1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Li Amedê roja bîranîna Feqîyê Teyran
Li Amedê roja bîranîna Feqîyê Teyran,li,amedê,roja,bîranîna,feqîyê,teyran

Li Amedê roja bîranîna Feqîyê Teyran

A+ A-

Li Amedê îro ji bo bîranîna helbestvanê Kurd Feqîyê Teyran, li ser Pira Dehderî bernameyek hat lidarxistin. Bernameya ji alîyê Şaredariya Mezin a Amedê, Kurdî Der, Eğitim-Sen Şaxê Amedê û Komeleya Nivîskarên Kurd ve hat amedekirin. Şaredarê Amedê birêz Osman Baydemir, gelek hunermendên Kurd û hemvelatî tevî bernameyê bûn. Helbestvan û nivîskaran ji helbestên Feqîyê Teyran hindek helbest xwendin. Hunermenên weke Mehmet Atli û Farqîn Azad bi stranên xwe bername xemilandin. Di dawîya bernameyê de hunermend û kesên ku tevlî bernameyê bûn tevde ji ser pirê qerenfîl avetin çemê Tigrîs.

Hat daxuyanîkirin ku, bernameya ku bi diruşma “Ne Adar e ne Nîsan e, îro roja Feqiyê Teyran e” hat li darxistin wê her sal roja 13'yê nîsanê bê dubarekirin.