1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Sewalên birîndar derman dikin û berdidin nava xwezayê
Sewalên birîndar derman dikin û berdidin nava xwezayê,sewalên,birîndar,derman,dikin,û,berdidin,nava,xwezayê

Sewalên birîndar derman dikin û berdidin nava xwezayê

A+ A-

08:43 11.02.2014 1 / 7 WAN (DÎHA) - Navenda Pêkanîna Lêkolîn û Rehabilitasyona Parastina Sewalên Biyanî, di sala 2013'an de 21 sewal derman kirin û 6 sewal, piştî derman kirin, dîsa berdan nava xwezayê. Sewalên ku dermankirina wan didome jî li navenda rehabiliteyê tên parastin.

Navenda Pêkanîna Lêkolîn û Rehabilitasyona Parastina Sewalên Biyanî, ya li Kampusa Zanîngeha Yuzuncu Yilê, sewalên biyanî û koçber digirin û derman dikin. Navenda Sewalen Biyani, piştî sewalên birîndar derman dikin dîsa berdidin nava xwezayê. Sewalên ku dermankirina wan didome, anjî nayên dermankirin jî li navenda rehabiliteyê tên parastin. Navenda Pêkanînê di sala 2013'an de 21 sewalên birîndar ên koçber ji çolê girtin û derman kirin. Navenda Pêkanînê ji 21 sewalên birîndar ên derman kirin jê 6 sewal piştî rehet bûn dîsa berdan nava xwezayê. Têkildarî mijarê Midurê Navenda Pêkaninê Doç. Dr. Lokman Aslan, anî ziman ku wekî yekîneyê li herêmê li sewalên birîndar digerin û wan dikin bin kontrolê û derman dikin. Aslan, anî ziman ku ji ber nêzî Gola Wanê ne, gelek sewalên koçber li vir dijîn û sewalên koçber ên birîndar kom dikin û derman dikin û wiha got: "Her sal em li dora Gola Erçekê lêkolîn dikin. Ji bo nexweşiyên şewbê belav nebin em sewalên birîndar kom dikin û derman dikin. Me soz daye ku em li xwezayê sewalên birîndar nehêlin. Em dê hemû sewalên birîndar ê nava xwezayê kom bikin û derman bikin. Me rojên borî 2 leglegên birîndar kirin bin kontrolê. Heta niha me 3 qertelê mezin ê daristanê, bazek û kundek girt û derma kir. Ji bo ku em wan berdin nava xwezayê em li benda demsala wan in."

(mae)