1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Şaredarê Wanê Kaya: Gel tê xapandin
Şaredarê Wanê Kaya: Gel tê xapandin,şaredarê,wanê,kaya,gel,tê,xapandin

Şaredarê Wanê Kaya: Gel tê xapandin

A+ A-

24 Cotmeh 2011 WAN - Şaredarê Wanê Bekîr Kaya têkîldarî erdhejê daxuyanî da. Kaya got ku hejmarên ku der barê windahiyan de tê dayîn ne rast in û gel tê xapandin. Kaya da zanîn ku walîtiyê daxwaza wan a xebata hevpar red kiriye û welatî li kolanan in û hê jî kon nehatine dayîn.

Şaredarê Wanê Bekîr Kaya têkîldarî erdheja Wanê ya ku bi aweyeke fermî tê gotin 239 kes mirine û hezar û 300 kes birîndar bûne li garaja Şaredariyê ya ku Maseya Krîzê hatiye avakirin daxuyanî da. Kaya der barê xebat û alîkariyên ku tên kirin de agahî da û diyar kir ku Amed, Colemêrg, Mûş, Agirî, Mêrdîn, Bedlîs, Qers, Sêrt, Şirnex û navçeyan şaredarî seferber bûne û spasiyên xwe pêşkeşî wan kir.

WALÎTÎ XEBATA HEVPAR RED KIR

Kaya destnîşan kir ku Wan ji bo erdhejê bê amadekarî bû û bi daxuyaniyên fermî yên tên kirin ve jî gel tê xapandin. Kaya wiha axivî: "Me piştî erdhejê bi walîtiyê re xebateke hevpar bimeşînin. Lê ev daxwaza me nehat qebûlkirin. Heta me negirtin nava maseya krîzê ku li bajar hate avakirin jî."

MIROV LI KOLANAN IN

Kaya da zanîn ku heta niha li dîmenên ku gundan rast hatine pir xirab e û li gel ku li ser erdhejê de 24 saet derbas bû jî alîkarî negîhiştiye. Kaya bi lêv kir ku mirov li kolanan mane û hê jî kon nehatine dayîn.

JIMARA MIRIYAN NE RAST E

Kaya destnîşan kir ku daxuyaniyên ku bi awayeke fermî tên dayîn jî ne rast in û wiha berdewam kir: "Agahiyên ku têkîldarî mirî û birindaran tên dayîn jî ne zelal in. Dîsa li gel şert û mercên zivistanê pêdiviyên ji bo çadiran nayên bicihanîn. Daxwaza me ji gel ew e ku li cihê ku alîkarî kêm dimîne piştgiriyê bidin me. Di vî warî de divê hestên alîkariyê pêş bikeve." Kaya banga alîkariyê li karsaz û derûdorên bihistiyar kir.

ANF NEWS AGENCY