1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Parastina rewa li Îranê sedema darvekirinê ye
Parastina rewa li Îranê sedema darvekirinê ye,parastina,rewa,li,îranê,sedema,darvekirinê,ye

Parastina rewa li Îranê sedema darvekirinê ye

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Kurda Îranê Zeynep Sekanvand Lokran ji ber ku xwe li dijî tundî û êrîşa hevserê xwe, parast û hevserê xwe kuşt rastî cezayê darvekirinê hat. Bi vî cezayî, li Îranê dîsa cezayê darvekirinê hat rojevê. Heta niha gelek caran jinên xwe parastin rastî ceza hatin.

Li Îranê jinên ku mafê xwe diparêzin û parastina xwe dikin, an rastî cezayekî giran tên an jî tên qetilkirin. Yek ji jinên welatiyên kurd a Îranê ya parastin kir û rastî cezayê darvekirinê hat Zeynep Sekanvand Lokran e. Lokran, ji ber ber li dijî êrîşa hevserê xwe, parastina rewa kir û xwe parast rastî cezayê darvekirinê hat.

Rejîma Îranê bi hinceta Zeynep Sekanvand Lokran di Sibata 2012'an de hevserê xwe kuşt avêtin zindanê û di cotmeha 2012'an de cezaye îdamê li Zeynep Sekanvand Lokran birîn. Lokran a hêj 15 salî bû hat zewicandin. Lokran ku 20 rojan li navenda polîsan hat rawestandin rastî lêdan û îşkenceyê hat. Lokran li dadgehê diyar kiribû ku rastî tecawiza hevserê xwe hatiye û birayê wê cînayet pêk anîye. Heyeta dadgehê jî parastina Lokran a li cem parêzer qebûl nekir û li gel ku dema bûyer pêk hat hêj zarak bû jî rejîma Îranê di 2013'an de ceza lê birî û wekî cezayê li mezinan dibire li wê birî. Piştî Rejîma Îranê der barê Lokran de cezayê darvekirinê birî Rêxistina Efoya Navneteweyî li dijî biryarê bang li raya giştî kir û xwest her res hestiyar nêzîk bibe. Rêxistina Efoyê diyar kir ku dibe di 13'ê Cotmehê de bê înfazkirin û ji rayedarên rejîma Îranê xwest bi lezgîn biryara înfaza ceza rawestînin. Rêxistina Efoyê xwest Lokran ji nûve bê darizandin.

Lokran niha li Girtîgeha Navendî ya Urmiye tê girtin. Heta niha berê jî Rejîma Îranê gelek siyasetmedarên kurd û kesên muxalif darvekiribûn. Li gorî daneyên Rêxistina Efûya Navneteweyî Îranê sala par 977 kes darvekirin. Temenê jinê yê kamiliyê 9 salî tê qebûlkirin û piştî 9 saliya xwe sûcê wê û mezinan wekî hev tê qebûlkirin Wezî mezinan tên cezakirin. Bi taybetî jinên kurd ên mafê xwe diparêzin û li dijî neheqiyê serî radikin tên cezakirin û rastî cezayê darvekirinê tên.

Heta niha gelek jin hatin cezakirin

Sala par jina 17 salî Fatemah Salbehi ji ber hevserê xwe yê hişbir da wê û hevserê xwe kuşt rastî cezayê darvekirinê hat. Saziyên mafên mirovan ên navneteweyî bûyer şermezar kiribûn.

Li dijî êrişa zayendî xwe parast hat cezakirin

Dîsa jina bi navê Reyhaneh Jabbarî li dijî êrîşa Morteza Abdolali Sarbandî xwe parast û ew kuşt rastî cezayê darvekirinê hat. Li gel hemû bertekên hêzên navneteweyî dîsa hat darvekirin.

Jina bi navê Jabbari, nameya dawî ji dakiya xwe re hişt û got: "Dadgerê ku em edaletê jê hevî dikin çiqas baş e! Ez nexistim nava lêpirsînê. Vî welatê ku min hezkirina xwe lê çand tu carî ez nexwestim. Dema ji ber dadgerên lêpirsîna min kir ji ber neheqiya wan ez giriyam û min li gotinên wan ên herî qirêj guhdar kir kesan piştgirî neda min. Dema min parê xwe ku nîşana xweşikbûna min e kur kir ez rastî 11 roj cezayê hucreyê hatim."

Ji ber îsyana li dijî Ahmedînejad hat darvekirin

Welatiya Hollanda ku li Îranê dijiya Zehra Behrami (46) jî hat darvekirin. Piştî hilbijartina 2009'an ji ber li dijî Serokdewletê Îranê Ahmedinejat derket hat darvekirin.

Zeynep Celaliyan di bin talûkeyê de dijî

Yek ji jinên kurd a ji Bajarê Rojhilata Kurdistanê ya Mako Zeynep Celaliyan e. Zeynep Celaliyan di 2008'an de li Kirmanşahê bi îdîaya endama PJAK'ê ye hat girtin û rastî cezayê darvekirinê hat. Zeynep Celaliyan di sala 1982'an de li Mako ji dayikbû. Jina kurd Celaliyan, di sala 2009'an de li dadgehê rastî cezayê darvekirinê hat.

Celaliyan di kanûna 2011'an de rastî cezayê muebetê hat. Niha li Girtîgeha Dizel Abadê di bin şertê girna de tê gritin. Li gorî agahiyên Ajansa Nûçeyan a Mafên Mirovan Celaliyan çavekî xwe winda kiriye.

Mamosteyê kurd Ferzad Kemanger di 9'ê Gulana 2010’an de li gel Ferhad Wekili, Eli Heyderiyan aktivîsta jinan Şirin Elem Hulu ji ber mafê kurdan parastin û siyaset kirin hatin darvekirin.

Li Girtîgeha Ûrmiye yek jê jin 8 girtiyên din rastî cezayê darvekirinê hatin. Jina hat darvekirin Miluk Nurî bû û ji bajarê Kirmanşahê bû.

Ferînaz Xusrewanî 26 salî û rûniştvana Mahabadê, 4'ê Gulana 2015`an, ji tirsa destdirêjiyê xwe qata 4'an a otela Tara avêtibû û dawî li jiyana xwe anîbû.

(mae)