1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Kantona Cizîrê ew ceza girantir kir
Kantona Cizîrê ew ceza girantir kir,kantona,cizîrê,ew,ceza,girantir,kir

Kantona Cizîrê ew ceza girantir kir

A+ A-

QAMIŞLO –  Heft xal di beşa pêncan a zagona şûnwaran ku cezayan diyar dikin, hatin guhartin.


Beriya demekê Hevserokatiya Kantona Cizîrê li ser sererastkirina zagona girêdayê cihên dîrokî erê kir. Der barê xalên hatin guhartin de Rêveberê Giştî yê Gerok û Şûnewaran ê Kantona Cizîrê Amir Ehmed agahî dan.


Ehmed li ser girîngiya vê zagonê destnîşan kir ku Kantona Cizîrê xwedî şûnewarên zengîn e, lewma pêwîstî bi parastina wê heye û bi armanca ku ev cih neyên xerabkirin û bi awayekî dizî neyên kolandin, desteneçar mane ku cezayan hîn girantir bikin.


Li ser vê bingehê di 26`ê îlona 2016`an de pêşniyara sererastkirinê ji Hevserokatiyê re hatiye rêkirin û ji aliyê Hevserokatiyê ve hatine erêkirin.


Xalên hatine guhartin wiha ne:
- Di madeya 56`an de cezayê 500.000 - 1.000.000 bû 1 milyon heta 5 milyonan.
- Di madeya 57`an de ceza ji 100 hezarî heta 500 hezarî derket 500.000 - 1.500.000.
- Di madeya 58`an de ceza ji 25.000 heta 500.000 derket 250.000 heta 500.000.
- Di madeya 59`an de ceza ji hezarî heta 10 hezarî derket 250 hezarî heta 500 hezarî.
- Di madeya 60`an de ceza ji hezarî heta 10 hezarî derket 100 hezarî heta 300 hezarî.
- Di madeya 61`an de, cezaya girtinê ji mehekê heta du salan derket 3 mehan heta du salan, her wiha ya pereyan jî ji 500  heta 5 hezarî derket 150 hezarî heta 250 hezarî.


- Di madeya 62`an de cezaya girtinê ji mehekê heta 6 mehan derket 6 mehan heta salekê û ya pereyan jî ji 5 hezarî derket 50 hezarî heta 250 hezarî.


Rêveberê Giştî yê Torîst û Şûnwara Ehmed di dawiya gotinê xwe de bang li şêniyan kirin ku xwedî li cihê dîrokê derkevin û ji diziyê biparêzin.