1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Çiroka 4 hevalên şoreşger
Çiroka 4 hevalên şoreşger,çiroka,4,hevalên,şoreşger

Çiroka 4 hevalên şoreşger

A+ A-

09:00 02.02.2014 1 / 6 ÊLIH (DÎHA)- 4 endamê PKK'ê u hevalên hev; Mehmet Kurd, Adîl Kara, Hasan Yetîm û Emîn Aslan, di sala 1990''an de bi hevre tevlî refên PKK'ê bûn. Le li cihên cuda û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dan. Di sala 2014'an de bi vekirina konekî sersaxiyê dîsa çîroka wan gihişt hev.

4 ciwanên kurd Mehmet Kurd, Adîl Kara, Hasan Yetîm û Emîn Aslan; di sala 1990'an de bi temenê biçûk li zozana şaxê ya Wanê bi hevre tevlî refên PKK'ê bûn. Piştî demekê di nava PKK'e de man di cihe cuda û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dan. Piştî 26 salan û şûnde li ser xwesteka rêhevalê wan Hasan Yetîm a "Em 4 heval bi hevre hatine dinê bi hevre rêya têkoşinê meşandiyê dema ku em bimirin ji bila taziya me bihevre bê dayin" û di 25'ê çilê ya 2014' de nasnameya wan diyar dibin. Malbatên her 4 endemê PKK'ê Mehmet Kurd, Adîl Kara, Hasan Yetîm û Emîn Aslan bahsa jiyana wan kirin. Malbatan, diyar kirin ku her 4 heval her tîm bihevre bûn ne wek hevalan wek 4 bira bûn.

'Her 4 jî wek cengewaran bûn'

Jinbira Hasan Yetîm, Fatîme Yetîm diyar kir ku dema ku Hasan di 15 saliya xwede tevlî refên PKK'ê bûye. Yetîm wiha got: "Hasan dema ku tevlî refên PKK'ê bu di temenê wî hêj pir biçuk bû. Lê Hasan gelek ciwanekî bi çeleng û zirek bû. Tu carî civak jê aciz nedibû. Di nava civakê de xwedî bi hurmetbûn". Yetim, anî ziman ku dema li zozanan bûn her 4 heval bi karê şivantiyê re mijuldibun û got " her 4 heval bi hertim bi hevre bûn hemû kar û mijulkirina wan bi hevrebûn qet jihev dur ne dibûn hevtim bi hevre radibûn û radiketîn. Her 4 jî wek cengewaran bûn, karên ku diket li ser pişta wan dikirin tu carî ji kar û xebatê xwe ne didan alî hertim bahsa wek heviyê dikirin".

Jinbira Adîl Kara, Azîme Kara jî li ser jiyana Adîl axivî. Kara diyar kir ku Adîl xorteke pir celeng û zane bû. Adîl, hertim bahsa jiyana şoreşgeriyê dikir û wisa domand: "Jiyana Adîl hertim li zozanan de derbaz bû, Adîl ji xwezayê û ji jiyana zozantiyê pir hez dikir. Dema ku demsala zozantiyê dihat Adîl ji keyfan ne zanibû tê çewa bikira pir keyf xweş dibû. Dema Adîl tevlî refên gerilla bû hêj temenê wî 12 bû lê wek mirovekê gehîştiyek zane û bi celeng bû",

Jinbira Mehmet Kurt, Leyla Kurt jî bilêv kir ku dema her 4 heval tevlî refên PKK'ê bûn em li zozana şaxê bûn û roja ku çûn ji me re gotin hun me girê ji bidin me biryara xwe daye, em ê ji bo azadiya gelê kurd bi têkoşinin û got: " Mehmet, di nava civakê de pir dihat hez kirin tucarî gel aciz nedikir. Ziman şêrinbû di nava civakê de xwedî teybeteke mezin bû".

'Mirin jî hevpariya wan ji hev ne qetand'

Bavê, Emin Aslan ku di temenê xwe yê ku 12 salî bi 4 hevalên xwe re di sala 1990 de li zozana şaxê ya Wanê tevlî refê PKK'ê bubû, Salih Aslan jî li ser kurê xwe axaftinek kir. Aslan diyar kir ku Emin lawîkekî pir çeleng û şoreşger bû û hertim li ser bahsa azadiya gelê kurd dikir.

Aslan anî ziman ku kurê Emîn tu carî ji zarokatiya xwe heya dawiyê qet zarar nedaye tu kesî û kesî aciz ne kirinye û wiha got: " Emin, dema ku neçubû refên gerilla hertim bahsa jiyana gerillatiyê dikir û digot ez bibim lêşkerê Apo". Aslan, anî ziman ku hertim bi kurê xwe serfiraz û ser bilind bûn ji yana her 4' an hertim bi hevre bû bi navbera wan de hevparitiyeke mezin hebû xwiyaşe ku mirin jî wan ji hev durne kir.

(ho/mae)


Bêjeyên Miftehî