1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. ‘Tirkiye hîn zêdetir gav bavê, dê kurd berê xwe bidin Rojava’
‘Tirkiye hîn zêdetir gav bavê, dê kurd berê xwe bidin Rojava’,tirkiye,hîn,zêdetir,gav,bavê,dê,kurd,berê,xwe,bidin,rojava

‘Tirkiye hîn zêdetir gav bavê, dê kurd berê xwe bidin Rojava’

Televîzyona Ronahî bi Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik re, li ser geşedanên dawî yên li Suriye, Rojava, êrîşên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê hevpeyvînek kir

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik armanca dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser axa Suriyeyê, êrîşên wê yên li ser herêmên Rojava, helwesta PDK’ê û Mesut Barzanî û li hemberî van geşedanan hemuyan helwesta hêzên kurd û mijara kongreya netewî de, nirxandinên gelekî girîng kirin.

Televîzyona Ronahî bi Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik re, li ser geşedanên dawî yên li Suriye, Rojava, êrîşên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê hevpeyvînek kir. Bayik di hevpeyvînê de bal kişand ser gelekxalan û peyamên girîng dan.

Ji hevpeyvînê çend xalên derketine pêş wiha:

Armanca ketina dewleta Tirk a Suriyeyê

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, bal kişand ku ketina Tirkiyeyê ya Suriyeyê ne tenê ji bo bidestxistina Cerablusê ye û wiha dom kir: “Armanca wê hîn mezintir e. Dema Tirkiye ket Cerablûsê wê wextê Tirkieyê Kek Mesut Barzanî vexwendibû Enqereyê, li wir bû. Divê em ji vir jî hinek tiştan derxînin. Armanc ew bû ku dema Tirkiye bikeve Cerablusê, kurd li dijî dernekevin, xwedî li Cerablus dernekevin, li dora tevgera Apocî negihîjin hevdû. J bo wê lazimbû ku Mesud Barzanî li Enqereyê buya. Dixwestin vê peyamê bidin kurdan ku ev mudaxele ne lidijî kurdan e, li dijî hinek kurdan e. Zêdetirîn li dijî tevgera Apocî, YPG û hwd. e. Dixwestin ku hemû kurd li dijî dagirkeriyê nesekinin da ku karibin armanca xwe bi rehetî pêk bînin. Li vir xapandina kurdan, gelên Suriyeyê û cîhanê heye. Wisa nîşan dan ku dema ketin Cerablusê dê li dijî DAIŞ şer bikin, lê ne rast e. Berê jî gotibûn ku dê li dijî DAIŞ şer bikin, lê li dijî PKK’ê şer kirin. Niha jî ketin Cerablus, lê li dijî DAIŞ şer nakin, li dijî YPG, li dijî QSD’ê şer dikin, li dijî hêzên demokratîk şer dikin.”

‘Têkiliya Tirkiye û DAIŞ’ê careke din îspat kir’

Cemîl Bayik destnîşan kir ku bi dagirkirina Cerablusê re, têkiliya Tirkiye û DAIŞ’ê careke din îspat bûye wiha pê de çû: “Tirkiyeyê bi ketina Cerablusê re sînor rakir. Yanî Bakûr û Rojava kir yek. Ev rastiyek e. Dîsa bi ketina Tirkiyeyê ya Cerablusê re têkiliyên AKP û DAIŞ’ê careke din îspat kir. Berê jî herkesê têkiliyên wan dizanîn, lê bi ketina Cerablusê re îspat bû ku têkiliyên wan bi eşkereyî berdewam dikin. Jixwe armanca Tirkiyeyê ew bû ku DAIŞ, El-Nusra, Ehrar El-Şam û hwd. biparêz e. Ji ber ku DAIŞ’ê li Minbicê derbeya mezin xwar. Pêşiya QSD’ê, pêşiya Federasyona Bakûrê Suriyeyê hat vekirin. Kes nekaraî li pêşiya hêzên QSD’ê bisekine. Piştî Minbicê DAIŞ’ê derbeyên mezin xwarin. Tirkiye ket Cerablus ku karibe DAIŞ û yên din biparêzin û têk neçin. Her wiha ji bo ku DAIŞ û yên din karibin dîsa di ser Tirkiyeyê re têkiliyên xwe bi dinyayêr berdewam bikin, karibin alîkariyê bigirin û çalakiyên xwe berdewam bikin. Ger ku Cerablus nehatiba girtin DAIŞ’ê nedikarî viya pêk bîne. Ji xwe diyar bû ku Tirkiyeyê bi DAIŞ’ê re tifaq kiriye û li ser vê tifaqê bêyî şer ketiye Cerablusê. Ev jî têkiliya wan nîşan dide.”

‘Ketina Tirkiyeyê li dijî federaliyê ye, konseptek tê meşandin’

Hevserokê Desteya Rêveber a KCK’ê, bibîr xist ku hêzên li dijî DAIŞ’ê şer kirine YPG, kurd, QSD bûn, lê dema Tirkiye ketiye Suriyeyê li dijî YPG û QSD’ê şer kir û ev tişt anîn ziman: “Yanî ketina Tirkiyeyê ya Suriyeyê li dijî QSD’ê, li dijî Kurdan, li dijî Federasyona Bakûrê Suriyeyê, li dijî gelên Suriyeyê tevahî ye. Yanî bi ketina Tirkiyeyê ya Suriyeyê re, şerê ku li Suriyeyê û Rojhilata Navîn tê jiyankirin, ket merheleyeke nû. Divê mirov viya bibine. Ketina Tirkiyeyê ne bi serê xwe ye, bi tifaqekê ketiye wir. Ji ber ku li ser tevgera Apocî, li ser gelê Kurd konseptek tê meşandin. Bi taybet jî ev konsept li ser Rojava, li ser gelê Kurd ê Rojava, li ser Federasyona Bakûrê Suriyeyê tê meşandin. Divê herkes viya bibine. Yanî armanca Tirkiyeyê ne tenê ketina Cerablusê ye. Armancê wê ew e ku herêma Bab, Minbic, Heleb û Efrînê bidest bixe û nehêle federasyona Bakûrê Suriyeyê pêş bikeve, her wiha armanc dike ku nehêle meclîsên leşkerî yên van herêman çeteyan ji herêmê paqij bikin, li herêmê demokrasî, azadî, edelat pêş bikeve. Naxwaze ku federasyon ji bo Suriyeya nû bibe model. Ger ku li vir encam girt, dixwaze herêmên Kobanê û Cizîrê jî tasfiye bike. Jixwe Tirkiye eşkere dibêje ‘Ez li dijî YPG’ê me. Ezê koka wê biqelînim, ez nahêlim ku Kurd livir statuyekê bidest bixin’. Yanî li her derê bi awayekî eşkere dijminahiya kurdan dike, bi taybetî jî li Rojava dike.”

‘Bi tifaqekê ket Suriyeyê’

Cemîl Bayik da zanin ku Tirkiye di encama tifaqekê de ketiye Cerablusê û wiha dom kir: “Bi tifaqa Îran, Rusya, Suriye, PDK, Amerîka ketiye wir. Bi serê xwe neketiye. Berê dixwest bikeve, lê tu kesî qebûl nedikir. Lê ev çawa bû ku hemû li Enqereyê kom bûn û dema li wir kom bûn Tirkiye ket wir. Ev encama tifaqê ye. Ji ber ku dixwazin pêşiya Şoreşa Rojava, federasyona Bakûrê Suriyeyê bigirin da ku li ser vê bingehê Suriyeyek nû ya demokratîk çênebe. Lewma xeteriyek mezin heye û divê hemû kes viya bibine. Dixwazin Lozana diduyan pêş bixin, ger ku bi sernekevin jî dixwazin vê Şoreşê bê tesîr bikin ku şoreşa Rojava û Federasyona Bakûrê Suriyeyê ji bo tevahiya Suriyeyê nebe model. Lewma divê gelê me li dijî viya di warê siyasî, dîplomasî û her alî de têkoşîn bikin. Ne tenê gelê kurd, hemû gel, bawerî, tevger û partî, hemû hêzên li Suriyeyê dijîn pêwîste xwedî li nirx, namus û axa xwe derkevin, li dijî dagirkeriya Tirk derkevin.”

‘Em agirbestê rast nabînin’

Têkildarî agirbesta ku li herêma Cerabluse hatiye îlankirin jî Bayik nêrînên xwe anîn ziman wiha got: “Li hemberî Tirkiyiyeyê têkoşînek çawa dê bê meşandin ew biryara hêzên wê derê ye. Ew dizanin dê çawa bikin. Agirbest di navbera Meclîsa Leşkerî ya Cerablus û Tirkan de çêbûye, di çapemeniyê de daxuyanî hat belavkirin. Gotin ku Amerîka navbeynkarî kiriye. Lê em vê agirbestê rast nabînin. Ji ber ku ev ketina Tirkiyeyê ya Cerablus û Surieyyê rewa dike. Lê Tirkiye hêzek dagirker e, mirov hêzek dagirker qebûl nake. Bi vê agirbestê re wekî ku Tirkiye li Cerablusê tê qebûlkirin. Ji ber wê şaş e. Ya din jî agirbest xizmeta Tirkiyeyê û hêzên girêdayî wê dike. Ji ber ku piştî Minbicê hêzên girêdayî Tirkiyeyê tevlîhev bûn, li hev ketin, nekarîn xwe bigirin. Tirkiye ket wir ku wan biparêz e û xwe topî ser hev bikin. Ev Agirbest xizmeta wan dike ku hêza xwe top bikin û careke din êrîş bikin, her wiha nehêlin gelên herêma Babê herêmên xwe biparêzin, li wan deran demokrasî, azadî pêş bikeve.”

‘Li ser nerazîbûnan hinekan xwestin bi agirbestê Tirkiyeyê xilas bikin’

Bayik anî ziman ku hedefa Tirkiyeyê tasfiyekirina Şoreşa Rojava, Federasyona Bakûrê Suriyeyê, hêzên demokratîk, azad û laîk e û wiha pê de çû: “Dixwaze li Suriyeyê komên girêdayî xwe yên wekî DAIŞ, El-Nusra, Ehrar El-Şam serwer bike, Suriyeyê bixwe bin xizmeta xwe. Tirkiyeyê kengî mudaxele kir? Di salvegera şerê Mercîdabikê de êrîş kir. Yavuz Sultan Selîm li dijî Memlukiyan şerê Mercidabik pêş xist û şer qezenç kir, Suriye bidest xist û Rojhilata Navîn ji bo Osmaniyan vekir. Tirkiyeyê jî di wê rojê êrîşî Suriyeyê kir, di heman rojê de, li Stenbolê pira bi navê Yavuz Sultan Selîm vekir. Yanî çawa ku Sultan Selim deriyê Rojhilata Navîn vekir, Erdogan jî bi tifaqa hinek welatan ket wir. Armanca xwe nîşan da, dixwaze Suriyeyê dagir bike, têxe xizmeta xwe, her wiha Rojhilata Navîn bixe xizmeta xwe. Li pêşiya wê astengiya mezin kurd in, federasyona bakûre, hêzên YPG, QSD ye. Loma wana dike hedef. Nîşan didin ku tekane hedefa wan kurdên Rojava ne, YPG ye.

Dixwazin kurdan û YPG’ê bi tenê bihêlin da ku karibin bi rehetî dagirkeriya Suriyeyê pêk bînin. Loma piştî ket Cerablusê, di heman demê de ket erdê Kobanê, li herêma Dêrik, Til Ebyad, Amudê kuştinan dike, sînor derbas dike, mewziyên nû çêdike. Yanî tevahiya Rojava dide ber xwe. Dema Tirkiye ev gav avêt, dinyayê got ku Tirkiyeyê bi tifaqa Enqereyê li dijî kurdan şer dike. Li dijî DAIŞ’ê şer nekir. Ev di nava kurdan û cîhanê de belav bû û hinek nerazîbûn çêkir. Ev nerazîbûn wê hîn xut bibûya, tevgera kurd xurt tir bikira û li dijî Tirkiyeyê zext zêdetir bibûya. Loma hinekan ev nerazîbûn dît û xwestin bi lez agirbest çêbikin da ku tevgera li dijî Tirkiyeyê xurt hene, tevgera kurd xurt nebe. Her wiha xwestin ku Tirkiye derbeyan nexwe, rewatiya xwe winda neke û hem DAIŞ biparêz e, hem jî li ser Rojava zextên xwe mezin bike, bikişînin aliyê xwe, xizmeta xwe, ger ku viya nikare jî tasfiye bike.”

‘Divê di her alî de têkoşîn bê meşandin’

Hevserokê Desteya Rêveber a KCK’ê Bayik, got ku divê li hemberî van êrîşan têkoşînek piralî bê meşandin û wiha axivî: “Divê gelê me li dijî wê bisekine. Tirkiye gefan dixwe, lê pir lawaz e, pirsgirêkên cidî dijî. Dixwaze xwe xurt nîşan bide û lawaziyên xwe veşêre. Lazime gelê me bi taybet Rojava li hemberî Tirkiyeyê gav paşve ne avêje. Li dijî dagirkerên tirk li her derê bisekine. Hem gel, hem jî hêzên leşkerî, federasyona bakûr, QSD li dijî rawest e. Têkiliyên xwe bi hemû hêzên demokratîk û azadîxwaz re çêbike û hemû gelên Suriyeyê li dijî tirkan têxin nava tevgerê.”

‘Rojava ne bi tenê ye’

Bayik da zanîn ku li hemberî êrîşên Tirkiyeyê mafê kurdan jî heye ku destekê bidin Rojava û bal kişand ser van xalan: “Tirkiye ket Cerablusê, li Rojava jî li her derekê gefan dixwe, ji xwe sînor ji holê rakiriye. Yanî ger ku Tirkiye wisa bikeve Suriye û Rojava, her wiha li wê derê DAIŞ biparêz e, dijminahiya kurdan bike û bixwaze derbe li kurdan bixe, wê demê mafê kurdan heye ku li hemû beşan alîkariya kurdên Rojava bikin û wê bikin jî. Kurdên Rojava ne bi tenê ne, lazime kurdên Rojava viya zanibin. Ger ku Tirk hîn zêdetir gav bavêjin, wê demê kurd dikarin berê xwe bidin Rojava û li dijî Tirkiyeyê şer bikin û ev ji bo kurdan rewa ye. Kes nikare bêje ‘kurd çima tên li Rojava şerê Tirkan dikin?’ Karê Tirkiyeyê li Rojava û Suriyeyê çiye?”

Di plana Cerablusê de cihê PDK’ê

Bayik bal kişand ku di plana dagirkeriya Cerablus û Suriyeyê de PDK jî heye û wiha dom kir: “PDK û Kek Mesud kengî diçe Tirkiyeyê destpêkê diçe MÎT û hêzên taybet ên şer, navendênwan dibînin. Lê tu karê PDK û Kek Mesud li wan navendan nîn e. Ger ku dê bi Tirkiyeyê re têkiliyan bimeşîne, dê bihêzên siyasî re bimeşîne. Lê ger ku pêşiyê MÎT û navendên şerê taybet dibîne, wê çaxê wateyek wê heye. Wisa derdikeve ku bi wan re planekê dimeşîne. Her wiha dema Kek Mesut çû Enqereyê, Wezîrê Karên Derve yê Îranê çû Enqereyê, dîsa Bidên li Tirkiyeyê bû. Beriya wê di navbera Tirkiye-Rusya, Tirkiye-Rusya-Îran, Tirkiye û Suriyeyê de gelek hevdîtin çêbûn. Piştî Minbicê li Dîlokê komkujî çêbû, li Hesekê êrîş kirin. Ev hemû girêdayî hevudin in, yanî planek tê meşandin, li gorî wê planê hevdîtin çêdibin. Dema li Enqereyê hevîdin çêdibûn ku Kek Mesud jî li wir bû, Tirkiye ket Cerablusê. Kek Mesud daxuyanî da û got ‘li Herêmê dê guhertinên mezin çêbibin, siyaseta Tirkiyeyê rast e û em li pişt siyaseta wan in.’ Siyaseta Tirkiyeyê li Bakûr diyar e; bajarên kurdan xirab dike, birîndaran dikuje, şehîdan dişewitîne, bi hezaran mirovan koçber dike, goristanan xirab dike, HDP’ê ji meclîsê davêjin derve, dest datînin ser şaredariyan, gelek kesan digire, televîzyonan, rojnameyan digire, yanî qirkirinê li ser kurdan dide meşandin. Li Rojava jî Tirkiye dibêje ‘em ê koka YPG’ê biqelînin, em nahêlin kurd statuyekê bidest bixin.’ Tenê nabêje viya di piratîkê de pêk tîne. Di rewşek wiha de Kek Mesud çawa dibêje ‘siyaseta Tirkiye rast e û em li pişt disekinin’. Pêwîste herkes vê pirse bipirse, ‘dema Tirkiye ket Cerablusê karê Kek Mesud li Enqereyê çi bû, çima tevlî wê tifaqê bû, çima li dijî ketina Tirkiyeyê ya Cerablusê derneket, çima li gel kurdan li dijî dagirkeriya tirk nesekinî?’ lazima bersiva van pirsan bê xwestin û ev mafê her kurdekî ye.”

‘Barzanî çim a li dijî dagirkeriyê daxuyanî neda’

Li ser hinek daxuyaniyên ku ji aliyê derdorên nêzî PDK’ê ve tên dayîn û tê îdîakirin “Mesud Barzanî li ser deklarasyona KCK’ê ji bo rolek di çareseriyê de bilîze çuye Enqereyê” jî, Bayik nerazîbûn nîşan da û wiha dom kir:

“Niha hinek derdorên girêdayî PDK’ê propaganda dikin û dibêjin ‘Kek Mesut çuye Enqereyê ku di çareseriya pirsgirêka kurd de rolekê bilîze. PKK deklarasyonek weşand, ji bo wê çû ku di çareseriyê de rolek bilîze’. Lê çima tam di dema ku Îran, Amerîka li Enqereyê kom bûn de çû wir. Çima dema li wir bû Tirkiye ket Cerablusê. Çima li dijî wê daxuyanî neda û li dijî dagirkeriyê nesekinî, bangawaziyek nekir? Vana hemû gumanan çêdikin, divê ev bên ronîkikirin, her kes libenda wê ye.”

‘Divê hemû kurd bi lez yekîtiya netewî esas bigirin’

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik da zanîn kul i dijî dagirkeriya Tirkiyeyê sekinînin an jî nesekinînin pîvanek e û ev tişt anîn ziman: “Ev pîvana welatparêziyê ye. Yê ku bixwaze li dijî dagirkeriyê û qirkiriyê bisekine û kurd bigihîjin mafên xwe yên xwezayî, wê li dijî ketina Tirkiyeyê ya Cerablusê bisekine. Divê helwesta welatparêzî, demokrasî,însayî wiha be. Kî li dijî dagirkeriya Tirk helwest nîşan nede û li ser vî bingehê yekîtiya kurd esas negire, têkoşîna kurd li dijî dagirkeriyê pêş nexe, ew nikare bêje ‘ez temsîla kurdayetiyê dikim’. Niha li hemû beşan li ser gelê kurd xeterî heye, planek tê meşandin, dixwazin Lozana duyemîn pêş bixin. Ger ku ev nebe jî dixwazin şoreşa kurd tengav bikin ku rola kurdan li Rojhilata Navîn nebe û nebin pêşeng. Lewma divê hemû kurd di vê qonaxê de bi lez yekîtiya netewî esas bigirin. Lazime kongreyek netewî pêş bixin. Çawa ku dijminên kurd tên gel hev û dixwazin Suriyeyek bêyî kurd, Tirkiyeyek beyî kurd çêbikin, divê kurd jî bi hevre tevbigerin ku azadiya kurd çêbikin, yekîtiya xwe ava bikin, kongra netewî pêk bînin. Divê dîplomasiya hevpar, hêzek leşkerî ya hevpar çêbikin da ku karibin li dijî dagirkeran bisekinin û planên wan têk bibin, xeteriyê rakin û li hemû beşan azadiya kurd çêbikin û kurdan li herêmê bikin hêzek esasî. Kî viya neke, wê demê ew yekîtiya kurd, azadî, serkeftina kurd naxwaze. Lazime kurd viya wekî pîvanek bigirin dest. Îro roj roya çêbûna yekîtî û kongreya netewî ye. Kes nikare bi hincetan ji vê bireve, yên ku birevin naxwazin kurd ji van xetereyan derkevin û biser bikevin.”

(a)

ANHA