1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. 100 Romanên Kurdî
100 Romanên Kurdî,100,romanên,kurdî

100 Romanên Kurdî

A+ A-

Mahabad Felat



Civakek dema ji çanda demokrasiyê bêpar polîtîze bûbe, reng û teşeyeka şolî ango ne zelal, tevlîhev û xumam digire. Di wê civakê de ne pêkan e di tu warên jiyanê de pîvanên hemdem û rast ên dikarin di pêşkeftina civakî de roleka erênî bilîzin, şîn bibin. Tişta di civakeka wiha de bikaribe bi pêş bikeve ev in; populîzm, kulta kesan, xwedbînî, dîktatorî û sofîtî û mirîdiya li dora van kombûyî, nepejirandin û dijayetiya hev û du, nepejirandin û dijayetiya tûj a li dijî rexneyan, durûtî, nezanî, fesadî, tiralî, hesûdî, çiqûzî, bêbextî.
Polîtîzebûna civakên bindest li dijî serdestên xwe heya ciyekê dikarin roleka erênî bilîze. Lê ev divê nebe pîvan û rêbaz û teşeya jîyana civakê. Ji bo civak bi wê jahra polîtîzebûnê nekeve divê pîvan û rêbazên demokrasiyê di nav civakê de bêne bipêşxistin, civak li ser nirxên demokrasiyê bê perwerdekirin. Yan na, di civakên bindest de, ew tiştên li jor hatine nivîsîn dikarin hîn kûrtir û xirabtir bi pêş bikevin.

Di nav van hemiyan de jî metirsiya herî mezin ji bo civakê, populîzm e. Lewre di civakan de populîzm taya beriya mirinê ye. Radeya pêşketina populîzmê, radeya rizandina civakî ye.
Mînak; du navên herî zêde bi nav û deng in di nav romannivîsiya kurd de, diz in û diziya wan bi belge û îsbat hatiye nivîsîn, lê li gel rastiya diziya wan jî, wan ji popularîteya xwe tu tiştekî wenda nekiriye, dijberî vê rastiyê, diziya wan mixabin ku bûye pîvana serkeftina wan. Dizî, şaşî û xerabî dema bibine pîvan, kesek êdî qala wan dizî, şaşî û xerabiyan jî êdî ne dike û ne jî dibîne, lê xwe lê tîne. Aha yek ji tişta çanda populîst tîne serê civakê jî ev kambaxî û malwêranî ye.  Dema binê mirov bi xwe şil bûbe, êdî mirov qala ava binê kesekî din jî nake. Tişta li me hatiye jî ev e.

Îroj min li ser twîtterê lîsteya ”100 romanên kurdî yên teqez divê bêne xwendin” dît.  Di civakên pêşkeftî de ev lîste ji aliyê pirtûkxaneyan ve têne amadekirin û ew jî ne bi sernavê ku ”teqez divê bêne xwendin” lê wekî ”pirtûkên di nav salê de herî zêde hatine xwendin” têne weşandin. Ango li gor encameke berçav lîsteyên wiha têne amadekirin. Yan jî, kesên di warê wêjeyê de bûne otorîte, piştî xwendin, nirxandin û nîqaşên edebî ên li ser van romanan, nêrînên xwe tînine ziman, lê dîsa jî nabêjin ”teqez divê bêne xwendin”, lê ji tercîha mirovan re dihêlin. Di lîsteya romanên kurdî de, bi kîjan rê û rêbazan lîste hatiye amadekirin, li gorî kîjan pîvanan, ne diyar e. Kî biryara van 100 pirtûkan daye, li gor çi  amade bûye, ne diyar e ku jixwe diviya di serê lîsteyê de ev hemî pêşî bihatana aşkerekirin û lîste li bin vê ravekirinê bihata zêdekirin. Lê ji rê, rêbaz û pîvanan zêdetir, xuya ye ku li gor kesan ev lîste hatiye amadekirin. Dema li gor kesan bê amadekirin jî, di civakeka mîna ya me polîtîzebûyî û ji pîvanên hemdemîn û demokrasiyê bi dûr de tişta dê bide der jî ne pîvanên wêjeyî lê populasyonakesan e. Eger lîsteyeka wiha di nav civakeka din de jî hatibe amadekirin ku min bixwe nediye, lê dîsa jî ev encamê naguhere, ku ev encama vê çanda populîst e.

Ez jî niha lîsteyek amade bikim ma wê kî çi bêje?!

Ya din û pir balkêş ku ev lîste di twîtterê de bi tirkî hatiye pêşkêşkirin û navên pirtûkan bi xwe jî bi tirkî hatiye nivisîn ku çend pirtûk ne tê de ên din yek ji wan jî wergera wan a bi tirkî tune û eger hebe jî, çima navên wan ên orjînal ên bi kurdî wergerandine tirkî û wisa weşandine, bi rastî pir balkêş û hêjayî lêpirsînê ye.

Ha romaneka min jî heye û di nêzîk de ya duduyan jî amade dibe, lê bawer bikin an jî nekin dilê we ye, eger navê min jî di vê lîsteyê de hebuya, wê ev nivîs dîsa bihata nivîsîn.

2023/01/06


Gotinên miftehî :