
20 SALIYA AMÎDA KURD
Li ziman, çand, wêje, siyaset, dîrok, me û gelê me pîroz be.
Îbrahîm Osman
Amîda di van bîst salên ku têknolojiyê malper, rojname, kovar, Tv di nezera ciwanan û pareke civakê de bêwate kir, ew wekî çiraya mala me, wê bênavber cîhana me bi tîrêjên şemsanî ronîkir. Bêyî ku li kelem û astengan bilikume yan rê ya xwe şaş bike, li ser xeta xwe ya rast meşiya.
Di pêvajoya van 20 salan de, li welatê me û cîhanê pirr tişt hatin guherîn, pir çûyin û hatin çêbûn. Helbet Amîda jî jê bandor bû, lê ew her wekî mala me, ciyê sî û sitara me ma. Ew bû dengê gotin, fikir, hizir, raman û nêhrînên me. Wê di gelek waran de, bi pênûsên gelek nivîskarên hêja em ronîkirin.
Dema Amîda Kurd dest bi weşana xwe kir, ez nû hatibûm parzemîna ewrûpa yê, min hîna cil û bergên xwe ji toza çiyayan, ya deşt û çolistananê daneweşandibû. Ez mîna mirovekî 15 salan tî û birçî bimîne û li pêdiviyên xwe bigere, ez wisa li ser rêya tora medya civakî li malperan digeriyam. Bi vî hawî ez li Amîda rast hatim û min şopand. Min ew bi xeta wê ya weşangeriyê naskir û şopand. Ew ji bo min bû mîna awêneyeke bejnê û min di wê awêneyê de xwe dît. Min xwe tê de dît û ev bû sedem ku ez nivîsên xwe li wir biweşînim. Piştî ewqas sal, gava ez li paş dinihêrim, dibînim ku Amîda Kurd di jiyana min de ciyekî xwe yê tayîbet û girîng heye. Min wekî kes gelek sûd jê wergirtine. Lema îro ez dibêjim, divê Amîda Kurd li gorî demê xwe nû bike û her wekî perçeyek ji bedena me bimîne. Ji bo wê jî divê êm ên dilsozên ziman, çand û netewa xwe, li Amîda xwe xwedî derkevin, dewlenend bikin û temenê wê dirêj bikin.