
… Û DEH SALÊN DINÊ JÎ BÛN P’ARÇ’EYEKÎ DÎROKÊ!
(Bi boneya bîstsalîya malp’er’ a “AmidaKurd”)
Ezîzê CEWO
Tuyê bibêjî, ew hema duh bû, dema k’oma k’arîger, berpirsyar, nivîsk’ar û xwendevanên malp’er’ a “AmidaKurd” dehsalîya wê pîroz kirin.
Wê demê min jî bi wê boneyê p’eyamek nivîsî. Û îro, dema bi bineya bîstsalîya malper’ê, min careke dinê ew p’eyam li ber ç’avan r’a derbaz kir, dibe ku hinekî bi şêwazekî cuda, lê dîsa minê ew nêr’în û daxwezên xwe yên wê demê banîyana zimên (https://amidakurd.net/ku/tekst/malp_era_amîdakurd_bû_dehsalî )...
Ew wê demê bû!
Û vê carê, me pêr’a jî negîhand pêbihesin, k’a çawa deh sal jî bihurîn, û vê carê “AmidaKurd” bû bîstsalî... Hemma, di pişt wan bîst salan da t’evgereke jîyanî, hewlên kesên cuda, govtûgo û gengeşî, dilxweşî û spasdarîyên cuda veşartîne, yên ku, dibe ku, paşê, piştî demekê (heya dibe piştî dehsalan!), bibin mijarên bîranînên beşdarên jîyana “AmidaKurdê”...
Lê îro, wek her carê em dîsa bi k’arên r’ojane va gîro bûn, û me li ser r’ûpelên malp’er’ê gotara berpirsyarê wê Mahabad Felat a bi sernivîsa “Amîdakurd: Peyv, têkoşîn û rastiya bîst salan” dît.
Bi r’astî, dibe ku, gelek nivîsk’ar û xwendevanên malp’er’ê dê bixwastana îmzaya xwe di bin wan gotinan da danyana, lewra ku ew hem ji hêla wat’edarkirina r’êya derbazbûyî va, hem ji hêla dîtina r’astîyan va, hem jî ji hêla awayê gotinê va p’ir’ li “AmidaKurd”-ê tê. Û ew hemû li vira ye – https://www.amidakurd.net/ku/tekst/Amîda kurd_Peyv_têkoşîn_û_rastiya_bîst_salan .
Bîranîn bi bîranînan, lê wek ku di nava gel da tê gotin: “Her kes cîhanê di hindava xwe da dibîne!”
Di nav van salên bihurî da gelek berhem û gotarên min cara yekem li ser r’ûpelên “AmidaKurd”-ê hatine weşandin. Hinek ji wana, wek r’êzegotar û hevp’eyvîn derk’etine r’onahîyê, yên ku paşê bûne p’irtûk û gihîştine ber destê xwendevanan... Ev hemû bi hewl û k’eda k’oma k’arîger a malp’er’ê pêk hatye.
Spas ji bo “AmidaKurdê” û hemû endamên wê, spas ji bo wan xwendevanên hêja yên malp’er’ê, yên ku bi pirs û pêşnîyarên xwe beşdarî pêvajoya lêger’înên min bûne!
Lê ya sereke, malp’erê karibûye r’ûp’elên xwe li ber nivîsk’ar û afandarên bi dîtinên xwe va cuda û balk’êş vekirine, û berhemên wan pêşk’êşî bala xwendevanan kirine. Bi r’êya malp’erê p’êwendî û danûstandinên balk’êş di navbera xwendevanan û nivîsk’aran da pêk hatine, li ser bingeha wan hevp’eyvîn û nirxandinên cuda derk’etine holê...
Û di vî warî da “AmidaKurd”-ê p’eywira xwe bi serfirazî pêk anye.
Ev hemû baş e, lê wek ku tê bîra min, çend sal berê r’êvebirîya malp’erê hewl dida, platformeke vîdêoyî amade bike, ji bo ku pirsên zimên, wêjeyê, dîrokê û yên dinê di wir da bên govtûgokirin... Piştr’a, wek ku tê xyan, pirsgirêkên teknîkî hebûne, ew gav neçû sêrî. An, dibe ku, wê demê ji bo avîtina gaveke wisa hê zû bû – merc û derfet nînbûn? Her çi jî hebe, eger mirov ji bo k’arekî weha hêzên nivîsk’ar û xwendevanan jî bike t’evgerê û wê pirojeyê bîne sêrî, dê r’êyeke nû vebe, ji bo ku sî û r’onahî, êş û hêvî, berxwedan û vîna bêdawî ya gelê me bi p’eyv û gotinên zêndî bigihîjin cîh. Wê demê r’ojnameger, helbestvan, nivîsk’ar û lêger’înerên cuda dê bikaribin bi awayekî r’astedêr dengê xwe bigihînin gelê xwe...
Li ser vê nota başbînî û bi daxwezîyên destanîn û pêşk’evtinên nû û hêja ez bîstsalîya malpera “AmidaKurd” li me hemûyan pîroz dikim!
Li gel slav û r’êzê xwe – Ezîz ê Cewo
11. 04. 2025. Pyatîgorsk/R’ûsîy.