1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Jinan li Mûşê Mala Hunerê ya Qedîm vekirin
Jinan li Mûşê Mala Hunerê ya Qedîm vekirin,jinan,li,mûşê,mala,hunerê,ya,qedîm,vekirin

Jinan li Mûşê Mala Hunerê ya Qedîm vekirin

A+ A-

MÛŞ (DÎHA) - 3 jinên li Muşê hatin cem hev, li gel hemû zahmetiyan gavek nû avêtin û Mala Hunerê ya Qedîm vekirin.

3 jinên bi navê Betul Guven, Birsel Çakçi û Emel Alakuş li Mûşê hatin cem hev û ji bo xizmeta hunerê gaven nû avêtin. Jinan li taxa Hurriyetê ji bo xizmeta çand û hunerê Mala Hunerê ya Qedîm vekirin û pêşengiyek nû kirin. 3 jinan li gel hemû astengiyan daxwaz û xeyalên xwe pêk anîn û dest bi xizmeta hunerê kirin. 3 jin bi xebatên hunerê hatin cem hev û di qada çand û hunerê de pêşengiyek nû kirin. 3 jinên ku salek berê hatin cem hev û dest bi xebatê kirin, ji bo hemû tiştên di xwezayê de xweşik pêk bînin dest avêtin xebatên hunerî. Jinan anîn ziman ku ji bo piçekî ji siyasetê dûr bikevin û bêhna civakê fireh bike dest bi vê xebatê kirine. Jinan li Mala Hunerê ya Qedîm dest bi xebata xeratî, fesaliya qumaş û rengandina alavan kirin. Jinan bi hunerê destan û boyaxkirinê ahîzeyên malan, xemlên dîwar û maseyan çêdikin û tabloyan çêdikin. Jin hem xebatên xêzkirina resîm, çêkirina tabloyan dikin û hem jî alav û amûrên xemlê çêdikin. Dîsa bi xebatên hunera Ebru rengekî din li hunerê xwe zêde dikin.

'Em dixwazin gel bikişînin nava hunerê'

Jin li Mala Hunerê ya Qedîm, bi fesala qumaş, xerat, boyax, hunera Ebru û rezîmên resasê hunerên destan pêş dixin û hewl didin ku bala her kesî bikişînin ser xebatên hunerê. Li aliyê din jî alavên hediye çêdikin û çand û hunera xweser ya aydî Mûşê çêdikin.

Jina bi navê Betul Guven, anî ziman ku ji bo pêşerojê gelek hunerê wan hene û wiha got: "Em bi projeya Galeriya Hunerê xebatên komelebûnê dimeşînin. Em dixwazin bi avakirina vê komeleyê li Mûşê hunerê pêş bixin û bala her kesî bikişînin ser hunerê. Ger ku xebatên me mayinde bibin em dê gelek berheman biparêzin."

Guven, da zanîn ku di destpêkê de bi fikar bûn û kesî bawer nedikir ku vê xebatê pêk bînin. Guven, anî ziman ku ew bi çavekî demborî li xebatên hunerê nanerin û hewl didin ku li gorî wateyê hunerê pêş bixin. Guven, destnîşan kir ku yek ji armanca hunerê tiştên xweşik bi mirovan re parve bikin û pêşkêşî mirovan bikin û wan jî li ser vê ferasetê û esasê dest bi xebatê kirin.

Guven, bilêv kir ku her tişt bi siyasetê nayê dayîn û hewl didin ku peyamên xwe bi hunerê bidin gel.

Guven herî dawî anî ziman ku xebatek wan a zarokan ku mijara jinê digire dest jî heye û dê di demên pêş de projeyên xwe yên nû têxin meriyetê.

(mae)