1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Mehmûd Osman: Dewleta Tirk dixwaze Mûsilê dagir bike
Mehmûd Osman: Dewleta Tirk dixwaze Mûsilê dagir bike,mehmûd,osman,dewleta,tirk,dixwaze,mûsilê,dagir,bike

Mehmûd Osman: Dewleta Tirk dixwaze Mûsilê dagir bike

A+ A-

KOVAN REŞÎD/ HEWLÊR / ROJNEWS

Siyasetmedarê Kurd Dr. Mehmûd Osman diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze bi leşkerkêşîna Başîka herêma Mûsil dagir bike û wiha got; "Ti mafek ê Enqere nîne leşkeran bişîne Başûrê Kurdistanê. Ger di çareseriya pirsgirêka Kurd de cidiye, divê yekem Birêz Ocalan azad bike."

Siyasetmedarê Kurd Dr. Mehmûd Osman ku armanca leşkerkêşiya dewleta Tirk a ji bo herêma Başîka ya Mûsil û deverên din ên Başûrê Kurdistanê ji RojNews re nirxand wiha peyîvî; "Dewleta Tirk dixwaze ku piştî Mûsil ji DAIŞ'ê azad bû, bikeve bin kontrola wê de. Li gor min ne tenê ji herêma Başîka, deverên din ên Başûrê Kurdistanê ku 20 salin leşkerên Tirk lê ne, divê êdî bên derxistin."

'Erdogan li dijî destkeftiyên Başûrê Kurdistanê ye jî'

Siyasetmedarê Kurd Dr. Mehmûd Osman di dewama axaftina xwe de wiha got:

"Bi xwe rejîma Tirk an jî hîn rastir rejîma Erdogan, ji ber Ahmed Davutoglu ne zêde giring e, li dijî Kurdan e. Li Başûr û her cihekî din dijî Kurdan in. Li ti cihekî Kurdan nas nakin. Belê îro ji ber karê wan bi Başûr heye, bi petrol, gaz û şîrketên Başûr karê wan heye. Li gor wan divê Kurd ne li Rojava, ne li Bakur û ne jî ti cihên din xwedî destkeftî bin. Heya Erdogan bi xwe got ku em nahêlin li bakurê Sûriyeyê tiştek weke Başûrê Kurdistanê ava bibe. Ev jî tê wateya ku li dijî Başûrê Kurdistanê ye jî. Ew timî hebûna Kurdan ji bo xwe wek metirsiyekê dibînin.

Birêz Ocalan ji bo pêkhatina aştiyê pir pêngav avêtin

Kurd timî ji bo aştiyê amade bûne. Birêz Ocalan di rastiyê de ji bo aştiyê pir pêngav avêtin. Belê dewleta Tirk naxwaze li gel diyalog çêke. ev jî pirsgirêka dewleta Tirk bi xwe ye.

Dewleta Tirk dixwaze Mûsilê bixwe dibin kontrola xwe de

Hatina leşkerên Tirk ji bo herêma Başîka, dewleta Tirk dixwaze ku Mûsilê bêxwe dibin kontrola xwe de. Naxwazin ku Mûsil rizgar bibe û bikeve bin destê Îran, Heşdî El Şeebî û ti hêzên din de. Dixwazin ew bi xwe li wir bin. Têkilî li gel Sûnneyên Ereb ên vir jî çêkirine. Her wiha li gel hêzên weke Heşdî Nîştîmanî têkiliyên wan hene. Dixwazin bi rêya van Mûsilê kontrol bikin. Amerîka jî vê dizane. Beşek Kurdan jî vê dizane. Armanca wan jî ewe dema Mûsil ji DAIŞ'ê rizgar bû, hebûna xwe ya li vir bidomînin. Ji xwe pêştir jî tirkiye di dîrokê de Mûsil weke beşek yê xaka xwe timî hesibandiye. Her çendî dibêjin Iraq ev qebûl kiriye jî, lê Iraq li dijî vê yekê ye. Iraq naxwaze ew li vir bimînin. dijî vê hatina wan in.

Aloziyên nav Kurdan de hişt ku leşkerên Tirk bên Başûrê Kurdistanê

Ev hatina leşkerên Tirk di dema ku şerê birakujiyê navbera YNK û PDK'ê de hebû, sala 1997'ê Tirk hatin. Vê rewşa Kurdan bi xwe Tirk vexwandin ku hatin û ev nêzî 20 sal in li virin. Li gor min jî leşkerkêşiya dewleta Tirk a herêma Başîka Amerîka jî li pişt e. Ger Amerîka û çend aliyên din nexwazin, dema bêjin vekişe, wê demê Tirkiye mecbûre ku vekişe. Ji ber ev mayîna leşkerên tirk a li Mûsilê beşeke ji stratejiya wan. Dest ji vê bernadin jî. Naxwazin Îran û Şîe li Mûsilê kontrol bikin. Li pişt vê destê Siudiye, Amerîka jî heye. Ev hemû li gel Tirkiyeyê dixwazin li vir kontrola xwe berdewam bikin.

Li gor min jî divê Kurd yekgirtû bin. Hewl bidin bi yek deng li gel hemû aliyan biaxivin. Ji bo ev aliyane jî hesabekê ji bo Kurdan bikin. Ji ber ji bo Kurdistanek serbixwe hewldan û xebat pêwîst e. Ev tenê bi gotinê çênabe. Hebûna leşkerên Tirk a li Herêma Kurdistanê heya niha ti kesê bi cidî dijî vê derneketine. Tenê vêna bi gotin dibêjin. Di hebûna leşkerên Tirk de ne tenê rola Mesûd Barzanî û PDK hene. Aliyên din jî rola wan têde heye. Belê tenê ya PDK'ê hinek zêdetire. Ji ber ku sînorê wan li gel Tirkiyeyê. Ji ber ku peywendiyên Tevgera Goran û YNK'ê zêdetir li gel Îran hene. Ji ber sînorê wan li gel Îranê ye. Herêma sînorê têkiliyên gel Tirkiyeyê jî PDK lê ye. Dîsan meseleya petrol, meseleya bazirganî û gelek tiştên din hene. Li gor min divê Başûrê Kurdistanê yek bin. Bila hemû xwedî yek helwest bin. Li hemberî Tirkiye, îran û her cihek din.

Îro herî zêde pêwîstiya Kurdan bi pêkhatina Kongreya Neteweyî heye

Dîsan pêkhatina Kongreya Neteweyî giringe. Li gel parçeyên din bûna alîkar. Her wiha divê leşkerên Tirk ne tenê ji herêma Başîka, ji hemû herêmên din ên pêştir lê bicih bûne jî vekişin. Ev êrîşeke li ser xelkê herêmê ye û gel ji vê zerer dibîne. Ev ne mafê hikûmeta Enqere ye ku vê bike. Pêwîst e diyalogê pêş bixe. Divê Birêz Ocalan azad bike. Ger di rastiyê de dewleta Tirk di çareseriyê de cidî ye, divê Birêz Ocalan azad bike. Ger azad neke wê demê ne cidiye. Ji ber ku Kurd bi giştî ji bo diyalog û aştiyê amade ne. Ji bo wê jî pêwîst e vê bikin. Ne ku êrîş bikin, şer dijî Kurdan bikin. Ji ber ku ev 30 sale vê siyaseta şer dijî Kurdan dimeşînin. Lê heya niha ti encamek jê ne girtiye. Ev 16 salin bi şêweyekî bêguneh Birêz Ocalan xistine di girtîgehê de. Pêwîst e azad bikin û li gel diyalog pêş bixin. Azad kirina Birêz Ocalan ji bo Tirk, Kurd û hemû kesê baş e.

Îro li Rojhilata Navîn gûhertinên mezin pêk tên. Ger Kurd îro yek nebin wê weke faktorek giring ji bo wan hesab jî neyê kirin. ji bo wê jî divê li Bakur, Rojava, Başûr û Rojhilat Kurd yekîtiya xwe ya neteweyî çêbikin. Kongreya Neteweyî pêk bînin."

(sk)