1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ezîzê Cewo
  4. “BELÊ, BI NIRXANDIN Û R’AVEKIRINA PIRSGIRÊKAN GELEK TIŞT R’ONÎ BÛYE, LÊBELÊ…”
“BELÊ, BI NIRXANDIN Û R’AVEKIRINA PIRSGIRÊKAN GELEK TIŞT R’ONÎ BÛYE, LÊBELÊ…”,belê,bi,nirxandin,û,r,avekirina,pirsgirêkan,gelek,tişt,r,onî,bûye,lêbelê

“BELÊ, BI NIRXANDIN Û R’AVEKIRINA PIRSGIRÊKAN GELEK TIŞT R’ONÎ BÛYE, LÊBELÊ…”

A+ A-

Xwendevan dibêjin:

BELÊ, BI NIRXANDIN Û R’AVEKIRINA PIRSGIRÊKAN GELEK TIŞT R’ONÎ BÛYE, LÊBELÊ…

(Li şûna paşgotina hevpeyvîna AmidaKurdê)

 

Ezîz ê Cewo

Wek ku tê zanîn, xwendevanên, hêja, sala buhurî (2019) malp’erê bi min r’a li ser mijara “Pirsgirêkên li ser r’êya avakirina yekîtîya êzdîyan” hevp’eyvînek pêk anîbû.  

Helbet. di derbarê wan bûyeran da, ên ku berî wê pêk hatibûn û bibûn sedem ji bo pêkanîna govtûgoyeke weha, hema di destpêkê da hatibûn gotin. Her weha, armanc û mabesta pêkanîna vê hevp’eyvînê jî hatibûn destnîşankirin, û piştr’a ew di pêvajoyê da gav bi gav hatibûn nûkirin û pêşxistin...  

Dema me dest bi wê hevp’eyvînê kir, mabest ew bû, ku ewê bi xelekekê pêk bê, lê dema em hinekî di pirsgirkan da k’ur bûn, pirsên nû r’û dan, û bi wan pirsan r’a wisa jî r’aman û dîtinên nû derk’etin holê... Û, lewra jî, ew govtûgoya me domya û her bi xeleka şeşan ser hev da hat... (Hemû jêderkên herşeş xelekên hevp’eyvînê di dawîya vê nivîsê da ne!).   

Ev  hevp’eyvîn wisa jî, bi daxweza xwendevanên me yên k’omarên Sovêta berê, bi zimanê r’ûsî hate weşandin, û, her çiqas çû, goveka baldarîya berbi wê berfirehtir bû. 

Wan xwendevanan, ên ku weşana vê hevp’eyvînê dişopandin, wek ku hate gotin, ji me  r’a pirs, nêr’în û dîtinên xwe dişandin. Û ev pêvajo piştî weşana hevpeyvînê jî didome,

hê jî pirs, dîtin û pêşnîyarên xwendevanan tên ber destê me...

Weha, k’omek xwendevanên me ji me r’a dnivîsîn, ku hinek vîdêo bi wan jêderkan, ên ku me di hevp’eyvînê da weşandibûn, venabin. Hinek ji van xwendevanan jî di vî krî da destê wan dibînin, ên ku delk’ û dolabên li dijî êzdîyan û êzdîtîyê didin lîstin, û dibêjin: “... Binihêrin, ewana çiqas hişyar in û çawa bi aktivî t’evdigerin!”  

Fermo, ev vîdêo, yên ku xwendevanan destnîşan kiribûn ev in:

 

Ya yekem strana “...Şerfedîn e, j'dînê me ye!”, ya ku bi vê jêderkê hatibû weşandin: https:// www.youtube.com/  watch?v=fd91whAVJlQ . Ango, wek ku xwendevan dibêjin, dertê holê, ku piştî xwendina hevp’eyvîna me hinekan ew vîdêo jê der avîtibûn û her t’enê şêwazê wê stranê yê lêpovajîkirî yê  “...Şerfedîn e, dînê meye!”  hiştibûn (jêderk ev e: https://www.youtube.com/watch?v= G2A2JjkR8Ls ), ji bo ku xwendevan r’astîyê nebînin (ew vîdêo di xeleka hevpeyvînê ya III da hatibûn weşandin–  http://www.amidakurd.org/ku/nuce/PIRSGIRÊKÊN_LI_SER_ RÊYA_ AVAKIRINA_ YEKÎTÎYA_ÊZDÎYAN_III). 

Lêbelê, me ew şêwazana li cîyekî dinê dîtin, û wan hemûyan li vira datînin, ji bo ku xwendevan bikaribin wana hemberî hev bikin û bi xwe bibînin, k’a çi guhar’tin pêk hatine, û mek’anîzma pêkanîna van karana têbigihîjin:  

1. “...Şerfedîn e, j'dînê me ye!” –https://radikal.ru/video/YB74RzaVv7M

2. “...Şerfedîn e, dînê meye!”  –https://radikal.ru/video/20v4iY8Ccm9

3. Di sêrî da dibêje; “...Şerfedîne, j'dînê mene!”, – lê paşê dibêje: “Şerfedîne, dînê me ne!” –https://radikal.ru/video/8YIE67s2zpg ...

 

Ya duyem jî, ya ku dîsa ji Youtub-ê hatibû deravîtin, vîdêop’eyama Yusuf Berhudar a “Yezidi kine?” bû – https://www. youtube.com/watch?v=qKAW02GdMEI . Ew jî di xeleka hevp’eyvînê ya V da hatibû weşandin – http://www.amidakurd.org/ku/nuce/ PIRSGIRÊKÊN_LI _SER_RÊYA_AVAKIRINA_YEKÎTÎYA_ ÊZDÎYAN_V  . Me ev vîdêop’eyam jî di heman cîyî da dît û pêşk’êşî bala xwendevanên xwe dikin. Fermo, ev jî jêderka wê ya nû ye: https://radikal.ru/video/WQn55Q8CS7Y  Bila xwendevanên hêja jinûva bi baldarî li wan binihêr’in, wan di nava govekekê da binirxînin û wat’edar bikin, lê ezê li vira gotineke kevn bînim bîra wan kesan, ên ku, ji bo ku şopa kirên wan nemînin, wan vîdêoyan derdavêjin: 

“Ya ku bi pênûsê hatye nivîsîn, bi bivir nayê birîn!”

Naha em bên ser hnek nirxandinên xwendevanan, ên ku, bi dîtina min, ji hêla têgihîştina vê pirsgirêkê ya giştî va  hêjayî baldarîyê ne.

Hinek xwendevan jî, piştî xwendina vê hevp’eyvînê, ji êşa dil, bi axîn û dilekî kovan bêhîvîya xwe tînin zimên, û, eger mirov wan dîtin û nêr’înên wan bigihîne hev, wê derê holê, ya ku tirsê dike dilê wan, ew e, kuêzdîtîya r’esen – ola gelê k’urd a kevnar, bêşop wimda dibe! Heya hinek dibêjin, ku ew êdî winda jî bûye... Û dixwazin gunehk’arên wê malwêranîyê yek bi yek nav bikin... , û wisa jî – hinek tiştên dinê yên balk’êş!  

Helbet, heya astekê mirov dikare vê metirsî û hêwarzeya r’ewanî ya xwendevanan tê bigihîje, lêbelê, eger xwendevan hestên xwe hinekî daynin hêlekê û bi serê sar hemû   gotinên me binirxînin, dê têbigihîjin, ku hemû tişt bê şop winda nebûye, ku di nava gelê k’urd da bingehên êzdîtîyê hatine p’arastin, lewra ku, wek ku xudanê vê hevp’eyvînê r’êzdar  Mahabad Felat di dawîya vê hevpeyvînê da dinivîse: “... di êzdîtîya resen de  bingehên resenîya netewî, ruh û rewanê netewî û vîna natewî yên gelê kurd veşartî ne. Ango di wê de kodên gênêtîk ên gelê kurd veşartî ne...” – Û, ji bo ku ev hemû bê têgihîştin îro li ser astên cuda ji hêla kesên cuda va lêger’în pêk tên. Hinek ji wan hewl didin, ku êzdîtîyê bi sofîtîya îslamê – êzîdîtîyê şirove bikin û vê ola gelê k’urd di nav wî şaxê îslamê da bibişêvin û winda bikin, lê  henk jî hewl didin, bi zanistî r’astîya vê ola kevnar a nebînayî r’avebikin û derxin r’onahîyê... Di vî warî da r’êzegotarên xudanê van r’êzan li holê ne, pirtûkên “Êzdîtî: divê mirov rastîya wê li ku bigere” sala 2017an ji hêla weşanên J&J va, û ya “Zerdeşt Pêxember (Rûpelên dîroka “windabûyî”...)”  ji hêla weşanên “Aryen” va hatine weşandin û vê dawîyê jî ev hevp’eyvîna pêk hatye. Di vê hevpeyvînê da em li  bersîva pirsên jimêjva gihîştî ger’yane, me hewl daye, bingehên wan derxin r’onahîyê, û bi zimanekî gelêrî yê sade me ew şirove kirine...  

Belê, bi r’astî jî ev hevp’eyvîn, a ku AmidaKurdê amade kiribû û pêk anîbû, îro bûye t’omerîya bersîvên p’ir’anîya wan pirsan, ên ku net’avetîyê didin xwendevanên me û hemû dilêş û dilsozên r’uh û r’ewan û r’amana net’ewî...  

Hinek xwendevanên me jî bi dilêşî dinivîsin, ku, r’ast e, destê hinekên derva di k’arê r’eşkirin û t’unekirina êzdîtîyê da heye, lê di nava civaka êzdîyan da jî (bi t’aybet, di nava êzdîyên Sovêta berê da), yên ku ji “ên derva” jî t’ehlûketir in, hene. Ku ewana xwe piştovan û  p’arazvanên êzdîtîyê didin xuyan, lê bi k’ar û helwesta xwe va ji mîssîonêrên (qewal) îslamê jî zêdetir mala êzdîtîyê wêran dikin... 

Mînak, yek ji wan – Sûrênê Hemîd dinivîse: “... Ev îdî 29 sal e, ez ji Ermenîstanê derbazî Ûrisêtê bûme. Li vira jî êzdîyêd me hev dipirsin, diçin şîn û şayîyêd hev. Lê sed heyf, ew nexweşîya hê li Ermenîstanê ketibû nava wan, vira jî heye. Ew nexweşîya yêhovatîyê ye! Ewêd çûne nav wê sêktayê (t’erîqet), xwe xwedênas nav dikin... Bi rastî, min jî berê bi çavekî ne qenc li wan dinihêrî, min ew xayîn û xwefiroş hesab dikirin...  Helbet, ez zanim, nava wan da yên wisa jî hene, lê ne hemû usanin. Piranîya wana ji nezanebûna dînê xwe çûne. Eger terêqên me (şêx, pîr)  ew hînkiribûna, çavê wan li ser rastîya dînê wa vekiribûna, û wana dînê xwe zanibûna, wê neçûna... Binihêrin, xelq êdî difire ser hîvê, di dêr û mizgevtên xelqê da êdî kompyptêr û întêrnêtê didin xebatê, lê terêqên me her tenê çend gotinê ereban êd quranê ezbere kirine, û xêncî wê tiştekî nabêjin... Ew xaxa jî li wan gotina tiştekî fehm nakin... Lema jî min hê berê jî fehm dikir, wekî ewêd ji êzdîtîyê diçin ser dînêd dinê, ji vê tê, ji vê nezanibûna terêqên me. Û dema min intêvyûya (hevpeyvîn) We xand çavê min ser rastîya vî halê me vebû... Rastî jî usane, gerekê meriv êzdîtîyê hîn be û emir da êzdîtîyê bike. Û bona vê, bi fehmkirina min, gerekê sêrî da şêx û pîrên me dînê me zanibin, bona wê jî gerek ji bo wan kursên hînbûna dînê êzdî vekin...” 

Bi r’astî jî, wek ku ji vê nameyê tê xuyan, di nava gelê me da yên ku pirsgirêkê tê  digihîjin, hene. Û daxwezên r’êzdar Sûrên jî r’ast in, lêbelê, bi dîtina min, ji bo ew xwestek pêk bên, divê di sêrî da ev nezanî-nexwendîtîya olî ya di nav gel da desthilatdar e, bê t’unekirin. Min berê jî gotibû, ku ol ne t’enê ya oldaran e, ew ya hemû bawermendan e, lê oldar xizmetkarên olan in... Û yên ku divê li ola xwe xwedî derk’evin jî, divê di sêrî da bawermend bin – bawermendên zaneyên ola xwe. Lewra jî, eger em dixwazin, ku ew ol winda nebe, divê ola xwe bi destê nezanan va bernedin. Ji bo wê jî,  divê gelê me bi girseyî bigihîje têgihîştina giştî ya ola xwe. Eger ev pêk bê, wê demê mirovê bikaribe li r’ê û r’êbazên guhart’ina vê r’ewşa heyî biger’e, wê demê yên ku bixwazin bi k’arê konkrêt ji ç’areserîya vê pirsgirêkê r’a bibin alîk’ar, wê bi xwe derên holê ... 

Û – bûyereke zêndî jî! 

Berî çend mehan merivek çûbû ber dilovanîya Xwedê, û ez jî çûbûm hewarîyê. Piştî nanê xêrê, camêrekî navsere nêzîkî min bû, xwe da nasîn, got ku navê wî Hesen e, Hesenê Sebrî, û got, ku dixwae, ku em xwe ji girseyê bidin alîyekî û cuda li ser hinek pirsgirêkên gelê me biaxivin. Min got, ku naha, li vira, di vê r’ewşê da nabe, ku em ji gel cuda bibin ... Em bi hev r’a qayîl bûn, ku piştî du r’ojan di bajêr da r’astî hev bên.   

Piştî du r’ojan hevdîtina me pêk hat, ewî derdê xwe bi hûrbînî anî zimên.

Bi gotina wî, lawekî birayê wî di bajarê cînar da dijî. Ku piştî mirina birê xwe ew çend salan neçûbûye wî bajarî. Û demekê jî, dema diçe wî bajarî birazîyê xwe dibîne. Birazî dibêjê, ku êdî 4-5 sal in, ku ew ji mala bavê xwe cihê bûye, û dixwaze apê wî her’e mêvanîya wî. Hesen diçe mala birazîyê xwe, dema birazîyê wî bi pîreka xwe va ji bo mêvndarîyê li xwe duxurdilin, ew bi baldarê li fotowêneyên li ser dîwarên odeya wan dinihêr’e...

– Tu dizanî, – ewî bi çavên t’uje hêsir, bi zorekê gotinên xwe anîn zimên,  – ez bi xwe li Ermenîstanê di gundekî ermenîyan da mezin bûme, li wira heya carna em bi hevalên xwe yên ermenî r’a diçûne dêrê jî. Li wira me mûm jî vêdixistin... Û wê demê me dizanibû, ku ermenî jî dicin ber ocax û zyaretên me... Em diçûn ser şîn û şayîyên hev, lê t’imê jî me dizanibûm, ku em êzdî ne, lê ew –  xaçp’arêz. Û wana jî ev yeka baş zanibûn! Me t’u carê nexastye bik’evin kirasê wan û êzdîtîya xwe p’arastye... 

Lê, di mala birazîyê xwe da, ez bala xwe didimê, hemû wêneyên zar’okên wî jî bi sembolê xrîstînîyê xemilandîne (bi wêneyên Îsa û Meyrema dya wî, xaç, êncîl!)... Helbet, tiştekî min miqabilî dînê xaçp’arêzan nîne, bila dînê wan li wan bimbarek be, yê me – li me! We qet dîtye, ku xaçp’arêz an misulman sembolên dînên dinê di malên xwe da  daynin?... Û min ji birazîyê xwe r’a hest û nêr’înên xwe û tirsa dilê xwe bi zimanekî nerm anîn zimên... Û, tu dizanî, ewî çi bersv da min? “Çi dixwazî bibêje,  – ewî got, – ew pirs li te neketye, tu karê te wê pirsê tune, ka, were, em wê pirsê dadin!” – Piştî vê ez bi dilekî kul veger’yam. Tu zanî, dilê min zêde bona çi dêşe? – Ji bona dur’ûtî û bêexlaqîya merivên mîna vî birazîyê min. Berî ku ez her’im mala wî, me li ser şînekê hev dît, ewî li ser sivra xêrê ji bo bîranîna yê r’ehmetî xeberda, û her te bidîta, ewî çawa gotinên qube û qut’am di derbarê êzdîtîyê da digot, navê zîyaret, ocax û mêr-milyak’etên me bîr tanîn! Çawa  dibe? Meriv jî ewqas dur’û û bênamûs dibe? Naha pirsa min: “Yên ku rê li pşîya ewên xalifî vedikin, ku ew herin-bibin yêhovayî, gelo evên durû û bêexlaq nînin? Gelo ewên ku çûne bûne yêhovayî (bi “alîkarîya” evên dur’û!) ji van qenctir nînin?..” – Bi r’astî jî dilê mêriv dêşe! Bi fikra min, eger evên, wek vî birazîyê min, dur’û nînbûna û r’astîya ola me di destpêkê da ji ewên xalifî r’a hatibûya şirocvekirin, ewana hemû paqijî û pîrozîya ola xwe bizanibûna, dibe ku  ew ji dînê xwe qut nebûna... 

Û pirseke dinê jî! Binihêr’in ewên dur’u, her tiştî dikin, ku evên me yên xalifî heya dawîyê ji me dûr bik’evin. Van demên dawîyê hinek jî xwe didin r’ex hev û di nav civakê da dibêjin, ku divê nehêlin, ewên çûne nava sêkta (t’erîqet) yêhovayê, bên nava şîn û şayîyên me! Gelo ev ne dijminatî ye? Ewana bi xwe her tişt kirine, ku ew ji êzdîtîyê dûr bik’evin, lê dema ew naxwazin heya dawîyê ji qewmên xwe qut bibin, dema  şîn û şayîyên wan, li wan diprsin, naha jî ew her tiştî dikin, ku wan heya dawîyê ji me dûr bixin. Çima? Çima, yên misulman, xaçparêz û ên dinê dikarin bên ser şîn û şayîyên êzdîyan, çima evana nikarin? Çima ew tayê herî zirav, ê ku di navbera me û wan da maye, wê jî qut dikin? Gelo dijmin k’îne? Gelo ev ne planeke helandin û t’unekirina êzdîyan e?–Hesen bi dilekî kul li pey hev ev pirsên xwe r’êz kirin û dema xatirxwestinê got:

 – Ya ku gerekê tu û yên mîna te baş bala xwe bidinê û serê xwe ser biêşînin jî, hema ev e! 

Demaxatirê te! 

Demeke dirêj ez di bin bandora vê hevdîtinê da bûm, dema min nameyek ji xwendevanekî me stand. Û evê nameyê, qey bibêjî, bi wat’eyî ev hevdîtin t’omar dikir.

Borîsê Elî (Barî) dinivîse: “Ez naha li Ûr’isêtê dimînim. Berê em li Ermenîstana  Sovêt diman. Hilbet, wê demê hinek problêmên me hebûn, lê hal ne weke naha bû. Xwendina min a ort’e (navîn) a p’êşekzanîyê heye. Dema xwendinê min nava k’omên lîtêratûrê da cîyê digirt. Me  şiyêrêd şayîrêd ermenî dixandin, ezber dikirin. Min şiyêrêd Parûyr Sêvak p’ir’ hizdikirin. Pey r’a hê dereng, min nivîsarêd nivîsk’arên k’urdan jî xandin.... Van paşwextîyan min întêrnêtê da berevoka şiyêrêd We ya “Karwanên bêxewîyê” jî dît (ev jî adrêsa wê ye - http://www. amidakurd.org/pel/PIRT%C3%9BK-A-KARWAN%C3%8AN-B%C3%8AXW%C3%8EY %C3%8A.pdf  ). Şiyêrêd We min xweş hatin, cuda jî, ya “Leglegê heznî” û ya “Dirozga r’ojê”... 

Erê, min çi dxwast bigota, min întêrvyûya AmidaKurdê (hevp’eyvîn)  xand, û min gelek tişt fehm kir, a ku berê nedihate heşê min jî. R’astî jî, ya ku tînin serê miletê me û dînê me, dilê mêriv dêşîne... Ev lîstikana, yên ku hinek nav me da dilîzin, malxirabîya me hema wê da ye. Gerekê em xwe hindur’va paqiş bikin, ji wan, êd ku ji navê êdîtîyê xeber didin, lê me dikin îslam, êd ku me p’erç’e dikin û dikin xurê guran... Van tiştan hinek ji nezanîya xwe dikin, hinek jî – bi zanebûn... Û, dema min sowbeta we xand, ez li cabekê diger’yam – gelo ev hemû ji k’u tê? Gerekê meriv çi bike? Min nikaribû cabekê bibînim û xetêd dawîyê yêd şiyêra We ya “Dirozga r’ojê” hatin bîra min, û min got , ku meriv dikare wek duayekê (an – nifir’ekê!) ji bo wan wê bixwîne, yên ku van tiştan tînin serê miletê me:   

Ya Xwedê, 

     dîsa yeke xêr bikî,

        me j‘xax û bendên 

            giran xweybikî!.. 

Lê gunehê evên 

   ev yek hinartî

      bi mêzîna lêp 

          t’ucar nepîvî,

             lewra ku lêpî 

                û mêzîna lêp

                   t’u hevdu nakin… 

Di jîyanê da 

     lêpî û r’astî 

         cotgaên nîr in, 

             ew t’im cot diçin…

…Ya Xwedê, 

      qe na, 

           di jîyanê da

                tu ji kirên lêp 

                        hinekî dûr bî!... 

 

Min careke dine jî ev helbest xwend, min fehmkir, ku, çiqas jî ew ji bo pirseke dine hatye nivîsar, lê heya derceekê ji bo vî halê me jî wek duayekê dikare bê xwendin… Lê usa jî min t’exmîn kir, ku t’enê bi du’a an nifir’an nabe, ku gotineke dinê jî li vir lazim e… Û min ew bîra xwe da, nava şiyêrêd min  xwendî da dîtin. Ew  şiyêra şayîrê ermenî-sovêtî Parûyr Sêvak a «Նորօրյա աղոթք» e (“Du’a r’oja t’eze”). Vê şiyêrê da cîyek heye, ku meriv dikaribû ew jî li vira wek gazîyekê (bang) bixanda, wek şkyatekî li hember wan, ên ku vê malk’ambaxîyê tîênin serê dînê me, lê min nikaribû wê t’ercume bikim, ez wê bi ermenî ji We r’a dişînim, eger hûn bikaribin wê bikin k’urdî, wê gelekî baş be …”  

Min jî, ew parçeyê ji helbesta Parûyr Sêvak wergerand k’urdî. Weha, çi derket hole:

 

…Hûn p’ifî hemû mûmên wan bikin, 

Find û ç’irayên wan vêsînin hûn, 

Hemû şemdanên wan vemirînin,

Ku … r’onahî bê! 

Li t’u bergehan qurbana wan jî

Hûn qebûl nekin,   

Ku ne ya wan e, lê hatye dizîn.

Wê qurbanê jî, ya-k wan soz daye, 

R’ed bikin yekser,

Ku… bawerî bi xwe jî nebe qurbanî –

Bawerîya paqij û nebînayî,

Ya durust-ne vir’! 

 

………………………………….

…Û guhên xwe jî hişkem bigirin

L’ber dirozga wan, a-k dişûlike – 

Li hember ewan dua-dirozgan, 

Ên ku ew wisa bi hesab pey hev dixulxulînin,

Bi wê ewana xwe naxapînin,

Lê we –  

We dixapînin!

 

(Ji helbesta “Dirozgeya r’oja nû” a Parûyr Sêvak – 

wergera ji ermenî – ya Korda Mad)…

 

Bi r’astî, çi gunehê xwe veşêrim, di destpêkê da ez bi dudilî nêzîkî weşandina van p’arçeyên helbestan dibûm, lê paşê, dema min dubare ew di nav govaka têgihîştina xwe ya vê r’ewşa heyî da xwendin, ez bi bawer bûm, ku Barîyê r’êzdar bi dil ji bo vê pirsgirêkê diêşe û bersîvekê ger’yaye û xwestye helwest û dîtinên xwe bi van gotinên helbestkî bîne zimên… Û lewra jî min got, ku mafê min nine, ez wan gotinan daneynim, ên ku xudanê nameyê bi xwe dixwaze dayne – “... wek şkyatekî li hember wan, ên ku vê malkambaxîyê tînin serê dînê me!

– Çir’a jî na? Ma ne, ev helwesta xwendevanekî ye, ya ku divê bi baldarî bê bihîştin!

Wekî dinê, bi dîtina min, mirov dikare li vir bibêje, ku ev hemû nîşana wê yekê ne, ku hevp’eyvînê dikaribûye xwe bigihîne hest û hizirên r’wanî yên hinek xwendevanan, ku ji vir û pêva jî xwendevanên hêja dê li ser vê hevp’eyvînê nêr’în û r’amanên xwe p’arvebikin û p’ev biguhêr’in, govtûgo bikin, lê, dibe ku êdî ewê êdî di nava govekek dine da pêk bê…

 

***

Ji bo wan, ên ku piştî vê jî bixwazin vê hevp’eyvînê bixwînin, an dubare lê veger’in, hemû jêderên herşeş xelekên wê li vira ne:

 

 

 

 

 

  

 

 

http://www.amidakurd.org/ku/nuce/PIRSGIRÊKÊN_LI_SER_RÊYA_AVAKIRINA_YEKÎTÎYA_ÊZDÎYA_I

http://www.amidakurd.org/ku/nuce/PIRSGIRÊKÊN_LI_SER_R_ÊYA_AVAKIRINA_YEKÎTÎYA_ÊZDÎYAN_II

http://www.amidakurd.org/ku/nuce/PIRSGIRÊKÊN_LI_SER_RÊYA_AVAKIRINA_YEKÎTÎYA_ÊZDÎYAN_III

http://www.amidakurd.org/ku/nuce/PIRSGIRÊKÊN_LI_SER_RÊYA_AVAKIRINA_YEKÎTÎYA_ÊZDÎYAN_IV

http://www.amidakurd.org/ku/nuce/PIRSGIRÊKÊN_LI_SER_RÊYA_AVAKIRINA_YEKÎTÎYA_ÊZDÎYAN_V

http://www.amidakurd.org/ku/nuce/PIRSGIRÊKÊN_LI_SER_RÊYA_AVAKIRINA_YEKÎTÎYA_ÊZDÎYAN_VI

 

28. 02. 2020