1. Tekst

  2. Gotar

  3. Fêrgîn Melîk Aykoç
  4. Şopa Amidakurd li pey xwe hîştî
Şopa Amidakurd li pey xwe hîştî,şopa,amidakurd,li,pey,xwe,hîştî

Şopa Amidakurd li pey xwe hîştî

A+ A-

Fêrgîn Melîk Aykoç

 

Bi peşveçûna teknîk û hunera dîgîtalî re li gel derfetên wê gelek têgîn û peyvên bi vê erkî re têkildar jî kete nava zimanan, di zimanên ewropî de bi giranî peyva „web site“ ji bo sîteyan tê bikaranîn, di zimanê me de jî peyva „malper“ a li ser malê rûniştî di vê medya civaki de cihê xwe girtiye. Ev peyv di warê wateyê de jî têgîneke di cih de ye.

 

Medya digîtalî bi giranî di salên nodî de gav bi gav pêşket. Di gotareke lêkolînî ya „DergîParkê“ de li ser vê mijarê ev agahî tê dayîn: „Hejmara bikarhêneran, di sala 1996an da, li derdora 70 milyonî da bû. Di 2002yan da jî 569 milyon bikarhênerên înternetê hebûn. Ev jî dikir ji %10ê serjimarîya cîhanê. Li gorî texmîn û lêkolînên di sala 2012an da li cîhanê bi giştî 2,4 milyar bikarhênerên înternetê hene. Ev jî ji %34ê serjimarîya cîhanê ye. Her wiha leza zêdebûna bikarhênerên înternetê her sal ji salên berê zêdetir dibe.…..“

 

Bes piraniya malperên Kurd bi 2000 î re li ser madya dîgîtalî xuya kirinin. Di salên destpêka 2000 î de bi dehan malperên Kurdî; yên koman, partiyan, hin saziyan û yên kesayetiyan hatin vekirin. Vê teknîka nû li gel aliyên xwe yên erênî û nerêni di warê belavbûna nivîsandin û xwendina kurdî de roleke gelek girîng lîst. Vê pêşketina digîtalî xweber bandoreke têklihev li standartbûna kurdî jî kir. Bi vî awayê standartbûnê de gelek peyvên çêkirî yên ne li gor têgîhîştina zimanê kurdî jî kete nava ferhenga kurdî. Em wek mînak têgîneke kurdî bidin. Di kurdîya rojane û gelêrî de dema lêkera „gîhîştinê“ bi kurtî tê bikaranîn, dibe „gîn.“ Mînak „xwezgînî, hevgînî“ ûû. Ev ne idia min e, zimanê me di xwe de ev form çêkiriye. Yanê lêkera „têgîhîştinê“ dibe „têgîn“. Le yên di bin tesîra tirkî de mane bi mantiqê tirkî weke kopya tirkî „kavram“ (ji lêkera „kavra-mak“) mastar „iştin“ rakirine û ev kirine „têgih“ di kurdî de ev texlîta tirkî ne pêkan e, dibe tehrifkirina kurdî, telafuza wê jî mirovan diêşîne. ´Mixabin ku xwebaqilan ji ber vê mantiqê tirkî gelek peyvên ji têgîhîştin û hişmendiya kurdî dûr jî xistine nava kurdî. Ev jî rasterast aliyê nerênî yê vê teknîka digital e.

 

Bêguman berpirsiyariya malpereke dîgîtalî di warê rojnamegerî û weşangerîyê de ne tenê dijwar e, berpirsiyariyeke wîjdanî û zanistî jî dixe ser milê berpirsiyarên malperan. Lema min di gotara xwe ya yekem ya di mejûyê 11.04.2015 di AMIDAKURD de hatibû weşandin de bi serenavê „Objektîv û bêlayanî“ nivîsîbû. Paragrafek ji wê gotarê:

„Birêvebirina weşaneke wêjeyî û ragihandinê ne hêsan e, xwerû jî dema mirov bixwaze, di nava vê geremola hest û rastî tevlihev bûye, torbenda sîxwiriya dijmin ku bi formên cûda her der di nava gumanan de xeriqandiye, xetên rastî û ajaniya bandorî tevlihevbûye de hê dijwartir e. Berê her tiştî di gotaran de objektîf bûyin divê, bêlayanbûyîna hatiye serobinkirin divê. Ked û şiyarbûneke bê westan divê, xebatkarên dilsoz divê, bêguman warê diravî jî ji bo birêvebirina saziyeke ragihandinî bi serê xwe pirsgirêkeke giran e.“

 

Ev ne gotara yekem bû. Piştî vê nivîsa min a yekem 71 gotarên min jî di Amîda Kurd de hatiye weşandin. Hetanî ji min hat, min her hewlda ku anegorî mîsyona vê melperê gotarên lêkolînî, mijareyên zanistî, bêguman bi giyaneke bêlayanî ji malpera „Amîdakurd“ re bişînim. Ez kêfxweş im ku ta niha di nava wê çarçeve û têgîhîştinê de mame.

 

Dema mijar bû mijareya malperan, divê em rastiyekê bi aşîkarî zelal bikin... Mixabin ku, gelek malperên bi kurdî û tirkî (yên Kurdan) di cihê bêlayanî û objektîvîbûnê de mîna troleriya dagikerên wehş hatin bikaranîn, hê jî hin malper di cihên şiyana yekîtî û nêzikkirina têgîhîştin û saziyên Kurd de mîna weşanên dagirkeran bin, gotarên çêrkirinî, parçebûn û dijminahiya nava hêzên Kurdan diweşînin. Ji ber vê rengê nerênî ya hin malperên ji şiyana kurdayetî dûr, dixwazim vê bi zelalî bêjim; têkçûna hin malperan di rêbaya nêzîkêhevbûn û yekîtiya Kurdan de rengekî erênî ye. Medya digîtalî ji rengên fesadan paqij dibe.

 

Malpera „Amîda Kurd“ ya bîst sal berê bingehê wê hate danîn, ji ber polîtîka xwe ya erênî û avakar li hemberê hemû êriş û dijwariyan jî, îro bi awayekî serkeftî û serbilindî di weşanê de ye. Divê her rewşenbîrên yekitiya Kurdan dixwaze, piştgiriya wê bike. Gotarên şîyarkirin, pirsgirêkan zelalkirin, lêkolînî û zanistî ji vê malpera bi nirx re bişînin.

 

Di malpera „!Amînda Kurd“ de gelek gotarên lêkolînî û zanistî bi destê kesayetîyên têgîhîştî yên weke rêzdar Dr. Ezîzê Cewo, hin lêkolînên navnetewî, her wiha gotarên dîrokî û wêjeyî bi awayekî peryodîk tên weşandin. Ji ber vê rastiya wê jî, gelek caran xwinêrên li welêt ji ber qedexeyên dagirkeran rêyên şopandina Malpera „AmîdaKurd“ ji me dipirsin. Em jî wan daxwaziyên xwinêran radigîhînin edîtoriya malperê. Gelek caran ew rêyên gihîştina malperê radigîhînin. Bi gotineke kurt Malpera „Amîdakurd“ di cihana digîtalî de xeteke ronakbîrîya Kurd û Kurdistanî ye. Divê teqez bê şopandin û lê xwedî were derketin. Pêdiviya me û civaka me bi çavkaniyên wiha têr û tijî heye.

Dagirkerên Tirk herî zêde ji ronakbûn û belavbûna rastiyan û li ser wê bingehî şiyarbûn û afirandina yekitiya Kurdan ditirsin. Lema li Tirkiyê, astengî û qedexeya li ser malperên Kurdî her berdewam dike. Li ser biryara Dadgêriya Sizaya Sûlhê yên li hin bajarên Kurdistan û Tirkiyê xwerû jî ya dadgeha Enqerê bi sedema ku „propagandaya terore dikin“(!) di serî de malperên hin weşanxane, partî û komên Kurd û hin hesabên  medya Kurdî wekî „Amîdakurd“ hatine qedexekirin, ew ne tenê li nav Tirkiyê, bi hemû derfetên xwe hewl didin ku li derveyî Tirkiyê jî; bi rêya têkiliyên nava NATOyê qedexeyan daynin ser weşanên Kurdî. Mînak hin rojname û malper li Almanyayê li ser daxwaziya dewleta tirk hatin Qedexekirin. Lê nekarîn bidin rawestandin, lewra gelek rêyên cuda yên domandina weşanan jî hene, mînak; gelek saziyên ragihandinê ji ber qedexeyan bi navên din û rengên din weşanên xwe didominin.

 

Taybetiyeke malpera „Amîdakurd“ jî ev e; gotarên di nava rûpelên wê de hatine weşandin bi giranî cara yekem di vê malperê de hatine weşandin. Mînak: Ji berpirsên Malperê rêzdar Mahabat Felat di gotara xwe ya bîstsaliya malperê de wiha dinivîse:

„Ji sedî not û pênc gotar û hevpeyvînên me, yekem car di amîdakurdê de hatine weşandin. Nîvê nûçeyên ku me belav kirine rasterast ji çavkaniyên me hatine û me nûçeyên din jî ji çavkaniyên pêbawer girtine. Lewre di tovê rastiyê de dadmendî şîn dibe. Dem bi dem, rojane zêdetirî du mîlyon kes serdana amîdakurdê kirin. Ev jî piştrast dike ku peyvên me wate digirin û dengê me tê bihîstin.“

Kaynak: Amîdakurd Peyv têkoşîn û rastiya bîst salan - Amîda Kurd

 

Gotara min ya herî dawiyê roja 24.1. 2025 an di malpera Amîdakurd de hate weşandin. Paragrafeke ji wê gotarê:

„Di van rojan de herî zêde peyva „AŞITΓ ya bi Tirkan re bi erênî û nerênî tê gengeşakirin. Ango mijareyeke herî aktûel e, lê mixabin ku bi her awayî mij û guman dagirtiye. Gelo ji ber mejiyê li Tirkiyê hatiye afirandinê çi, pirsa; bi serkarên Tirkan re rojek aşitî dibe? Derdikeve pê me. Werin em serê xwe hinek bi vê mijarê re biêşînin. Rûpelên dîroka mijikgirtî hinek wergerînin, ka çi reng derdikeve pêş me. Her gelî karektera çand û gelbûna xwe ji kûrahiya dîroka xwe wergirtiye. Jiwê rengê karektera gelan, nêzîkatîya bi wan gelan re jî rengê xwe ji bîr û boçûna wê kûrahiya dîrokî werdigire, Mixabin ku ew reng û awayê wê yê heyî, gelek caran bi pirseşan û guman derdikeve pêş mirovan.

Tirk û Aşitî - Amîda Kurd

Îro medya digîtalî êdî cihê medya ser kaxizan girtiye. Heta li tevahiya cihanê ji ber vê medya dîgîtalî xwendina romanan jî kêmbûye. Lewra her kes hewl dide ku nivîs û gotaran medya digîtal de bixwînin. Kovara naskirî Forbesê di sala 2012 dan de ragihand ku wan bi rêya şîrketeke bi navê “Narrative Secience”yê dest bi bikaranîna teknolojîyeke ku dikare xwe bi xwe gotaran binivîsîne, kirine. Yanê êdî medya dîgîtalî ketiye jiyana me. Dijmin û trolerên wan bi her awayî dixebitin ku bi rêya manipulasyonên medya digîtal mejiyan têklihev bike. Ji wê jî, li ser medya dîgîtal gelek qirêjî û kemîn hene. Ji bo ku em nekevin wan kemînan, divê em xwedî li malperên mîna „Amîda Kurd“ derkevin, wê bixwînin û bidin xwendin.

 

Ezê gotina dawiyê ji edîtoriya Amîdakurd“ re bihêlim.

„...Amîdakurd ji platformekê wêdetir, ji malperekê wêdetir dilek e ku ji bo nirx û rûmetên gel û welatê xwe lê dide. Ronahiyek e di tariya bindestiyê de. Qêrînek e ku wê tu carî nikaribe bê birîn.

Em ê berdewam bikin; heta ku gotin azad bibin, heta ku gel azad bibe; heta ku em bigihêjin berbanga sibê û xiyalên sedan salan....“