1. Tekst

  2. Gotar

  3. Selîm Biçûk
  4. Amidakurd, di media kurdî de wek stêrek geş bi rewaniya zimanekî şirîn û xweş diherike
Amidakurd, di media kurdî de wek stêrek geş bi rewaniya zimanekî şirîn û xweş diherike,amidakurd,di,media,kurdî,de,wek,stêrek,geş,bi,rewaniya,zimanekî,şirîn,û,xweş,diherike

Amidakurd, di media kurdî de wek stêrek geş bi rewaniya zimanekî şirîn û xweş diherike

A+ A-

 

Selîm Biçûk

Dema mirov pirsa ragihandinê tîne ziman, di çarçoveya zimanekî de, bi peyv û hevosaziyeke wî zimanî bi xwe vê pirsê di serî de dixwaze şîrove bike. Li vir em tenê di zimanê kurdî de yê kurmancî temaşe dikin û hewil didin rewşa ragihandina kurmancî nas bikin.

 

Ragihandin bi xwe zanisteke û hem jî hunereke bi zimanê gelekî tê pêşkêşkirin, ev zanist û huner mîna şûrekî ji her du aliyan ve tûj e, li aliyekî dikare serî bibire û bikuje, li aliyê din jî dikare civak, çand, huner, siyaset, xewn, dîrok û aşitiya navxweyî ya wê civatê rêz bike û bi hev ve girê bide, ev yek herdem bi ziman û peyvê çêdibe.

 

Em îro di çerxa teknologieyeke berz û bilind de dijîn, di vê çerxê de ji bilî ragihandinên kevin yên mîna rojname, kovar, televiziyon û radiyo de, di berzî û bilindahiya ragihandina civakî de dijîn, di vê çerxê de, her kes bi serê xwe û ji her cihî dikare karê ragihandinê bike. Tevî ku ev çerx ji me kurdan re diviyabû bibe hêzek serkeftinê, hem di pêşvebirina karê ragihandinê û hem di pêşvebirina ziman de. Lê di rastiyê de, di her du aliyan de têkçûnên mezin ber bi çav in. Bi hezaran kovar, rojname, televiziyon, radiyo û malperên ragihandina civakî yên kurmancî hene, di wan de ziman her diçe têkdiçe, civak ji hev belav dibe, dîrok têkdiçe, çand bi giştî têk diçe, bê ramaneke netewî yekgirtî, piraniya caran jî li dûrî pêşveçûna civakên navnetewî û pir caran kurd li djî kurdan dixebite. Ev pirsgirêk helbet seberetên wê hene. Piraniya kesên di ragihandinê de dixebitin ti têkiliyên wan bi zanistî û hunera ragihandinê tune, yên ziman bi kar tînin têkiliyên wan bi ziman re nîn in, pir caran kurdên ji xwe û rastiya xwe dûr dibin rewşenbîr, zimanzan û rojnamevan. Di salên notî de, li civateke bi almanan re, em ketin danûstandineke li ser rewşenbîr û nivîskarên kurd, dostekî alman pir nêzîkî kurdan, keniya û got: Gelek rewşenbîrên kurd û herweha hin nivîskarên kurd tenê ji ber ku dizanin çend hevokên kurdî bixwînin û binivîsin xwe wek rewşenbîr û nivîskar didin xuyakirin. Mixabin hîn jî di her awayên çanda kurdî de, ev yek ber bi çav e.

 

Ez rastiyeke ku ji aliyê xwe ve bînim ziman, ez nikarim deh deqeyan li televiziyeke kurdî temaşe bikim, ez kêm dikarim gotareke bi kurdî heta dawiyê bixwînim, ez li gelek prtûkên kurdî tenê li rûpela pêşî temaşe dikim û davêjim, ez kêm agahiyan ji ragihandina kurdî werdigirim. Mediya civakî ya kurdî bûye cihê sixêf û dijûnan.

 

Helbet li vê derbarê de awarte hene, kesên têgihîştî û pispor di warên xwe de hene û çiqasî diçe pirtir dibin. Ez li vir ne lêkolînekê dinivîsim ku ez wan awarteyan yek bi yek bi nav bikim.

 

Ez vê kurtegotarê dinivîsim da ku „amidakurd.net“ bi mebesta derxistina wê de û piştî hewqas sal pîroz bikim. Babetên wê yên cuda, çand, ziman, dîrok, civak, şîrove, nûçe … hemî bi zimanekî kurdî sade û xweş tên belavkirin, her dema ku ez bixwazim xwe li ser babetekê kûr bikim û sûdê ji hin dîtinên nû werbigirim, ez li gotar û şîroveyên amidakurd vedigerim.

 

Amidakurd bûye stêrek geş di ragihandina kurdî de, ez deste û berpirsên vê malperê li ser ked û bizava wan pîroz dikim. Hun her hebin ji bo ziman û ragihandina kurdî. Hun her serkeftî bin.