1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. ‘Ji bo hilbijartinên 2017’ê pêwîste parlamento bê aktîvkirin’
‘Ji bo hilbijartinên 2017’ê pêwîste parlamento bê aktîvkirin’,ji,bo,hilbijartinên,2017,ê,pêwîste,parlamento,bê,aktîvkirin

‘Ji bo hilbijartinên 2017’ê pêwîste parlamento bê aktîvkirin’

Parlamentera YNK’ê Telar Letîf got ku ger Serokatiya Herêma Kurdistanê neyê nûkirin û parlamento neyê aktîvkirin, wê demê ne gengaze hilbijartinên 2017’ê di dema xwe de pêk werin

A+ A-

HÛŞMEND KURDÎ/ GERMIYAN

Tê payîn ku wê di 2017’ê de hilbijartinên Serokatiya Herêma Kurdistanê û parlamentoyê pêk werin. Ji bo pêkhatina van hilbijartinan jî divê parlamento bê aktîvkirin û Serokê Herêma Kurdistanê jî yasayî be. Belê ti ji van herduyan jî nînin.

Der barê hilbijartinên 2017’ê de Parlamentera YNK’ê li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Telar Letîf ku ji ajansa me re axivî, diyar kir ku ew bawer nake hilbijartin di dema xwe de bên kirin û wiha dewam kir; “Heya niha yasaya Serokatiya Herêmê nehatiye nûkirin û ev yasa jî bûye sedema paşxistina parlamentoyê û çêbûna krîzên siyasî yên niha li Herêma Kurdistanê hene. Ev wê dîsan bibin astengî ji bo pêkhatina hilbijartinên 2017’ê. Ger parlamento neyê aktîvkirin, ne gengaze ku hilbijartin pêk werin.”

Telar Letîf wiha jî got; “Hinek yasayên giring hene ku divê em li ser bixebitin. Her wiha pêwîstiya me bi qeydkirina dengê hilbijêran heye. Ji bo hilbijartinekî serkeftî pêk were. Hêvî dikim hilbijartinên 2017’ê bibin çareseriyek ji bo krîzên heyî. Belê ez cardin diyar dikim bi vî şêwey wê hilbijartin di dema xwe de pêk neyên. Her wiha pêşî girtina li aktîvkirina parlamento û nû nekirina yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê, hizbî ye, ne yasayî ye.”

Parlamentera YNK’ê li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Telar Letîf di dawiya axaftina xwe de wiha jî got; “Posta Serokatiya Herêma Kurdistanê bi şêweyek ne yasayî di destê PDK’ê de ye. Li gor yasaya hejmar 19’ya 30’ê Hezîranê, cardin mafê namzetê PDK’ê ku Mesûd Barzanî ye, nîne xwe namzet diyar bike. Ji ber tenê dema dirêjkirina ji bo Barzanî du sal bûn û ew mafê wî bi dawî bû.”

(sk)