1. Tekst

  2. Gotar

  3. Hesen Harrani
  4. ÇEND GOTIN BO Î. BEŞIKÇÎ
ÇEND GOTIN BO Î. BEŞIKÇÎ,çend,gotin,bo,î,beşikçî

ÇEND GOTIN BO Î. BEŞIKÇÎ

A+ A-

 

 Hesen Harranî

Gotinên tên gotin bi lez û bez

Mirov nagehîne warê elegez

Rewşê baş biwezinînin nebez

Da hun bibin ezîzê pez û rez.

(HesenHarranî)

 

Piştî vê gotinê ezê li ser Î. Beşîkçî

çend gotinan bêjim.

 

Dostino, hevalino!

Wekî hun jî dizanin li ser hinek gotar û nêrînên Beşîkçî çendî rojin tofanekî di nava alîgirên Tevgera azadîyê û hezkirî û donkêşvanên Beşîkçî de rabûye û her hêlê di nava teflû dûxanê de hiştîye.

 

Ez Beşîkçî baş nas dikim û min herê kêm çar - pênc pirtûkên wî jî xwendîye. Raman û mantelîta wî çîye, çawaye bawerim baş dizanim.

 

Nêzîkatîye Beşîkçî di dema ku nêrînên Tevgera Azadî diparastin jî min di gelek hêlan û pîvanan de  rast nedidîtîn û niha ku aligirîya hinek kes û rêxistinan jî dike dîsa  rast nabînim.

Ev pîvana min ji vê yekê tê. Mirovekî ku mebest û sekna wî heqîqet û zanist be divê zêde nekeve nav herêmên berjewendîyên demkî û partîvanî û sîyasî. Beşîkçî di dema aligirîya Tevgera Azadîde jî sînorê xwe derbas dikir û diket nava qada ne ya wîye, îro jî dîsa heman tiştî dike. Ev jibo zanyarek encamek baş nîne.

 

Sedema ku ewqas rexne û refleksekî neerênî digire an jî zêde erênî digire jî ev xal e.

Ti gotinên min ji ked û sekna wî ya muxalifîyê re nîne û ji ber vê û berdêla daye bi hurmetin û bi rêzgirî nêzîkê wî dibim.

 

Lê dîsa ez vê yekê bêjim: Zanyar û zanistvanekî karê wî yê herî girîng sebre. Metod û hêceta wî ya herî girîng jî çavdêrîye. Ji ber vê yekê dibêjim pîvana wî ya pêşîn divê sebir be. Lewre çavdêrî bi lez û bezê nabe û jêre aqlê selîm û sebir lazime.

 

Beşîkçî di analîz û tahlîlên xwe de bi lezgîne û nêrîna wî û sînorên wî yê analîtîkî hinek teng e. Ji ber vê yekê nîrxandinên wî pir zêde nayên ronişkandin. Û zêde pêgir nabe.

 

Mafê her rewşenbîr û zanyarî heye li tevger, sazî û kesayetan rexne bike û rewş û sekna wan analîz bike. Jixwe ev nebe di civakê de û di pêşketina civakê de rastî nayê dîtin û pêşketin jî nabe.

Ev maf yê Beşîkçîye jî dikare her dem bikarbîne.

Lê belê jibo herkesî û jibo birêz Beşîkçî jî divê ev heqîqet neyê jibîrkirin. Dema mirov rexneyan bike divê mirov rexneyên xwe ji rastîya civak, demê, merc û şertên merîyetê dûr û qut neke. Divê mirov van hemî xusûsîyetan li ber çavan bigire. Lewre tu guherîn û pêşketin ji şert û mercên ku tê de çêbûye an jî pêkhatîye cuda naqewime. Dema guhertinek an jî ramanek biguherê divê mirov şert û mercên guherîna van tiştan jî bibîne.

Rexneyên Beşîkçî di gelek waran de  jibo Tevgera Azadî dibe ku rastbin û bi gorî min jî di warê taqtîkî û sîyasî de di van deh panzdeh salan de şaşî çêbûn û niha Tevger bixwe jî berdêlên van şaşîyan dide. Lê nêzîkatîyek ji kok û bi temamî jî rast nîne û divê mirov hinek bi însaf be.

Divê mirov neyê galîyan û kelecana derdorên xwe. Û her wiha bi van layan mirov nekeve nav şaşîyan.

Birêz Beşîkçî di van demên dawî de birastî jî şaşîyan dike û bi lez û bez tevdigere. Sedema vê yekê bi kûr û fireh çine ez baş nizanim lê tişta ku li min û li kesayeta min tê ev e ku ez bêjim Beşîkçî xwe û zîhnîyeta xwe li gorî demê û zirûfên cîhana nûh negurtîye. Nêrînên wî li ser fikir û argumanên 80 sal berê çêbûne hatîye avakirin di zirûfên vê demê de gellek hêlan de şaş û qelsin. . Gelo nifşên ku îro 15-20 salîne çiqas Beşîkçî nas dikin? Çiqas bi fikir û ramanên wî re eleqedarin?  Eleqe û meylên vê nifşê çine û daxwaza wan çîye haya wî jê heye? Gelo dikare lo gorî pêdivî û daxwazên vê nifşa nû argumanekî nûh û rasteqîn biafirîne? Ne bawerim.

Ji ber vê yekê di van demên bi lez bez ku du rojên wî ne yekin û her wiha kaotîkin divê mirov hê bêtir bi bal û keys be.

Dema mirov alîyekî rexne kir divê alîyên heman parçeya bitûn lê qiyas neke û yekî baş yekî jî xerab neke. Kî çîye û çi hêz çawaye divê mirov wî di çarçova nav sînorên kêmasî û sînorên berjewendîya bitûna cîvakî de binîrxîne û rexne bike.

Dema te yekî girt û yê din avêt, yekî baş kir gihand esman yê din jî xerab kir avête bin qatê erşan ew çax rewşenbîrî û zanyarîya mirov dikeve nav qada nîqaşê.

Van gotinan ez jibo rûmeta Birêz Beşîkçî dibêjîim û tu menfîetê min jî têde nîne.

 

Çi dibe bira bibe divê rexne û nêrînên mirov ji nava sînorên medenî û exlaqî dernekeve. Ev jibo Beşikçî jî û jibo parastvan û alîgirên wî jî û jibo alîgirê hizban jî rastîyekîye. Lê di vir de barê giran yê birêz Beşîkçîye.

Divê zêde nekî lez û bez

Da ku nebî zelîlê qerez.

 

 

 


Gotinên miftehî :