1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Nirxandina Tevkujîya Dîlokê
Nirxandina Tevkujîya Dîlokê,nirxandina,tevkujîya,dîlokê

Nirxandina Tevkujîya Dîlokê

Em bêjin tevkujîya Dîlokê bersiva êrîşa Xarpêtê bû, nexwe ew lîstika li ser sînorê Cerablûsê çi bû?!

A+ A-

Roja 20'ê Gelawêjê/Tebaxê di saetên ber êvarê de hesabên Twitterê agahî dan ku hêzek çekdar ji alîyê Kilîsê derbasî Qarqamişê bûyê.

Nexşeya ku şerê Rojava û Sûrî diweşîne di malpera syria.liveuamap.com de bi Îngilîzî ev agahî da û hişyarî kir ku hîn ev agahî nehatiye piştrastkirin. Lê hîn nebûbû êvar wan hêzan li ber dîwarên beton vîdeoyên çekdarên ku pala xwe dane blokên beton weşandin û slogan berz kirin.

Di heman demê de Meclîsa Leşkerî ya Minbicê daxuyanîyek da ku êdî operasyona ber bi Bakurê Minbicê ve hatiye bidawîkirin. Hesabê @rojeva_welat ev agahî wiha şîrove kir: "YPG dixwaze Cerablûs di navbera YPG û FSA'yê de tengav nebe û bi hêsanî nekeve destê FSA'yê." Li ji Îsraîlê @cngsgnc jî twît davêt ku YPG'ê Cerablûs belaş daye Turkî û FSA'yê.

Baş e, çima FSA wê şevê neket Cerablûsê, ka wan şervanên pala çekên xwe dabûn dîwarên beton? Ma bi wî rengî çend rojan dê berdîwar bimînin, an dikarin bimînin?

Neçûn!

Lê wê êvarê dîsa malpera syria.liveuamap.com agahî belav kir ku Turkî topan davêje Cerablûsê.

Wê demê rewş cidî bû û li gor vîdeoyên hatibûn parvekirin nedibû ku ew hêz bimana rojeke din, bi îhtîmaleke mezin dê wê şevê têketina Cerablûsê.

Di rewşeke wiha de her welatparêz dê bizane ku DAIŞ/ISIS bersiva Turkî tenê ji alîyê leşkerî ve nade, dê li balefirgeh, siwareyên veguhêzîyê û aborî jî bide. Jixwe Amerîka û welatên Ewropa di daxuyanîyên xwe de ev deverên armanckirî hemû rêz kirine, ne hewce ye em jî rêz bikin.

Hesabê @rojeva_welat twîta jêrîn berêvarî weşand.


Yanî hişyarî ne ji bo bajarên Kurdan bû. Ji ber ku dema du dijmin li hev bixin, herdu jî derban davêjin hev, kes navêje cihê sêyemîn. Lê êvarî êrîşê dawetekê kirin, hem jî li Dîlokê.

Dûre?

Dûre ne FSA ket Cerablûsê, ne şer derket, ne tiştek çêbû.

Yanî?

Yanî bi qasî welatparêz ( @rojeva_welat ) bawer bikin ketin dilqan, bi qasî mixalîfên PKK'ê ( @cngsgnc ) jî mijarê berovajî bikin dilqên wan nehatin tefsilandin.

Turkî nexwest tevkujîya Dîlokê rasterast ji alîyê hemû cîhanê ve were famkirin û tenê PKK fam bike. Gelo di bin re ji PKK'ê re tu agahî şand?

Ma dê agahîyeke çawa bişîne? Wiha: "Te xwar?" An "Te fam kir?" An jî "Ev êrîşa Dîlokê bersiva Xarpêtê bû, bila hûn bîr bibin."

Agahdarkirineke bi vî rengî nabe. Çawa dibe?

Dîsa yek derdikeve, di hesabekî Twiterê de dibêje "bi gumana min ev tevkujî bersiva Xarpêtê bû" û ev agahî tê belavkirin. Peyam digihîje cihê xwe. Hûn dizanin kê ev twit jî cara yekem weşand?

Heke rast be, yanî heke Turkî bi rastî jî ev lîstik hemû ji bo bersiva Xarpêtê lîstibe...

Rastî û nerastîya wê bi Cerablûsê dest pê kir û diqede. Ku ketina Cerabûsê derew be, ew lîstik hemû ji bo tevkujiya Dîlokê bû, ji bo cîhan bawer bike ku DAIŞ/ISIS'ê êrîş kir, bû.

Lîstik çi qasî kûr bû, dûmahîka wê çi bû?

Wekî em hemû dizanin ji dema ketina balefira Rûsya ve balefirên Turkî nediketin nav Rojava û Sûrî. Berê pir sînor binpê dikirin. Lê berî tevkujîya Dîlokê bi çend saetan ANHA'yê weşand ku helîkoptêreke Turkî sînorê Rojava binpê kiriye.

Em fam dikin ku şerê Hesekê Rûsya û Îranê rasterast eleqedar dikin. Em tê derdixin ku piştî Erdoğan çû Moskovayê jî der barê Kurdan de mijar di asta bilind (stratejîk) ve hat nirxandin. Em dibînin ku helîkoptêra Turkî jî bi zanebûn peyama guhartina tiştinan e.

Lê jê û pê ve?

Belkî jê û pê ve tune be, hemû fîlimê şevekê bû. Belkî!


Bêjeyên Miftehî