DEMA MIROV LI SER PIRSGIRÊKÊN ZIMANÊ K’URDÎ BI SÎSTÊMÎ R’ADIWESTE, HEMÛ BINGEH Û SERSEDEMÊN WAN DERTÊN BER Ç’AVAN…
DEMA MIROV LI SER PIRSGIRÊKÊN ZIMANÊ K’URDÎ BI SÎSTÊMÎ R’ADIWESTE, HEMÛ BINGEH Û SERSEDEMÊN WAN DERTÊN BER Ç’AVAN…
I
TÊBÎNÎYÊN GIŞTÎ
Ev zêdetirî 25 salan e, ez hewl didim pirsgirêkên r’êzimanî yên zimanê kurdî mak bikim û bidim zanîn, min ew bi zanistî nirxandine, di nava govekên cuda da analîz kirine û r’yên ç’areseîya wan destnîşan kirine. Û ev hemû ne ku t’enê di çarç’oveya teng a pirtûk û gotarên xwe da, lê bi beşdarîya aktiv a xwendevanan: bi govtûgo û gengeşêyên bi wan ra, p’ir’ê caran jî, di medya civakê da. Ango, ev pêvajoyeke zêndî bûye.
Û li ser vê rêyê, ji hêla min va di derbarê pirsên zimanzanîyê, sazûmanîya awazî ya zimanê k’urdî, pirsgirêkên alfabêyê û r’êzimanê da gotarên cuda hatine nivîsîn û weşandin. Ew ji destnîşan û danasîna pirsgirêkan destpê bûye, peyr’a gotarên zanistî-r’êzimanî hatine weşandin, bersîvên pirsên xwendevanan hatine dayîn, li ser wana nirxandin hatine kirin, paşê gotarên r’exneyî hatine (gengeşî û r’exneyên zanistî). Û piştî vê pêvajoyê îro êdî bingehek amade ye, ku mirov bikaribe wan hemû pirsgirêkan mak bike, bi zanistî binirxîne û bersîvan ji bo wan bibîne...
Û, lewra jî, ji bo destpêka vê pêvajoyê min ji hemû weşanan sê gotar[1] cuda kirin, ên ku bingeha pirsgirêkên zimanê k’urdî bi giştî derdixin ber ç’avan. Û li vira mabest ew bûye, ku wan hemûyan ji nûvaa di bîra xwendevanên hêja da hişyar bikim, berê wan bi sîstêmî bidim bingeh û sersedemên pirsgirêkan û hema bi wan r’a jî, berê xwe bidim r’ê û r’êbazên ç’areserîya wan..
Û, dema êdî encamên nirxandinên pirsên zimanzanîyê û pirsgirêkên r’êzimana k’urdî, yên ku di wan gotaran da pêk hatine li holê ne, naha jî em dikarin bi hev r’a bi sîstêmî pirsgirêkên beşên cuda yên r’êzimana k’urdî binirxînin, bingeh û sersedemên p’eydabûna wan bibînin û r’êyên bert’erefkirina wan destnîşan bikin.
Li vira, berî ku derbazî mijara sereke bibim, divê wek têbînîyekê bibêjim, ku her çiqas wisa pêk hatye, ku di derbarê pirsgirêkên zimên da bi giştî di wan sê gotarên navborî da hatye t’omarkirin, lê di van bîstûpênc salên dawîyê da bi dehan gotarên min, nirxandinên zanistî yên r’exneyî, govtûgo û gengeşêyên li ser pirsgirêkên r’êzimana k’urdî û berhemeke zanistî[2] (p’irtûkek) hatine weşandin, û di derbarê makkirinên pirsgirêkan, encamên r’avekirin û analîzên wan da dê di beşên vê gotarê yên di r’êzê da bê axavtin û bi r’êya wan t’erefên tarî yên pirsgirêkan bên r’onîkirin .
Wek ku tê zanîn, ziman, wek sazûmanîyekê (sîstêmekê) tê makkirin, a ku bi xwe xwe t’undurust, r’êkûpêk û t’ekûz dike. Wisa jî tê zanîn, ku sazîyên zanistî (înstîtût) her piştî pêkhatina guhar’tinan dikarin (postfaktûm) wana bibînin û bi zanistî-r’êzimanî mak bikin û navekî ji bo wan bibînin.
Dema mirov ji vê hêlê va li r’ewşa îroyîn a axavtin, xwendin û nivîsîna bi zimanê k’urdî dinihêr’e, bêyî r’ayê wî pirsek r’û dide: “Ma, ev qanûnana di zimanê k’urdî da nikarin pêkan bin?”
Ya sereke, divê bê zanîn, pirsa bik’aranîna alfabêyekê ji bo zimanekî ewqasî jî bi sazûmanîya awazî ya zimên bi xwe va girêdayî nîne. Di vê pirsê da pêkera (faktor) sûbyêktîv jî r’ola xwe dilîze. Pirs di wê da ye, k’a gelo yê/ya alfabêyekê ji bo zimanekî amade kirye, zanîn û zanebûnên wî di warê zimanzanîyê û r’êzimanê da çiqasî hene, û, eger hene, li ser çi astê ne ew... Lewra jî piştî wê, dema ew alfabê tê bik’aranîn, bi demê r’a kurtî û kêmasî û nivîşkanîyên wê ji hêla xwendevanan va tên r’açavkirin, ji bo wê r’ewşê di civaka pisporan da govtûgo û gengeşî pêk tên, û di enncamê da di wê alfabêyê da guhar’tin (r’êform) tên pêkanîn... Û p’ir’anîya alfabêyên cîhanê r’êyeke weha derbaz bûne!
Lê, dîsa, di vê pirsê da jî ya me – k’urdan ne wek a hemûyan e...
Û, dema mirov gotinên zimanê k’urdî, wek evên li jêrê dixwîne an dibihê, ew jî ne di k’ûçe û kolanên bajarekî an jî di nava k’omek a zar’okên gundekî da, û, heya ne t’enê di medya civakî da jî, lê di r’ûpelên weşanên k’urdî da, bi r’adîo û têlêvîzîonê, dixwaze bike hewar û gazî. Hemma tuyê ji k’ê r’a çi bibêjî, ji k’ê bipirsî, destê k’ê bigitî û k’ê r’awestînî? Û dengê te jî, dê wek qêr’îna di xîzgehek a (qûmistanek a) xike-xalî da mîna werzebayekî belavbibe, û negihîje guhê hîç kesekî...
Fermo, van gotinan bi baldarî bixwînin û bi xwe xwedî helwest û gotin bin: “dayîkekî dilovan”, “keçekî xweşik”, “Jiyana herî watedar,… ”, “Keça herî xweşik tu yî”, “Rûreşîya herî mezin…”, “Birîna herî kûr, birîna herî bi êş…”, “Perestgeha herî kevnar a cîhanê”, “Bêrîvana me yî dilovan...”, “Nivîsa min a vî hevtî”, “Gotinên stranekî min!”, “stranekî evîndarên Serhedê bilîlîne…”, “Ev tê wî wateyî”, “ Çemê Çetelê çemeke sar e…”, “Zimano.! Tu xas û Mêrxase Tu bi nîşan û nase Dujmina ditirsîne...!”, “ Sura Qelenîyê surekî sar e…”,“Ez gul im, gulekî sipî me...”, “Her alîyek pozîsîonekî xwe heye!” “Ew nakokî gihîşte asta herî jor!” “Rewşekî wisa heye”, “Hevdîtinekî rastersat…”, “Merheleyekî nû destpêbû…”, “Projeyekî global hebû, çarçoveyekî mezin hebû! ”, “Rolekî mezin list!”, “Helwesta xweyî ku amade ye, bikeve nava şer…”, “Ew rêxistinekî navnetewîye”,“Ev meseleyekî cuda ye”, “Pêşbirina vî xiyalî…”, “Almanîya yê herî mezin…”, “tu kuda diçe”, “tu nexweş e”, “…lê disa ji tê herdem di dile me da jiyan bike ..”, “hinek karûbar têkirin”, “ bê meşand in”, “dibîn in”, “diguherîn in”, “xwendina edebiyata zimanê kurdî”, “qomûnîst”, “Nîqaragûa”, “qûrs”, “Nîqolay Gogol”, “Zimanzanên herî aqademîk pîrên li gundan in”, “qomîte”, “Emerîqa”, “Enqere”, “Elbom”, “Erşîv”, “Qûba”, “mîqrob”, “ IIan”, “ayîna îslam”, “rojperest hêj beriya Îslam jî hebûn”, “weke tê zanîn”, “wekî tê zanîn”, “Tolhildana herî mezin li hember neyarê Kurd, parastina ziman e”, “e ku weke kurdnasekî navdar tê zanîn”, “salên dawî”, “netewê kurd”, “Wekî din”, “ax û ava Kurdistan”, “tevgera jin”, “ax û kovana welat”, “av dikşandî pê zincîrê”, “g’ulam”, “g’ezal”, “Xewn û xiyalê min bi kurdî ye”, “Herêma jin koj Anku herêma civak kuj Herêma azadî kuj Herêma dîmokratîk kuj”, “Hejmara kurdên Xorasan 2 mîlyon kese. Bi kurdîya kurmancî deng dikin. Xorasan dikeve Bakûrê Rojhilatê Îran. Kurdên Xorasanê Ziman û Keltûra xwe Parastiye”...
Û ev jî ne hemû ye!
Lê li vira ya sereke ew e, ku li pişt her şaşîyekê va mirovekî konkrêt, sazî û weşaneke konkrêt heye. Ev p’arç’eyekî dîmenê zimanî yê gelê me yê îroyîn e, wek net’ewekê. Ev p’arç’eyekî dîmenê trajêdîya dîrokî ya net’ewa k’urd e. Mirov bi vê dikare r’ewşa gelê me ya îroyîn mak bike: dîmenê wî yê r’ewanî û derûnî (r’uhî û p’sîkolojî) binitirîne – yê gelê bindest û bê maf, ê ku xaka wî hatye dager û p’arç’ekirin, û li ser her p’arç’eyekî r’êjîmên dagerker, her yek bi şêwazekî, mafên vî gelê kevnar binp’ê dike, wî dizêrîne, li hember wî siyaseta qedexeyê, ya bişavtinê, t’unekirinê û têr’orê dimeşîne – têr’ora dewletê!...
Belê, ev hemû encama vê r’ewşa gelê me a ç’arenûsî ye... Lê, gelo, mafê r’ewşenbîrên k’urd heye, xwe li pişt vê r’ewşê va veşêrin û ç’avê xwe li ber vê r’ewşa malwêran a zimanê dê bigirin? Helbet, li vira gotina min ne di derbarê wan da ye, yên ku evê r’ewşa zimanê me tê nagihîjin, ji ber ku bi xwe piştî zimanekî bîyanî zimanê dê fêr bûne!
Belê, îro r’ewşeke weha ya bi nak’ok û t’evlihev li holê ye! Û ji bo ku ew bê têgihîştin û serer’astkirin, pêdivî bi r’avekirineke zanistî û heşmendî heye!
Û, ji ber ku hemû pirsgirêkên zimanê me sîstêmî ne, lewra jî em divê di sêrî da wan hemûyan bi sîstêmî mak bikin, paşê bi zanistî binirxînin û analîz bikin û bingeh û sedemên p’eydabûna wan derxin r’onahîyê.
Lewra jî, ji bo ku ev r’ewşa bê têgihîştin, bingeh û sersedemên wan pirsgirêkan derên r’onahîyê û bên zanebûn, divê hemû pirsgirêkên zimanê k’urdî bi sîstêmî bên nirxandin, ji hemû hêlan va bi zanistî-r’êzimanî bên analîzkirin û bersîvên wan bên dîtin.
Li ser vê r’êyê di r’êza yekem da pirsgirêkên alfabêya k’urdî sekinîne, û ezê hema di weşana me ya di r’êzê da li ser wan jî r’awestim. Û piştî vê jî dê şaşîyên r’êzimanî, pirsgirêkên r’astnivîsîn û r’astaxavtinê, yên nivîsîn û xwendin navên bîyanî di k’urdî da û yên dinê bên nirxandin û r’avekirin. Û li vira her mabest û armancek heye: em çawa divê bi zimanê k’urdî r’ast biaxivin û binivîsin û bi wê jî hema r’esenî û dewlemendîya zimanê dê bip’arêzin.
Lê hûn, xwendevanên hêja careke dine li wan mînakên jorê veger’in, wana bi baldarî bixwînin, û nêr’înên xwe ji min r’a binivîsin (navnîşan ev e: [email protected] ). Bi vî awahî hûnê beşdarî pêvajoya ç’areserkirina pirsgirêkên axavtin, nivîsîn û xwendina bi zimanê dê bibin, û k’eda we jî dê di vî warî da hêz û bawerîyê bide min û hêvîyên min mezintir bike, ku em – k’urd dê bi k’urdî r’ast û paqij biaxivin, binivîsin û bixwînin..
Vê qasê ewqas!
Heya weşaneke dinê!
Slav û r’êz!
25.04. 2023. Pyatîgorsk/R’ûsîya
[1] “Hinek r´aman û nêr´în li ser p´ergala zimanê k´urdî, û zimanzanîyê” – http://www.pen-kurd.org/kurdi/ezize-cawo/ hinek-nerin-u-raman-li-ser-pergala-zimane-kurdi-u-zimanzaniye.html û https://www. academia.edu/100024642/HINEK_R_AMAN_ Û_NÊR_ÎN_LI_SER_P_ERGALA_ ZIMANÊ_K_URDÎ_Û_ZIMANZANÎYÊ ; “Ziman: bingeh û eyneya wljeyê” – http:// www.pen-kurd.org/kurdi/ezize-ca wo/ziman-bingeh-u-eyna-wejeye.html û https://www. amidakurd.net/ ku/tekst/ZIMAN_BINGEH_Û_EYNA_WÊJEYÊ û “Pêdivîya me bi r’astaxavtin, r’astnivîsîn û r’astxwendinê heye” – https://www.amidakurd. net/ku/tekst/ PÊDIVÎYA_ME_BI_R_ ASTAXAVTIN _R_ASTNIVÎSÎN_Û_R_ASTXWEDINÊ_HEYE
[2] А. Д. Мамоян, Грамматические категории существительного и основы индоевропейского праязыка вкурдском. – Издательство Санкт-Петербургского университета, 2007 г. // A. D. Mamoyan, T’aybetmendîyên r’êzimanî yên navdêr û bingehên destpêkî yên mak-zimanê hindewropî di k’urdî da.–Weşangeha Zanîngeha S.-Pêtêrbûrgê, s. 2007. – Pdf-a pirtûkê li vira ye: https://www. academia.edu/38273718/ГРАММАТИЧЕСКИЕ_ КАТЕГОРИИ_СУЩЕСТВИТЕЛЬНОГО_И_ОСНОВЫ_ИНДОЕВРОПЕЙСКОГО_ПРАЯЗЫКА_В_КУРДСКУОМ_pdf