Li Çelê helîkopterek hat xistin
Li Çelê helîkopterek hat xistin, helîkopterek derbe xwar
Serweriya gerîlayên HPG’ê ya ji tîrmehê ve li ser Colemêrgê berdewam dike. Di vê çarçoveyê de di çalakiyên gerîlayan di 19-20’ê cotmehê de li navçeyên Çelê, Şemzînan û Geverê hin rêze çalakî li dar xistin. Hat diyarkirin ku gerîlayan li Çelê helîkoptera bi tîpa Skorsky xistin û helîkopterek din jî derbe xwariye. HPG’ê îdîaya ku dibêje 50 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan derewand. HPG’ê çalakiya li dijî lûleya petrolê ya Bazîdê jî girt ser xwe.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR) der barê çalakî û pevçûnên li van herêmên di bin kontrola gerîlayan de agahî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku gerîlayan di çarçoveya serweriya li ser navçeyên Şemzînan, Gever û Çelê de hin rêzeçalakî li dar xistine.
AGIR BI SKORSKY KET Û KET XWARÊ
HPG-NÇR’ê der barê açalakiyên gerîlayan de ev agahî da: “19’ê cotmehê saet di 16.00 gerîlayên me li Kepê Mirîşka ya navçeya Çelê li dijî helîkoptera tîpa Skorsky a artêşa dagirker a Tirk çalakiyek li dar xistine. Di çalakiyê de gerîlayan derbeyek giran li helîkopteran xistine, gava ku xwest li herêma Bilêcanê deyne, agir vê ketiye û ketiye xwarê. 16 leşkerên di helîkoptera Skorsky de mirine.
HELÎKOPTERA KOBRA DERBE XWAR
20’ê cotmehê saet di 12.00 de gerîlayên me li helîkoptera Kobra artêşa dagirker a Tirk ya ku dixwest êrîşê herêma Garê ya Çelê bike, xistine. Helîkotpera kobra ku derbeyek giran xwariye, neçar maye ku bi awayeke lezgîn li Çelê deyne.
20’ê cotmehê saet di 15.00 de, gerîlayên me li herêma Kepê Mirîşkan li dijî leşkerên artêşa dagirker a Tirk çalakiyek li dar xistine. Di çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehatiye zelalkirin.
LI DIJÎ ALAYA BILÊCANÊ ÇALAKÎ
20’ê cotmehê saet di 08.00-17.00 ji aliyê gerîlayên me ve li dijî Alaya Bilêcanê ya girêdayî navçeya Çelê çalakiyek hatiye lidarxistin. Gerîlayên me bi awayeke bi bandor li hedefan xistiye, hejmara kuştî û birîndaran ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Operasyona ku artêşa dagirker a Tirk ji 19’ê cotmehê ve li derdora Alaya Bilêcanê daye destpêkirin berdewam dike.
LI ÇELÊ TU WINDAHIYÊ ME TUNE NE
Çapemeniya şerê taybet a der barê pevçûnên di encama operasyona artêşa dagirker a Tirk di 14’ê cotmehê de li Geliyê Tiyarê yê navçeya Çelê da destpêkirin û di encamê de derbeyên giran xwar, de agahiyên spekulatîf belav dike. Agahiyên ku dibêjin di vê hefteya dawiyê de, di pevçûnên li vê herêmê de 50 gerîlayên me jiyana xwe ji dest dane, ji derewê jî wêdetir in. Ji bilî hevalên me yên ku me nasnameya wan bi raya giştî re parve kir, tu wendahiyên me yên din çênebûne.
LI OREMARÊ LI DIJÎ ARTÊŞ ATIRK ÇALAKÎ
Di 20’ê cotmehê de li herêma Oremarê ya girêdayî navçeya Geverê, di navber gerîlayên me yên çûbûn wezîfeyê û leşkerên artêşa dagirker a Tirk de li Geliyê Xopînê pevçûnek demkurt qewimiye. Di pevçûnê de hejmara mirî û birîndaran nehatiye zelalkirin.
19’ê cotmehê saet di 14.30-15.00 de li herêma Oremarê ya Geverê, gerîlayên me li dijî yekînên artêşa dagirker Tirk a ku ji bo bidestxistina girên Şehîd Rehîme û Şehîd Şiyar, ber bi pêş ve dihat, çalakiyek li dar xistine. Di çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên leşkeran nehatiye zelalkirin.”
LI DIJÎ LÛLEYA GAZA XWEZAYÎ ÇALAKÎ
Her wiha, HPG-NÇR’ê, çalakiya şevê din li dijî lûleya petrolê ya di navbera Îran û Tirkiyeyê de pêk hat jî girt ser xwe û got; “Di 20’ê cotmehê, saet di 16.30 de li nêzî gundê Zorava yê navçeya Bazîda Agiriyê ji aliyê gerîlayên me ve li dijî lûlleya petrolê ya di navbera Îran û Tirkiyeyê de çalakiyek hatiye lidarxistin. Di çalakiyê de xeta lûleya petrolê ziyanek mezin dîtiye.”
ANF NEWS AGENCY
