1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. ‘Hêzên me di dem û cihê guncaw de bersiv dan’
‘Hêzên me di dem û cihê guncaw de bersiv dan’,hêzên,me,di,dem,û,cihê,guncaw,de,bersiv,dan

‘Hêzên me di dem û cihê guncaw de bersiv dan’

A+ A-

SEYDO ÎBO- CEFER CEFO

VÎDEO

https://www.youtube.com/watch?v=KmVs7qHsFhA

EFRÎN – Fermandarê Cebet El-Ekrad Ebû Stêf diyar kir ku hêzên wan li ser banga şêniyan, gundên Şehbayê rizgar kirin û got ku hêzên wan di dem û cihê guncaw de bersiv dan êrîşan.

Fermandarê Cebet El-Ekrad Ebû Stêf derbarê êrîşên komên çete û artêşa Tirk ên li ser gundên Kantona Efrînê û bersivdayîna hêzên wan ji ANHA’yê re axivî.

Ebû Stêf got: “Herêma di navbera Cerablus û Ezazê de ev 3 sal in rastî êrîşa komên çete yên DAIŞ’ê tê. Em jî weke hêzên Cebhet El-Ekrad ku di bin sîwaneya Ceyş El-Siwar (Ku di bin Sîwaneya QSD de ye), tevdigerin û li ser banga şêniyên herêmên Şehbayê, ji bo rizgarkirina herêmê me gavek avêt.”

Ebû Stêf diyar kir ku hêzên wan di dem û cihê guncaw de, bersiv dan û 3 gundên (Um El-Hoş, Herber û Um El-Qura yên Şehbayê), ji çeteyan rizgar kirin û wiha domand: “Hêzên me soza ku dane şêniyên herêmên Şehbayê pêk anîn û dê pêk bînin jî.”

Derbarê valakirina gundên li nêzî herêmên ku hatin rizgarkirina ji aliyê çeteyan ve jî Ebû Stêf ev tişt anîn ziman: “ Çeteyên DAIŞ’ê dixwazin ku wan herêmên ji şêniyên wê yên resen vala bikin. Ji ber ku piraniya şêniyên wan herêmên ji pêkhateya Kurd in.”

Ebû Stêf diyar kir ku piştî ku herêma Minbicê ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin, leşkerên artêşa Tirk derbasî bajarê Cerablusê bûn û li gel emîrên çeteyan hevdîtin pêk anîn û wan hevdîtinan de, lihevkirin ku bê tu gule werin avêtin, artêşa Tirk derbasî bajar bibe.

Ebû Stêf da xuyankirin ku artêşa Tirk bi êrîşên xwe yên li ser gundên Kantona Efrînê dixwaze ku derbeyê li hêzên wan bixe û pêşketina wan di herêmên Şehbayê de asteng bike û wiha pêde çû: “Ev siyaseta ku Erdogan li herêmê dide meşandin, siyaseteke binkeftî ye. Hebûna me ya li herêmên me jî serkeftina me û binkeftina wan siyasetan nîşan dide. Ev kiryarên Erdogan dê beleyan bîne serê wî.”

Fermandarê Cebet El-Ekrad Ebû Stêf di dawiya axaftina xwe de got ku piştî ku hêzên wan 3 gundên Şehbayê rizgar kirin, zêdetirî 100 ciwanên herêmê beşdarî nava hêzên wan bûn û dixwazin ku herêmên xwe biparêzin.

(dm)

ANHA