1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Kongra-Gel: Êşa me mezin e
Kongra-Gel: Êşa me mezin e,kongra,gel,êşa,me,mezin,e

Kongra-Gel: Êşa me mezin e

A+ A-

24 Cotmeh 2011 BRUKSEL - Serokê Giştî yê Kongra-Gel Remzî Kartal ji malbatên kesên di erdheja Wanê de jiyana xwe ji dest dane sersaxî û ji bîrandaran re jî şîfa xwest. Kartal got, “Êşa me mezine e” û banga “Di serî de şaredariyên me divê hemû saziyên me bi giyanê seferberiyê xwedî li gelê me derbikeve.”

Serokê Giştî yê Kongra – Gelê Remzî Kartal, got “Ez ji malbatên kesên di encama erdheja tund a li Wanê de jiyana xwe ji dest dane sersaxiyê dixwazim û ji birîndaran re jî şîfayên lezgîn dixwazim.”

Kartal di peyama xwe de ev tişt diyar kir: “Di demek ku dewletê li hemberî kurdan dest bi şer kiriye de, erdheja li Wanê gelek encamên bi êş derxistine holê. Êşa me mezin e. Niha dem dema bi giyanê welatparêziyê dema piştgiriyê ye. Di serî de şaredariyên me lazime hemû saziyên me bi rûha seferberiyê xwedî li gelê me derkeve. Di van rojan de lazime gelê me xwedî li hev derbikeve û piştgiriya xwe xurt bike. Di vê çarçoveyê de ez ji gelê xwe yê rastî erdhejê hatine sersaxî dixwazim, ji birîndaran re şîfa û ji xwedê jî ji bo miriya rehmê dixwazim.”

ANF NEWS AGENCY


Bêjeyên Miftehî