû: "Eger ez biryarê bidim biçim Tirkiyeyê, ev yek wê ne li ser daxwaz û vexwendina wî pêk were. Eger Kurdên ku bi salane rastî êrîşên cidî tên jî di nav de mûxalîfên wêrek min vexwendînin, ez ê bi wî rengî biçim."