1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Jin berê xwe didin Nisêbînê
Jin berê xwe didin Nisêbînê,jin,berê,xwe,didin,nisêbînê

Jin berê xwe didin Nisêbînê

A+ A-

MÊRDÎN (DÎHA) - Jinên ku li Mêrdînê hatin cem hev ji bo ku pêşiya qatlîamên ku dewlet pêk tîne bigirin dê berê xwe bidin Nisêbînê peyama "Em weke dayik dikarin xwînê bidin rawestandin. Ji ber ku herê zêde di şer de em êşê dikişînin. Ji bo ku hemû jin û dayik ji vê re bibêjin raweste em li bendê ne ji bo Nisêbînê rabin ser piyan" dan.

Hevparên Kongreya Jinên Azad (KJA) ji bo tevli berxwedana Nisêbînê bibin ketin nava tevgerê. Jinên ku beriya biçin Nisêbînê li ber avahiya DBP'ê ya Mêrdînê hatin cem hev û li vir li ser navê jinan Besna Gunay axivî û bal kişand li ser qatlîamên li navçeyê. Gunay wiha got: "AKP û Erdogan qey dibêjin bi rijandina xwînê me tune bikin. Lê em bi vî rengî tu caran tune nabin. Êdî divê ev xwîn bê rawestandin. Em êdî aştiyê dixwazin."

Gunay anî ziman ku yên li Nisêbînê tên qetilkirin zarokên wan in û ji bo ku bi welatiyên ku li Nisêbînê li ber xwe didin re bin dê biçin navçeyê. Hamîde Çoltu jî diyar kir ku li Nisêbînê hikûmet bêyî ku bibêje jin an jî zarok e qatlîamê pêk tîne. Çoltu bilêv kir ku gel demokrasî û aştiyê dixwaze û wiha axivî: "Lê li hemberî vê daxwazê hikûmet xwînê dirijîne. Li Nisêbînê heta niha jin û zarok hatin qetilkirin. Ji bo ku em vê yekê bidin rawestandin em ê biçin Nisêbînê."

Berfîn Ozturk jî destnîşan kir ku divê hemû dayik ji bo xwînê rawestine bikeve nava hewldanan û ev tişt anî ziman: "Em weke dayik dikarin xwînê bidin rawestandin. Ji ber ku di şer de herî zêde em êşê dikişînin, em digirîn. Ji bo ku hemû dayik ji vê re bibêjin raweste em li bendê ne ji bo Nisêbînê rabin ser piyan."

Jin dê di saetên pêş de ber bi Nisêbînê ve derkevin rê.

(sa)


Bêjeyên Miftehî