1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Kamuran Mentik: Li gel PDK'ê projeyek a çareseriyê nîne
Kamuran Mentik: Li gel PDK'ê projeyek a çareseriyê nîne,kamuran,mentik,li,gel,pdk,ê,projeyek,a,çareseriyê,nîne

Kamuran Mentik: Li gel PDK'ê projeyek a çareseriyê nîne

Mamostayê Zanîngeha Selahedînê Dr. Kamuran Mentik destnîşan kir ku ew hewildanên niha ji bo çareseriyê destpêkirine demê wê derenge û gavên ji bo çarseriyê gelek lewazin û got ku ligel PDK'ê projeyek ya çareseriyê nîne

A+ A-

HANA AZAD / HEWLÊR

Li Herêma Kurdistanê niha Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi rêya şandekê serdana aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dike. PDK vê hewldana xwe jî weke çareserkirina krîzên Başûrê Kurdistanê bi nav dike.

Li ser mijarê Mamostayê Zanîngeha Selahaddîn Dr. Kamuran Mentik j ajansa me re axivî û ragihand ku ji bo van hewildanên tên kirin dem dereng ketiye û gavên ji bo çareseriyê gelek lewazin. Mentik got: "Heya niha projeyek zelal nîne ji bo rewşa niha li Herêma Kurdistanê heye. Ev yek jî derketiye holê, ligel PDK'ê projeyek a çareseriyê nîne. Vê yekê wisan kiriye ku xelk bê hêvî bibin."

Mentik destnîşan kir ku ji bo çareseriyê pêwîste destpêkê parlamentoya Herêma Kurdistanê bê aktîvkirin, ji ber ku vê pêwîstî bi guftûgokirinê nîne.

Kamuran Mentik da zanîn ku eger niyetên PDK'ê yên kuştina dem nebe, pêwîste parlamentoyê aktîv bike. Mamostayê Zanîngeha Selahaddîn Dr. Kamuran Mentik der barê di vê rewşê de erkên partiyên Başûrê Kurdistanê jî wiha got; "Partiyên Başûrê Kurdistanê di helwestên xwe de ne cidîne. Heya niha jî berjewendiyên xwe li pêş berjewendiyên giştî dibînin."

(ab)