1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Ji Yekîtiya Star biryarên girîng
Ji Yekîtiya Star biryarên girîng,ji,yekîtiya,star,biryarên,girîng

Ji Yekîtiya Star biryarên girîng

Konferansa Yekîtiya Star a Kantona Efrînê ya xebatên salekê bi biryarên girîng û hilbijartina 5 endamên Kordînasyona Giştî bidawî bû

A+ A-

EFRÎN – Konferansa Yekîtiya Star a Kantona Efrînê ya xebatên salekê bi biryarên girîng û hilbijartina 5 endamên Kordînasyona Giştî bidawî bû.

Duh konferansa salane ya Yekîtiya Star a Kantona Efrînê ku bi durişmeya “Azadiya Rêber APO misogeriya azadiya jinê ye” hat organîzekirin.EFR-

Di konferansê de li ser navê Rêveberiya Xweseriya Dermoaktîk Fatma Likto axivî û got: “Rêxistina Yekîtiya Star karîbû xwe birxistin bike û rola jinê di nava şoreşê de aktîf bike. Jinê bi vîna xwe ya mezin di aliyê siyasî û leşkerî de xwe îsbat kir.”

Piştre rapora salane ya ya kar û xebatê ji aliyê Endama Kordînasyona Yekîtiya Star Hêvîn Hisên ve hat xwendin. Piştre kar û xebata ku hatiye kirin ji aliyê beşdarên konferansê ve hatin nirxandin û derbarê wê de nêrîn û pêşinyar hatin vegotin.

Piştî gotûbêjên berfireh ev biryar hatin standin. Hin biryarên ku di konfransê de hatin girtin ev:

1- Her endameke saziyan dibe endama komînê.

2- Divê her komînek arşîva navên endamên saziyan kom bike.

3 – Akademiyeke din a Yekîtiya Star a perwerdehiya girtî (ji 2 heta 4 mehan) were vekirin.

4 – Her 6 mehan carekê civînek were lidarxistin.

5 – Pêdiviyên jinên mexdûr werin peydakirin.

6 – Divê her saziyek nerîna Kordînasyona Yekîtiya Star derbarê xebitandina jinan de di ber çavan re derbas bike.

7 – Divê ji bo zarokan komîn werin avakirin.

8 – Bi awayekî berdewam civînên jinan werin lidarxistin û perwerde were organîzekirin.

9 – Derbarê perwerdeyê de bi welatiyan re gotûbêj were kirin.

10 – Dewreyên perwerdeyên vekirî dewam bikin.

11- Kampaniya jinûve avakirina komînan û temamkirina komîteyên wan were destpêkirin.

12 – Navendên komînên jinan werin vekirin.

13- Hejmara endamên jinan di komînên TEV-DEM’ê de were temamkirin.

14- Hemû rêveberên saziyan xwe fêrî zimanê Kurdî bikin. Piştî vê biryarê bi du mehan rapor bi zimanê Kurdî tê radestkirin.

15- Her mamosteyeke zimanê Kurdî endamên jin ên komînan û kesên derveyî wan perwerde bikin.

16 – Ji komînên aborî û hwd re civîn werin lidarxistin.

17- Komîteyên jinên ciwan di nava komînan de werin avakirin.

18 – Semîner û civîn ji welatiyên re werin lidarixstin û derbarê zewaca bi temenê zû de hişyarî were kirin.

19 – Komîteya Têkiliyên Dîplomatîk divê gundên kantonên ên hatine rizgarkirin serdan bike da ku xwe bigihîne hemû jinan.

20 – Perwerdeya leşkerî were organîzekirin û tabûreke leşkerî ya jinan were avakirin.

21 – Li pêşiya siyaseta koçberiyê rê were girtin.

22 – Ji bo serbestberdana têkoşera kurd Zeyneb Celalî ya di girtîgeyên Îranê de kampanya were destpêkirin.

Piştî ku ev biryar hemû hatin erêkirin, hilbijartinan çêkirin. Ji bo Kordînasyona Giştî ya Yekîtiya Star a kantona Efrînê ‘ Şêrîn Hesen, Medya Berekat, Wehîda Xelîl, Ayşe Xezna û Newroz Haşim’ hatin hilbijartin.

Li vir konfrans bi dawî bû.

(he)

ANHA