1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Meşvanên aştiyê: Heke roj ji Rojhilat hil neyê em ê di tariyê de bimînin
Meşvanên aştiyê: Heke roj ji Rojhilat hil neyê em ê di tariyê de bimînin,meşvanên,aştiyê,heke,roj,ji,rojhilat,hil,neyê,em,ê,di,tariyê,de,bimînin

Meşvanên aştiyê: Heke roj ji Rojhilat hil neyê em ê di tariyê de bimînin

A+ A-

ENQERE (DÎHA) - "Însiyatîfa ber bi aştiyê ve dimeşim" a ku ji bo şermezarkirina qatlîamên li Kurdistanê ji Bodrumê ber bi Amedê meş li dar xist diyar kirin ku ji bo ku ji Rojhilat ber bi Rojava re bibin dengê aştiyê hewl didin û nirxandina "Em dizanin ku heke roj ji Rojhilat hilneyê ji Rojava tu caran hilnayê" kirin.

Komeke bihistiyar a ku li dijî qatlîamên li Kurdistanê ji aliyê dewletê ve hate destpêkirin, ji navçeya Bodrumê ya Muglayê meşa ku dabû destpêkirin gihîşt Enqereyê. Meşa ku ji aliyê "Însiyatîfa ber bi aştiyê ve dimeşim" ve pêk tê li bendê ye ku di 1'ê çileya 2016'an de li Amedê be. Endamên însiyatîfê yên ku bi tevahî ji dildarên aştiyê yên sivîl pêk tên ji anarşîst, jinên serbixwe, sendîkavan, malnîşîn, sosyalîst in. Koma ku ji 35 kesan ve ji Bodrumê weke komeke serbixwe derketin rê ji bo ku bi gelê herêmê re bin anmarca wan ew e ku serê salê bi Amedê bin û li wir pêşwazî bikin. Dildarên aştiyê yên gihîştin Enqereyê armanca xwe û peyama ku bi meşê dixwizin bidin vegotin.

Ji Rojava deng bide Rojhilat

Aktîvîsta aştiyê Hurriyet Karadenîz diyar kir ku ew weke welatiyên li rojava dijîn ji bo ku qêrîna gelê li rojhilat dijî bibin dengek derketine rê û wiha axivî: "Ji Bodrumê, Datçayê jinên ku dijîn wekî dildarên aştiyê ji bo ku ev şer raweste em derketin rê. EM tiştên ku tên jiyîn dibinin, dibihîzin, di dilê xwe de his dîkin. Me her tim pirsa gelo em dikarin çi bikin ji xwe pirsî. Ji ber ku li wê derê şer heye û em dizanin ku divê ev .ê rawestandin. Em jî wekî însiyatîfa sivîl, ji bo daxwaza aştiyê û ji nûve înşa bikin wekî dildarên aştiyê yên Tirkiyeyê xwest ber bi Amedê, ber bi aştiyê ve bimeşin."

'Meşa me qêrîna Rojava ye'

Karadenîz destnîşan kir ku xwestine biçin bajarên ku şer heye û li wir şer hîs bikin û li wê derê aştiyê qîr bikini û ev nirxandin kir: "Belê em 30 kes derketin rê lê em dizanin ku di esasê xwe de yên ku aştiyê dixwazin bi sedan milyon in. Em êdî dizanin ku bi hezaran mirov êdî vî şerî naxwazin, em dibînin û dizanin. Mirov ji dil tên û dibêjin bila êdî jin û zarok nemirin. Em êdî vê baş dizanin ku aştî bi kuştina zarokan pêk nayê. meşa me qêrînek, qêrîna kesên li Rojava dijîn e. Em dibêjin ku derkevin derveyî neçariya ku hînî me kirine, bila aştî pêk bê, çek bêdeng bin. Tenê li Kurdistanê şer nayê meşandin, ev şer dilê me hemûyan diêşîne, mirinên wê derê, em hemû dimirin."

'Ji bo aştiyê înşa bikin em di rê de ne'

Koordînator Meyîl Delen jî anî ziman ku ji bo ku bibir dengê qêrîna aştiyê ya ji Rojhilat bilind dibe derketine rê û ev tixt anî ziman: "Em ji Rojhilat heta Rojava ji bo ji qêrîna 'di esasê xwe de bêdengiya we me dikuje' re bibin deng em derketin rê. Ev çalakiya ku ewil bi şexsî dest pê kir piştre bi beşdariya gelek dildaran ve mezin bû. Ji Bodrumê heta Amedê em meşa aştiyê li dar dixin. Hêvî û armanca me bi dawîkirina şer û pêk hatina aştiyê ye." Delen got ku em bi gotina naxwazin zarokên me bimirin û banga weke gelên li Tirkiyeyê dijîn bi lezgîn pêdîviya me bi aştiyê heye kir.

'Ev agir dê me hemûyan bişewitîne'

Dildara aştiyê Nuray Erdem jî diyar kir ew wekî welatiyên ku welatê xwe hez dikin dixwazin aştiyê înşa bikin û wiha got: "Em wekî welatiyên ku vî welatî hez dikin dixwazin aştiyê înşa bikin. Ji ber uk em dizanin ku heke ev pêvajo bi vî rengî berdewam bike ev agir dê me hamûyan bişewitîne lê em bi daxwaz dikarin vî şerê rawestinin. Em ji bo aştiyê di rê de ne."

(sa)