BÎRANÎN; ji ku dest pê bikim, çi binivîsim? -1-
Selîm Biçûk
Demeke dirêj e dixwazim bîranînên xwe binivîsim. Her cara ku dest pê dikim hin aliyên jiyana xwe dinivîsim, piştî xwendineke kurt wê nivîsê mîna dilopekê ji êşa xwe ku mîna pêlên deryayan difûre dibînim, tevî hev dibim, ka ji ku dest pê bikim û çi binivîsim. Li aliyekî temaşe dikim xwe mîna berxê qurbanê dibînim, ji her pîrozahîyekê re ez bûme qurban û serê min û xwîna min jê re hatiye pêşkêşkirin. Carna ji bo xwedayekî ku bi tevahî heskirin û evîn e. Ma gelo çi pêtiviya wî xwedayî heye daku jê re bibim qurban. Eger wî ez afirandime, divê tenê ez evîn û heskirinê bikim. Ez ji mirovan hesbikim, ez ji gulekê, ji çiyayekî, ji çemekî, ji darekê, ji xaka xwe, ji zimanê xwe, ji mirov û tevahiya xwezayê, ez evîndar bim. Eger ew evîn e, afrînerê wî jî divê evîn bi xwe bin. Di bin vê qurbaniyê de, ez kirim mirovekî bê mafê jiyanê, divê tenê bijîm û bi navê biratiyê koleyê kesên din bim. Jiyan li min qedexekirin, xakatalankirin, zimanê min qedexekirin, çanda min qedexe kirin. Jiyan û xweza li min qedexekirin. Dema min serî hildida jî, digotin: Bikujin … Gawir e!
Em bi navê xwedayê evînê ji hev cuda kirin. Em kirin dîn û ol. Lê li ser me, ma olek din ku navê wê netewe bû. Di nava wê netewê de jî, em perçe kirin, dîsa jî hin gawir û hin bawermend, hin neteweperwer, hin jî xayîn. Pir caran diviyabû yan tu netewî be û bawermend be, yan jî tu xayîn û welatfiroş bû. Vê carê dîsa tu dibûyî qurbanê pîrozahiya siyasetê û serê te dihat ber kêrê. Diviya bû tu bibî qurbanê siyasetmedarekî yan jî partiyeke siyasî. Di van rewşan de, mirovahî û kurdayetî li ku dima? Welat û netew li ku dima? Bersiva van pirsan rewşa gelê kurd di van deman de ye. Ji xwe biyan û xerîb, heta gihîşt ku ji mirovahiya xwe jî biyan û bi xwe ne bixwe ye.
Ez çi binivîsim û ji ku dest pê bikim. Ji tirsê, ji birçîbûnê, ji qurbaniya xwe ji her tiştên pîroz re, ji xweda û pêxemberan bigirin heta em bigihîjin axa, şêxa, serokeşîran, serokpartiyan û leşker û polîsên dagîrker.
Ez ber bi 66 salan ve diçim. Di sala 2026 an de, 66 salan tije dikim. Eger tu mîna kurdekî bijî, doza kurdayetiyê bûbe bar û êş li ser mil û pişta te, wî wextî divê em weha wan salan bijimêrin: 66x5, yanî ez ê bikevim 330 saliya xwe. Ez niha jî xwe weha hest dikim. Di rewşa niha de, doza me gihîştiye xala hebûn û tunebûnê. Di hema vî wextî de, divê mirov pir şaşiyan neyîne ziman. Ne şaşiyên dînî, ne siyasî, ne jî civakî. Belkî em vê koçberê ber bi hebûnê ve bajon û xwe ji tunebûnê rizgar bikin. Pir bîranên ku bi salan min nivîsî ne û belav nekirine, li cihê xwe veşartî dimînin. Lê di van salên dirêj de, ez gihîştime yek ramanê: Divê tiştekî qedexe û tabû nemîne. Ev jî mercê sereke yê azadî û pêşveçûnê ye! Tiştekî pîroztir ji jiyanê tune ye, ne kes, ne dîn ne jî siyaset. Jiyan bi xwezayîya xwe re pîroz e û divê mirov azad tê de bijî.
Piştî ketin û têkçûnên mezin û berî serpêhatiyên têkçûnê, min mîna şûrekî zimanê kurdî hilda û bû çek û alava min ji bo tolhildanê. Tolhildana ji dîrokê, tolhildana ji dagîrkeran, tolhildana ji her tiştên pîroz û tolhildana li hember qedexe û tabûyan.
Ji pirtûkeke ABC min dest pêkir, pirtûka gorbiheştî Osman Sebrî bû şûrê tolhildanê. Yanî berî 56 salan ez ketim vê rê. Ji welat heta bi Europa ez û zimanê kurdî, me li hember hemî sitemkarî û bêdadiyê şer kir û hîn jî em berdewam in. Ji bo min ziman hebûn bû û niha jî hebûn bi xwe ye. Zimanê min tune be, ez di her warî de tune me.
Baş e, ez niha tenê li ser xwe û zimanê kurdî binivîsim. Li ser êş û azara xwe û vî zimanî binivîsim.
Ez ê vê demê li ser bîranînên xwe, di nava êşa ziman de binivîsim û bi demê re ez ê hemî qedexe û tabûyan bin pê bikim û melevaniyê di bîranînên eş û azara xwe de bikim.
Çima ziman?
Di xelekên bê de …
