1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Zeytunên Dêrikê dîsa li ser dezgehan in
Zeytunên Dêrikê dîsa li ser dezgehan in,zeytunên,dêrikê,dîsa,li,ser,dezgehan,in

Zeytunên Dêrikê dîsa li ser dezgehan in

A+ A-

09:16 04.11.2013 1 / 4 AMED (DİHA) - Li Amadê piştî Zeytûnên Dêrikê ji nava baxçeyan hatin çinîn û daketin ser dezgehên esnafan, ji aliyê welatiyan ve rastî eleqeyek mezin hat. Welatiyên ku zeytûn stendin diyar kirin ku zeytûn xwarina sereke ya taştê ye.

Her sal demsala payizê de zeytûnên Dêrikê yên kesk, piştî ji baxçeyan tên çinîn û komkirin cihê xwe li ser dezgehên esnafan digirin. Zeynûnên Dêrikê yên kesk, ku bi tam û ekla xwe dilê her kesî dibijînin xwe, piştî dadikevin ser dezgehên esnafan rastî eleqeyek mezin tên. Îsal dîsa Zeytûnên dêrikê cihê xwe li ser dezgehên esnafan girt. Zeytûnên ku bi rengê kesk dezgahên bazarên Amedê xemîland rastî eleqeyek baş tê. Zeytunên kesk ku li herêmê di cotmehê û mijdarê de tenê li Dêrika Merdinê şîndibin, li Amed, Mêrdîn û gelek navçeyên derdorê tê firotin û rastî eleqayeke mezin tên. Firoşker Mehmet Murat Kizilay diyar kir ku bi hatina zivistanê re dest bi firotina zeytunên kesk dike û wiha got "Ez 36 salin ku her destpêka zivistanê karê firotina zeytunên kesk dikim. Her sal 10 ton tînim û difiroşim." Kizilay anî ziman ku ji alî tenduristiyê ve zeytunên kesk pir baş û dermanê gelek nexweşiyan e û wiha axivî: "Ji ali tenduristiyê ve zeytunên kesk ji zeytunên fabriqê çêtirin. Ji ber vê yeke tercîha gel pir e. Gel ji me dikire û li mal bi destê xwe çêke." Kizilay ji bo aboriyê ji wiha got: "Zeytunên kesk bi gorî zeytinên fabrikê arzantir e. Ji bo vê yekê jî rastî eleqeyek gelek mezin tdê."

Kiryara zeytûnan Ayşe Yilmaz jî anî ziman ku tehma zeytunên kesk ji yê fabriqê xweştir e û erzantir e û wiha got: "Em çend salin her meha cotmehê zeytunên kesk distinin û bi destê xwe paqij dikin. Zarokên me pê nexweş nakevin û pir baş in."

Li malê zeytûnan çêdikin

Kiryarên ku zeytûnên xam ji esnafan distînin, ewil wan yek bi yek tenê perçîqandin, 5-6 rojan di nava avê de dimine şîrin dibe û piştre di nava ava şor de tên parastin. Piştî çend rojan ji bo xwarinê amade ne.