1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Serokê Komele: Wê siyaseta AKP'ê bin bikeve
Serokê Komele: Wê siyaseta AKP'ê bin bikeve,serokê,komele,wê,siyaseta,akp,ê,bin,bikeve

Serokê Komele: Wê siyaseta AKP'ê bin bikeve

Serokê Giştî yê Rêxistina Kurdistan a Partiya Komunîsta Îran'ê (Komele) Îbrahîm Elîzade diyar kir ku êrîşên dewlata Tirk ên li ser xaka Federasyona Bakûrê Sûriyeyê, ji ber destkeftiyên Kurda nin û got ku dewleta Tirk qet berjewendiyekî Kurdan naxweze û ji bo berjewendiyên xwe peywendiyên xwe yên ligel PDK'ê asayî dike

A+ A-

AWAT HAWAR / SILÊMANÎ

Serokê Giştî yê Rêxistina Kurdistan a Partiya Komunîsta Îran'ê (Komele) Îbrahîm Elîzade li ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser xaka Federasyona Bakûrê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, rewşa Rojhilata Navîn û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan ji ajansa me re axivî.

 

‘Tirkiye ji bo armanca xwe ya demkî jî bacekî mezin daye Rûsya û Îranê’

 

Serokê Giştî yê Rêxistina Kurdistan a Partiya Komunîsta Îran'ê (Komele) Îbrahîm Elîzade diyar kir ku armanca  dewleta Tirk armancên demkî ne û wiha got; "Armancên dewleta Tirk armacên demkî ne, ji bo dijberiya şoereşa Rojavayê Kurdistanê ye. Lihevkirina Tirkiyeyê ya ligel Rûsya û yên digel Îran û welatên din tenê ji bo dijberiya Rojavayê Kurdistanê ye. Ji bo vê armanca xwe ya demkî jî bacekî mezin daye Rûsya û Îranê. Tirkiye bi xwe jî dizane ev yek ne daxwazekî asayî ye. Pêngevekî mezine. Ji ber vê jî dixwaze gav bi gav bi cih bîne. Pêngava yekem li Cerablus destpêkir. Li gorî lihevkirinê ligel DAIŞ'ê Cerablus dagir kir. Li gorî dîtina min ev pêngava yekeme, ji bo Amerîka û Ewrûpa nîqaş bike, ka çiqas rê bi Tirkiyeyê bide. Herwiha dixwazin asta Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Rojava jî nîqaş bikin."

 

'Tirkiye baş dizane ku nikare Rojava û Bakûrê Sûriyeyê ji holê rabike'

 

Îbrahîm Elîzade bal kişand li ser dagirkerî û êrîşên dewleta Tirk û wiha domand; "Tirkiyeyê ji berî vê pêngavê, planekî din kiribû. Ew jî nêzîkbûna wê ya li Şengalê bû. Wê demê berteka  Iraqê hebû. Tirkiye baş dizane ku nikare Rojava û Bakûrê Sûriyeyê ji holê rabike. Eger Sûrî aram nabe, bê hêzên Rojava û Bakûrê Sûriyeyê nabe. Li Rojava û Bakûrê Sûriyeyê niha xelk bi rêxistinkirî ne û hêzên wan ên şoreşgerî hene. Xelk gelek bi hêze, ji ber vê jî Tirkiye ji vê yekê ditirse. Êrîşên dewleta Tirk ên li ser xaka Sûriyeyê ji bo lewaziya xelkê Rojavayê Kurdistanê ye. Di pêngava yekem de dixwaze yekgirtina li Rojava heye, lewaz bike û di qonaxa duyem de jî êrîş bike li ser şoreşa gelê Rojavayê Kurdistanê. Ji aliyê din ve dewleta Tirk dixwaze şerê ligel PKK'ê bibe di nava xaka Rojava de."

 

'Tirkiye di aloziyekî gelek giran de ye'

 

Elîzade di berdemawa axaftina xwe de wiha ragihand; "Di nava du, sê salên derbasbûyî de, hemû siyaseta AKP'ê şkestiye. Di serî de dixwaze bibe rêberê manewî yê olî, li Rojhilata Navîn û bakûrê Afrîka bi ser neket. Dixwaze biçe di nava Yekîtya Ewrûpa de lê dîsan dubare bi ser neket. Xwest mijara penaberan weke zextekê li ser Ewrûpa bi kar bîne, lê ew jî nekarî. Xwest DAIŞ'ê bi kar bîne, ji bo rewşa Sûriyeyê aloztir bike, lê dîsan şkest. Pêvajoya aştiyê ya li Bakûrê Kurdistanê ji holê rakir û dest bi şer kir. Rastî berxwedanekî gelek bi hêz hat.  Hilbijartin nepejirand. Bi rengekî di navbera xwe û Rûsyayê xirab kir. Pişte jî bi sernizmî û bacekî giran vegeriya gel Rûsya. Dîsan hevpeymana wê ya ligel Amerîka baş bû, lê di vê de jî pirsgirêk derket. Herwiha darbe kirine hincetek ji bo bêdengkirina xelkê. Texmînên min yên derbarê siyaseta Tirkiyeyê de, ewe ku şkestinekî mezine. Eger dewleta Tirk bixwaze bi van zextan HDP'ê  hilweşîne wê bertekên xelkê gelek girantir bibe.

 

Destwerdana Tirkiyeyê ya li ser xaka Sûriye û Rojava tê wateya ku şerê Bakûrê Kurdistanê veguheze Sûriye û Rojava. Bi vê yekê jî hîn zêdetir rewşa xwe giran dike. Raste niha hinek lihevkirina wê li gel rejîma Esed û Îranê kiriye, lê yek ji wan siyaseta ku wê bişkê nêzîkbûna wê ya ligel Esede. Niha kîjan hêz pişt Esed raweste wê binbikeve. Ji ber vê yekê ligorî min Tirkiye di aloziyekî gelek giran de ye. Stratejiyekî zelal a demdirêj ji bo ti siyasetên xwe nîne."

 

'Dewleta Tirk ji ber berjewendiyên xwe peywendiyan digel PDK'ê didane'

 

Îbrahîm Elîzade bal kişand li ser hevkariya di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê , PDK'ê û AKP'ê de û wiha berdewam kir; "Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê dîplomasî de, divê peywendî ligel welatên cîran hebe, lê ew dîplomasî ta astekî rewa ku qet  li dijî xebata beşekî xelkê Kurdistanê nebe. Lê ligel me eşkere ye, dewleta Tirk ne başiya hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze, ne jî ya PDK'ê. Dewlata Tirk ji ber berjewendiyên xwe peywendiyên  xwe bi demkî  ligel PDK'ê asayî û baş dike. Nabe ji bîra hêzênKurd biçe wan dewletan qet di ti deman de başiya gelê Kurdistanê navên."

 

'Tecrîdkirina Ocalan mijarek siyasî ye'

 

Serokê Giştî yê Rêxistina Kurdistan a Partiya Komunîsta Îran'ê (Komele) Elîzade  herî dawî bal kişand li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan û wiha dawî li axaftinên xwe anî; "Rênedayîna dewleta Tirk a malbat û parêzên Ocalan serdana wî bikin û tecrîda li ser, mijarek siyasiye û hem jî metirsîdare. Lê dewleta Tirkiye ji berî her tiştî dixwaze bi vî karî destkeftiyek biçûk, li ber çavê me mezin bike. Piştre jî li ser mêzê danûstandina wan xalan di berjewendiyên xwe de bi kar bîne. AKP'ê li gorî hemû yasayan, mafê sereke yên hemû girtiyan binpê kiriye. Dewleta Tirk dixwaze van gefan li dijî gelê Kurd bi kar bîne."

 

(ab)