1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. TJK-E ji bo Festîvala Zîlan banga tevlîbûnê kir
TJK-E ji bo Festîvala Zîlan banga tevlîbûnê kir,tjk,e,ji,bo,festîvala,zîlan,banga,tevlîbûnê,kir

TJK-E ji bo Festîvala Zîlan banga tevlîbûnê kir

Rêveberiya Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E), ji bo 12. Festîvala Jinê ya Zîlan a li bajarê Elmanya Dortmûndê banga tevlîbûnê li hemû jinan kir

A+ A-

STRASBOÛRG - ANF Di daxuyaniya TJK-E de hat ragihandini festîvala îsal diyarî berxwedêrên xwerêveberiyê hatiye kirin û hat gotin, "Ji bo silavkirina fedekariya bi heybet a berxwedêrên xwerêveberiyê û ji bo şopandina nirxên wan ên giranbuha, em tevlî festîvalê bibin."

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: "Bi bernameya çandî ya dewlemend, bi mesajên siyasî, panel û çalakiyên ji bo zarokan, 12. Festîvala Zîlan wê di nava rewşeke bedew de derbas bibe. Festîval wê bibe bersiva jinên rêxistinbûyî ya li pêvajoyê. Bersiva me ya li hemberî polîtîkaykên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd tên meşandin, wê çalakiyên me bin. Li ser vê bingehê em di 12. Festîvala Zîlan de li hev bicivin."