1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Newaya berxwedana jinê: Hêza Jin
Newaya berxwedana jinê: Hêza Jin,newaya,berxwedana,jinê,hêza,jin

Newaya berxwedana jinê: Hêza Jin

A+ A-

MERSÎN (DÎHA) - Koma Jinê ya Xemr-î Mor bi strana "Hêza Jin" giyana jinên ku li Sûr, Cizîr, Nisêbîn û Gevere pêşengiya berxwedana rêveberiya cewherî dikin kiriye newa û pêşkeşî guhdaran kiriye.

Koma Jinê ya Xemr-î Mor ya ji hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ya Mersînê ava bûye, ji bo jinên pêşeng ên berxwedan rêveberiya cewherî bi navê "Hêza Jin" stranek amade kirin. Stran ji aliyê hunermenda NÇM'ê Rojbîn ve hatiye nivîsîn û klîba stranê jî hefteya borî kete weşanê. Hunermend Rojbîn diyar kir ku ev stran ji bo giyana berxwedêr a jinên ku li qadên azad li ber xwe didin nivisiye û got "Di vê newayê de min hewl da ku ez jinên ku li hemberî dagirkeriyê û komkujiyan dibêje 'ez heme' û çanda xwe diparêzin bînim ziman."

'Me hewl da giyana berxwedêr a jinê derxin holê'

Rojbîn da zanîn ku strana bi navê "Hêza Jin" berhema duyemîn a Koma Jinê ya Xemr-î Mor e û wiha pê de çû: "Di berhema yekem de me strana Şehîd Mizgîn a bi navê 'dimeşin' ji nû ve şîrove kiribû. Di vê strana nû de jî me hewl da hêz û giyana berxwedêr a jinê derxin holê." Rojbîn anî ziman ku ew ji giyana berxwedêr a jinan gelek bandor dibe û hewl dide serhildana jinan bike newa.

'Me serhildana jinê anî ziman'

Hunermenda NÇM'ê û endama Xemr-i Mor Hebûn Yuksekbag jî destnîşan kir ku jin di dîrokê de her tim pêşengiya jiyana komunal kiriye û anî ziman ku strana "Hêza Jin" jinên pêşeng ên qadên revêberiya cewherî tîne ziman. Yuksekdag destnîşan kir ku ev stran dibe dengê serhildana jinê û bi vê stranê hewl dane ku jinên berxwedêr ên li Sûr, Cizîr, Gever û Nisêbînê vebêjin. Yuksekbag anî ziman ku bi vê stranê re ew rastiya şoreşê û hêza jinê hîs dike û wiha berdewam kir: "Wek jinên ciwan me di vê stranê de serhildana jinê dît. Bi vê stranê re li hemberî êrîşan me bi çand û zimanê xwe serhildana jinê anî ziman."

(sy)