1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Li Efrînê dewreya çand û hunera Kurdî
Li Efrînê dewreya çand û hunera Kurdî,li,efrînê,dewreya,çand,û,hunera,kurdî

Li Efrînê dewreya çand û hunera Kurdî

A+ A-

EFRÎN – 20 endamên Tevgera Çand û Hunera Demokratîk ên Kantona EFrînê dewreya perwerdyê, bi dawî kirin.

Li Akademiya Şehîd Şukrî ya Fikir û zanistê ya Kantona Efrînê, yekemîn dewreya perwerdeyê ku di 5’ê îlonê de hatibû destpêkirin û 20 endamên Tevgera Çand û Hunera Demokratîk beşdarê bibûn û 12 rojan dom kir, bi merasîmekê bidawî bû. Dewre di bin navê dewreya Şehîd Dilgeş de, hatibnû organîzekirin.EFRIN-MABETA-DAWIBUNA-PERWERDEYA-CAND-U-HUNER-1

Merasîma bidawkirina dewreyê li Akademiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Pişter jî Endama Koordînasyona Yekîtiya Star Zelal Ceger axivî û got ku armanca serke ji van perwerdeyên Çand û Hunerê ew e ku bingeha çanda û Hunera kurdî li gel endaman bê rûnişkandin, da ku karibin nifşekî nû ku bi çand û Hunera xwe ve girêdayî ava bikin.

Ceger da zanîn ku her tişt di civakê de bi çand û Hunerê ve girêdayî ye û wiha domand:”Eger em bixwazin ku Çand û Hunera kurdî li nava civakê belav bikin, divê em bê navber û ji dil kar bikin, da ku em karibin Çand û Hunera kurdî ku siyasetên pişaftinê yên sîstemên desthilatdar li ser hatiye meşandin, vegerînin riya rast.

Di dawiyê de jî Ceger ji beşdaran re got divê hûn jî piştî ji vir derkevin, hemû tiştên ku we di perwerdeyê de dîtine li nava civakê belav bikin, da ku çanda kurdî her zindî bimîne.

Di dawiyê de jî beşdaran perwerdeya xwe nirxandin.

Di dewereyê de waneyên derbarê dîroka Çand û Hunera kurdî, şerê taybet, rastiya serokatî, dîroka Kurdistanê, Netewa Demokratîk û semînerên çandî, hatin dayîn.

(dm)

ANHA