1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. ‘Hêza yekbûyî serkeftina jinên Sûriyeyê ye’
‘Hêza yekbûyî serkeftina jinên Sûriyeyê ye’,hêza,yekbûyî,serkeftina,jinên,sûriyeyê,ye

‘Hêza yekbûyî serkeftina jinên Sûriyeyê ye’

A+ A-

HESEKÊ – Endama Meclîsa Leşkerî ya Hêzên Sûriyeya Demorkatîk û Nûnera YPJ’ê Roj Dêrsim da xuyakirin ku beşdarbûna jinên Sûriyeyê di nava hêzeke leşkerî ya yekbûyî de serkeftina dîrokî ya jinên Sûriyeyê ye û bang li hemû jinên Sûriyê kir ku beşdarî nava hêzên wan bibin.

Endama Meclîsa Leşkerî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk Roj Dêrsim a ji pêkhateya Ereb ku wekî nûnera YPJ’ê cihê xwe di civîna de girt diyar kir armaca wan ji avakirina hêzên Sûriyeya Demorkatîk ew e ku hemû hêzên Sûriyê bi yek destî gelê Sûriyê biparêzin û got: “Hêza hatiye avakirina ne ya pêkhate û ne ya cinsekê ye, ev hêz hêza parastina hemû civakê ye.”

Li ser Beşdarbûna jinên Sûriyê di nava Hêzên Sûriya Demokratîk de Dêrsim destnîşan kir ev yekem care nûnerên jinên Sûriyê beşdarî hêzeke yekbûyî ya Sûriyê dibin, beriya niha tenê di herêmên Xweseriya Demorkatîk de YPJ’ê beşdar bû, lê niha êdî jinên Sûrî dikarin li seranserî Sûriyeyê parastinê bikin, ev gava dîrokî û serekftineke mezin e, ji hemû jinên Sûriyeyê re ye.”

‘Pêwîste hemû jinên Sûriyê beşdar bibin’

Dêrsim, bang li hemû jinên Sûriyê kir ku beşarî nava Hêzên Sûriya Demokratîk bibin û bi xwe parastina xwe bikin. Ev tenê riya serkeftina jinên Sûriyê ye.Hêza me ya Sûriya Demokratîk ne hêza parastina Kobanê yan Efrînê tenê ye, hêzê me dê hemû herêmên Sûriyê biparêze.”

(dc/xê)

ANHA