1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Şanoya `Hîropolîs a Pîroz` dîroka Minbicê vedibêje
Şanoya `Hîropolîs a Pîroz` dîroka Minbicê vedibêje,şanoya,hîropolîs,a,pîroz,dîroka,minbicê,vedibêje

Şanoya `Hîropolîs a Pîroz` dîroka Minbicê vedibêje

Komîteya Çand û Hunerê ya bajarê Minbicê û gundewarê wê şanoyek bi navê `Destana Hîrapolîs a Pîroz` pêşkêş kir. Şano, dîroka bajarê Minbicê ya rengîn û hevgirtina pêkhateyên Minbicê vedibêje

A+ A-

MINBIC

Şano îro li ser dika Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Minbicê hate pêşandin. Şano dîroka Minbicê ya bi pêkhateyên xwe ve rengîn, hevgirtina pêkhateyan di dîrokê de ji bo sekinandina li hember êrîşkeran vedibêje. Her wiha behsa serdemek dîrokî ku vedigere zêdetirî 2 hezar sal berê dike.

Amadekariyê şanoyê 3 mehan berdewan kirin. Zêdetirî 50 şanogr bi temanên di navbera 4 saliyê heya 45 saliyê tev li şanoyê bûn. Beşdarên şanoyê endamên Komîteya Perwerde û Fêrkirinê, Ciwan, Yekîtiya Werzîşê û Çand û Hunerê bûn.

Di pêşkêşkirina şanoyê de, şandeyek ji Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê, bi sedan şêniyên bajêr û gundewarê wê, endamên komîte û saziyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarê wê amade bû.

Beriya ku şano destpê bike, şênî deqeyek rêzgirtin sekinîn. Piştre hevserokê Komîteya Çand û Hunerê ya Minbicê Mihemed Qibirtawî bixêrhatina beşdar kirin. Mihemed Qibirtawî teqez kir ku ew bi rêya şanoyê êrîşan li dijî bajarên wan red dikin. Her wiha destnîşan kir ku şano rêya tekane ya vejandina dîrok û çand pêkhateyên Minbicê, pêwîstiya yekrêziya ref li hember dijminan e.

Şano bi pênasekirina dîroka bajarê Minbicê û şûnwarên wê ku mîrata bajêr û dîroka wê ya kevnar isbat dike destpê kir. Di şanoyê de bal hate kişandin ser bûyerên di dema Dewleta El-Hemedanî de di serdema hikuma Seyf El-Dewle El-Hemedanî ya Helebê de û çawa Ebû Fîras El-Hemedanî helbestvanê Minbicê bû mîrê bajêr.

Her wiha di şanoyê de şaristaniya bajêr, biratiya gelan di navbera pêkhateyên wê de ji berê ve, sekina wan li hember tevahiya êrîşan hatin vegotin.

Şano saetek û nîv li ser çend dîmenan dirêj kir.

Di dawiya şanoyê de ciwanên pêkhateya Çerkes dîlanek ji çanda pêkhateya Çerkez pêşkêş kir.

Navê şanoyê `Destena Hîropolîs a Pîroz` ji navê bajarê Minbicê ya berê Hîrapolîs yanî bajarê pîroz hatiye.

(şx)

ANHA