1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. ′Yektîiya Ewrupa li hember kiryarên AKP′ê berpisyar e′
′Yektîiya Ewrupa li hember kiryarên AKP′ê berpisyar e′,yektîiya,ewrupa,li,hember,kiryarên,akp,ê,berpisyar,e

′Yektîiya Ewrupa li hember kiryarên AKP′ê berpisyar e′

A+ A-

ŞÎNDA EKREM

QAMIŞLO – Rojnamevanên Rojavayê Kurdistanê,  dane zanîn ku Yekîtiya Ewropa û hikumeta Feransayê li hemberî binpêkirina  mafê azadiyê li Bakûrê Kurdistanê berpisyar in.

Rojnemevanên Rojavayê Kurdistanê têkildarî siyaseta ku hikumeta Tirkiyê li dijî dezgehên çapemeniyê yên ku rastiya wê ji her kesî re aşkere dikin dide meşandin, nerazîbûnên tund nîşan dan.

qam-nerinen-rojnemavana-derbare-erisen-liser-ragihandine-li-bakor-3

Nûçegihanê Rojnameya Ronahî Sîpan Can:Rêveberiya Otel Satê bi hikumeta Tirkiyê re kordîne kir û weşanên televîzyonan li Bakûrê Kurdistanê, rawestandin. Tirkiyê bi vê yekê têr nebû û ajans û rojnameyên Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê, girtin. Yekîtiya Ewropa û hikumeta Fransayê derbarê siyasetên ku hikumeta Tirkiyê li hember dezgehên çapemenî yên muxalif dide meşandin, berpisyar e.

qam-nerinen-rojnemavana-derbare-erisen-liser-ragihandine-li-bakor-2

Nûçegihanê televîzyona Rojava Ranî Fatimî: Siyaseta ku hikumeta Tirkiyê li Bakûrê Kurdistanê li dijî çapemeniya azad dide meşandin, derbeyek ji bo azadîxwazin û kesên demorkratîk e. Ev Kiryarên AKP′ê ne exlaqî ne û dûrî zagonan in. Piştî ku AKP′ê di hilbijartinên meha hizêranê de têk çû û gelê Bakûrê Kurdistanê Rêveberiya Xweser raghiand, siyaseta xwe ya faşîst li Bakûrê Kurdistanê da meşandin û dezgehên çapemeniya azad bêdeng kirin. Lê dewleta Tirk a dagirker nikare bi girtina dezgehên çapemenî gel ji azadiyê qut bike û meşelya azadiyê vemrîne.

qam-nerinen-rojnemavana-derbare-erisen-liser-ragihandine-li-bakor-1

Nûçegihana Ronahî TV Perwîn Xelîl: Hikumeta AKP′ê bi girtina 12 televizyon û 11 Radoyên (ku bi zimanê Kurdî weşana xwe dikir) dide xuyakirin ku Tirkiyê di rewşeke aloz re derbas dibe, taybet piştî girtina kanala zarokan. AKP′ê îdîa dike ku pirsgirêkên wan yên hundirîn tune ne, da ku careke din xewna Osmaniyan vegerîne, lê rastiya wê êdî ji her kesî re zelal bûye. Girtina siyasetmedarên Kurd û hevşaredaran, careke din nîşan dide ku êdî hikumeta Tirkiyê têk çûye. Em bêdengiya navneteweyî li hemberî kiryarên AKP′ê yên li Bakûrê Kurdistanê yên li dijî dezgehên çapemeniyê, şermezar dikin.

(kc)

ANHA