1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Salih Muslim: Hêzên QSD'ê wê tevlî operasyona Reqqayê bibin
Salih Muslim: Hêzên QSD'ê wê tevlî operasyona Reqqayê bibin,salih,muslim,hêzên,qsd,ê,wê,tevlî,operasyona,reqqayê,bibin

Salih Muslim: Hêzên QSD'ê wê tevlî operasyona Reqqayê bibin

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim got, YPG wê di bin sîwana Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de tevlî operasyona Reqqayê bibe

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN - ANF Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim bersiv da pirsên servîsa Tirkî ya BBC û li ser operasyona Reqqayê daxuyaniyên girîng da.

Wezîrê Parastinê yê DYA Ashton Carter hefteya derbasbûyî gotibû, "Me dest bi îzolekirina Reqqayê kirine". Ev gotinên Carter bû yekemîn daxuyaniya fermî ku wê li Sûriye û Iraqê hêzên piştgiriyê ji DYA dibînin, di demeke nêz de dest bi operasyonên hemwext ên ji bo qedandina DAIŞ'ê bikin.

Wezîrê Parastinê Carter li ser beşdarên operasyonê jî got, "Hêzên herêmî yên ku b bandor in, xwedî motîvasyoneke bilind in û em destekê didin wan, wê vê operasyonê bimeşînin. Ji holê rakirina DAIŞ'ê, bi hêzeke ji derveyî Sûriyeyê nabe; bi tenê Sûriyeyiyên em piştgiriya wan dikin, dikare ji holê were rakirin."

Berdevkê Wezareta Parastinê ya DYA Peter Cook jî ragihand, ku operasyon wê di hefteyên pêş de dest pê bike.

Fermandarê payebilind ê DYA yê li Iraqê Korgeneral Stephen Townsend jî roja 26'ê Cotmehê daxuyaniyek da û got, "YPG wê bibe parçeyek ji hêza ku Reqqayê îzole bike." Townsend wiha dewam kir: "Li Sûriyeyê, yekane aktorê ku di dema kurt de dikare cihê xwe di nava operasyonê de bigire, Hêzên Sûriyeya Demokratîk e, ku YPG beşa herî girîng a vê hêzê ye."

Li dijî vê yekê Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokwezîr Bînalî Yildirim û Wezîrê Parastinê Fîkrî Işik hefteya bihurî dan xuyakirin, ku divê li şûna YPG'ê, Tirkiye tevlî operasyona Reqqayê bibe. Alîkarê Serokwezîr Nûman Kûrtûlmûş jî di daxuyaniya xwe ya 31'ê Cotmehê de gotibû, pêwîste operasyona Reqqayê piştî bidawîbûna operasyona 'Mertala Firatê' dest pê bike.

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim jî da xuyakirin, ku YPG wê di bin sîwana Hêzên Sûriyeya Demokratîk de tevlî operasyona Reqqayê bibe.

Muslim got, "Saziyên rêveberiya demokratîk ên li wir daxuyanî dan. Gotin; em amade ne. YPG di nava vê de ye û wê tevlî bibe." Muslim girîngiya Reqqayê bi vî rengî rave kir: "Reqqa li kêleka me ye. Êrîşên li dijî Bakurê Sûriyeyê tên kirin, hemû ji Reqqayê tên kirin. Nêzî Cizîrê ye, nêzî Kobanê ye. Ji bo em xwe biparêzin, lazim e li Reqqayê DAIŞ tine be. Ji ber sedema ewlekariyê Reqqa ji bo me gelekî girîng e."

'EGER TIRKIYE WERE, WÊ JI BO DESTEKKIRINA DAIŞ'Ê WERE'

Hevserokê PYD'ê diyar kir, ew ne bawer e Tirkye tevlî operasyona Reqqayê bibe û got, "Divê Tirkiye nêzî van deveran nebe. Hem polîtîkaya hundir hem jî ya derve ya AKP'ê, dikare tevahiya Rojhilata Navîn tevlîhev bike û ev yek wê zerarê bide Tirkiyeyê. Cîhan tev bi vê zane, ku welatê destekê dide DAIŞ'ê û pê êrîşan dide kirin Tirkiye ye."

Muslim di dewama axaftina xwe de got, "Eger Tirkiye were Reqqayê, wê ji bo destekkirina DAIŞ'ê were, ne ji bo şerkirinê. Sedema ketina Mûsilê jî, destekkirina DAIŞ'ê ye."

Ji bo pirsa 'Serokomarê Tirk Erdogan dibêje; piştgirî girtina El Babê em ê berê xwe bidin Minbicê' Muslim ragihand, ku komên pişta xwe dispêrin Tirkiyeyê heta niha bi hêzên herêmî yên tifaq bi QSD'ê re kirine, şer dikin. Muslim got, "Eger Tirkiye berê xwe bide Minbicê dibe ku bi QSD'ê er şer bike."

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim da xuyakirin ku YPG wê di nava QSD'ê de beşdarî operasyona Reqqayê bibe û piştî ku bajar ji DAIŞ'ê paqij kirin, wê hêzên xwe yên çekdar vekişîne herêmên xwe.

Salih Muslim got, "Minbic û Şeddadê mînakên vê ne. Rêveberiyên herêmî, komên herêmî ewlekariya van deveran dikin." Muslim destnîşan kir, ku rêveberiya herêmî ya piştî rizgariya Reqqayê li bajêr ava bibe, wê biryarê bide ku tevlî Federasyona Bakurê Sûriyeyê bibe yan na.

Muslim hebûna Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê weke 'dagirkeriyê' bi nav kir û got, "Tank û topên Tirkiyeyê li nava axa Sûriyeyê ne. Ev yek dagirkerî ye. Lewma her welat li dij vê derdikeve. Ne tenê Kurd, Sûriyeyî jî li dij derdikevin."