1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Mihricana Mexmûrê di roja 3. de
Mihricana Mexmûrê di roja 3. de,mihricana,mexmûrê,di,roja,3,de

Mihricana Mexmûrê di roja 3. de

Coşa mihricana Mexmûrê di roja 3'yemîn de gihişt lûtkeyê

A+ A-

MEXMUR (DÎHA) - Bi wesîleya Salvegera Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di roja sêyem de Mîhrîcana Çand û Werzîşê gihişt asta herî bilind.

Li Wargeha penaberan a Şehîd Rustem mîhrîcan di roja sêyemîn de li QadaTEV-ÇAND a wargehê bi koroya xwendekarên seretayî ku derketin ser dike, sirûda neteweyî û bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên Kurdistanê dest pê kir. Pasteya rojbunê ji aliyê endamên Meclisa gel û xwendakarên dibistana dayikê ve hat qutkirin. Xwendekarên dibistana Şehîd Mihemed Karasungur helbestên xwe yên ji Rêberê Gelê Kurd nivîsandibûn xwendin. Ji bo giringî û wateya rojê mamosta Sediq Kara daxuyakirin ku rojbûna Rêberê Gelê Kurd şiyarbûna gelê Kurde û wiha berdewam kir: “Her çiqas Serokatî ne navmede ye jî, em doz û têkoşîna Rêberê xwe ya ji bo me nîşan kiriye de dimeşin. Em wek gelê wargehê çiqasî têkoşina xwe bilind bikin, ewqasî em ê zû bigihin serketinê.” Kara herî dawî got, “Gelê Kurd ê îro berbi Amara dimeşin silav dikin û serketinê ji wan re dixwazin. Paşê xwendekarên dibistana dayikê helbestên xwe xwendin. Mîhrîcan bi pêşbirka dibistanê seretayî ya xort û keçan a telîsan hat berdewamkirin. Piştre dilanên her çar dibistanên seretayî hatin temaşekirin. Mihrican piştî nivro bibernameya xwe ya dewlemend didome.

(kom/mae)