1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. 'Têkçûna Reqayê wê bandorê li têkçûna dîktatoriya Erdogan jî bike'
'Têkçûna Reqayê wê bandorê li têkçûna dîktatoriya Erdogan jî bike',têkçûna,reqayê,wê,bandorê,li,têkçûna,dîktatoriya,erdogan,jî,bike

'Têkçûna Reqayê wê bandorê li têkçûna dîktatoriya Erdogan jî bike'

Şervanên Tabûra Enternasyonal ên tevlî operasyona rizgarkirina Reqayê bûne gotin, "Têkçûna Reqayê ku navenda DAIŞ'ê ye, wê bandorê li dîktatoriya AKP-Erdogan a faşîst jî bike."

A+ A-

ANF - SÎNAN DENÎZ Şervanê MLKP'ê (Partiya Marksîst Lenînîst Komunîst) Abûzer Goçer ku di bin sîwana Tabûra Enternasyonal de cih digire, destnîşan kir ku pêngava Reqayê wê ji sedî sed bi ser bikeve: "Di çarçoveya pêngavê de weke tabûra enternasyonal me li baskê Silûkê yê pêngavê cihê xwe girt. Qonaxa destpêkê ya pêngavê gelekî serketî derbas bû. Her kesên di operasyonê de cih digirin, hevrêyên hev in. Şervanên Ereb, Kurd, Tirkmen, Suryanî li vê derê bi hevrêtî li dijî DAIŞ'ê têdikoşin. Qonaxa destpêkê ya pêngavê qediya. Meşa me ya ber bi Reqayê ve dewam dike. Pêngava ber bi Reqayê ve di heman demê de tê wateya şerê li dijî dewleta AKP-Erdogan a faşîst. Em di çarçoveya stratejiya xwe ya şoreşgera herêmî de li vê derê li dijî faşîzma DAIŞ'ê şer dikin. Reqa baregeha bingehîn a çeteyên DAIŞ'ê ye. Dema Reqa hat kontrolkirin wê siberoja kantonên Rojava jî ewle bibe. Zexmbûna şoreşa Rojava wê were wateya xurtbûna şoreşa Tirkiye û Bakurê Kurdistanê. Çete niha ji hev ketine. Nikarin li ber me bisekinin, bi giranî direvin. Em soza xwe ya mezinkirina şoreşê, ku me daye şehîdên Şoreşa Rojava dubare dikin."

'EM Ê JINAN JI ZILMA DAIŞ'Ê RIZGAR BIKIN'

Şervana Jin a TKPML-TÎKKO Sefagul Arslan jî, ku nava Tabûra Enternasyonal de beşdarî pêngava Reqayê bûye, destnîşan kir ku ew ê jinan ji zilma DAIŞ'ê rizgar bikin.

Arslan diyar kir, şervanên enternasyonalîst, ev sal û nîveke weke tabûrekê tevlî hemû pêngavên li Rojava dibin û destnîşan kir, ji bo wan cihê rûmet û serbilindiyê ye ku weke şervanên şoreşa Tirkiyeyê di nava vê têkoşînê de cih digirin.

Arslan ku di berxwedana Kobanê de jî hebû, da zanîn ku bi kontrolkirina Reqayê re wê şoraş Rojava li ser bingehên xurtir bi cih bibe: "Çete nikarin li ber xwe bidin. Di heman demê de ji bo min rûmet û şenseke mezin e, ku weke jinekê cihê xwe di nava vê pêngavê de digirim. DAIŞ herî zêde dijminê jinê ye. Têkçûna DAIŞ'ê wê bandorê li têkçûna dîktatoriya AKP-Erdogan jî bike."

'ÇETEYÊN DAIŞ'Ê WÊ LI REQAYÊ WERIN ŞIKANDIN'

Şervanê Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî Mahîr Can Efe, ku yek di nava tabûra enternasyonal de cihê xwe di nava pêngavê de digire, bal kşand ser aliyê navneteweyî yê pêngava Reqayê: "Qonaxa destpêkê ya pêngava Xezeba Firatê bi rengekî serketî qediya. Di vê qonaxê de tiştek bi şervanên me nehat. Ev pêş de çûn dewleta Tirkiyeyê aciz dike. Reqa weke xeta sor ragihandibûn. Ji ber ku xeta wê ya sor têk diçe, hê bêhtir faşîzan dibe. Gihîştina hev a kantonên Rojava girîng e û ev yek her tim armanca sereke ye. Lê belê ji ber ku Reqa di destê DAIŞ'ê de ye û ev der ji bo DAIŞ'ê biryargeha herî girîng e, bûye hedefa destpêkê. DAIŞ ji vê navendê zerarê dide gelên herêmê. Çeteyên DAIŞ'ê û paşmêrên DAIŞ'ê wê li Reqayê bên şikandin."