Dewletên kurdî bixwe û pirojeyên navnetewî û rola Tevgera Azadiya Kurdistanê
Selîm Biçûk
Pirojeya guherîna Rojhilata Navîn ya giosiyasî du alavên sereke bikartîne ku her du jî di bin regezperestiyeke kujer de bi cih din; regezperestiya dînî û regezperestiya netewî. Di hema demê de, van her du regezperstiyan hêdî hêdî dike yek û ya dînî bi pêş ve dibe. Regezperestên netewî li hember yên dînî têk diçin û pê re dibin yek.
Di sed salên derbasbûyî de, em dizanin ku dewletên rojavayî dewletên netewî li ser bingeha netew û bîr û baweriyên dînî yên li herêmê hebûn bi zorê dan avakirin. Dewleta Tirkiya di serî de, li ser hebûna gelê kurd û netew û baweriyên din dan avakirin. Dewletên Sûrî, Îrak û gelek dewletên wek wan bi hema awayî hatin avakirin. Gelên di bin desthilatdariya van dewletan de di qirikirinên fizîkî, kulturî û olî re derbas kirin. Di hema wextî de, tevgerên dînî yên ku li dijî wan dewletan dan avakirin mîna tevgera ixwan almuslimîn li Misrê ku li dijî neteweya erebî bû. Serokê vê tevgerê Hesen Albena bû ku bi koka xwe cihû bû û rasterast piştgiriya xwe ji Birîtaniya digirt. Pişt re ev tevger li welatên ereban belav bû. Tevgera ixwan almuslimî bi xwe bû mak û bingeha hemî tevgerên islamî sunî yên tundrew li herêmê. Tevgera islama Şîî ya tundrew bi avakirina komara islamî li Îranê belav bû. Xumênî bi xwe ku serkêşiya wê dikir li Firansa dima û bi piştgiriya dewletên rojavayî ew komar ava kir. Di van liv û tevgeran de, dijminên bi sûd yanî diminekî ku mirov qezencê jê bike hat avakirin û di vê demê de baş tê bikaranîn. Eger em li xwediyên hizrên netewî di wê demê de temaşe bikin em ê bibînin ku ji hema cihî derketine. Mustefa kemal li Tirkiyê. Xwediyên hizrên netewî li nav ereban bi piraniya xwe jî ne ereb bûn xiristiyan bûn, pişt re elewî bûn li Sûrî. Avakirina du hizrên li dij hev û ji yek cihî helbet e dibe cihê pirseke mezin. Ev pirs niha hêdî hêdî zelal dibe. Avakirina Rojhilata navîn ya nû bi têkbirina dewletên netewî û olî yên navendî û dagîrker dest pêdike. Vê destpêkê bi biharên erebî gav avêt. Di rastiyê de, ev bihar zivistanên bi seqem û dijawr bûn, lê ji miletên bindest û dagîrkirî re bû hêviyeke biharê. Daxwaza hêzên navnetewî ew e ku ji van dewletên dagîrker dewletên cuda yên bixwe ava bike. Wek ku di gotara pêşî de me anî ziman şûrê perçebûnê û ji nû ve avakirinê islama siyasî tundrew bi xwe ye. Ev islam hêzên netewperest têk dibe û bi xwe re dike yek. Li Sûriyê hêzên netewperest bi tevahî bi hekûmeta Colanî re bûne yek û dest bi qirkirinên olî û netewî dikin. Berî Colanî ne pêkan bû ku elewî û durzî serxwebûna xwe ji sûrî bixwazin, lê niha jî ne mumkin e ku bi vê hekûmetê re bijîn. Li Rojhilat û Bakurê Sûriyê ku hemî pêkhate bi hev re dijîn û dewleteke bixwe lê bê naskirina navnetewî avakirine. Bi hewildanên mezin hekûmeta Colanî û tirkiya dixwazin wê bihevre jiyanê têk bibin û wan pêkhateyan li dij hev bikar bînin. Wek em dizanin Tirkiya dibe şûrekî ixwan almuslimî û dibe alava birîna sînoran. Ev bi xwe sedem bû ku hewqas sal AKP li ser kar e û wê Tirkiya anî vê radeya niha. Piştî lawazkirina rola Îranê ku her dem dixwest Israel tune bike niha jî Tirkiya ew rol sitand. Ev rol jî dibe sedema tunekirina Tirkiyê. Li aliyê din ragihandina erebî bi tevahî bê awarte aliyê Colanî û tirkiyê digire. Bi awayekî vekirî yekîtiya neteweperest bi islama tundrew re dibe yek. Di vê derbarê de piraniya xelkên misilman vî alî digirin yan jî bêdeng dimînin.
Çima Israel? Têkiliya wan û Tirkiyê bi ku ve diçe?
Tevî ku guherîna Rojhilata Navîn li ser bingehên aborî û tevnên rêyên bazirganî, bi taybetî sûtemeniyê çêdibe, lê li paşxaneya wê guherînê deqên pîroz yên dînî cih digirin û di van deqan de dewletên rojavayî bi tevahî pabend in. Ji bo wan dewletan asayîş û hêminiya Israel cihê sereke ye. Mîna Amerîka, Europa û Rusiya. Bi awayekî ji awayan ev şer û pevçûn dibin dînî û dibin hebûn yan tunebûna hin aliyan. Yanî dema em dibêjin Tirkiya rola Îranê girt destê xwe hebûna Tirkiyê dibe tunebûna Israel. Şer û nakokiya Tirkiyê û Israel dibe şerê hebûn û tunebûnê. Em baş dizanin şerê Tirkiyê û kurdan jî şerê hebûn û tunebûnê ye. Li ser vî bingehî em bi xwe cihekî taybet di van nakokiyan de digirin. Her alî dixwaze me li aliyê xwe bibîne. Gelo Tirkiya dê me li ser tunebûna xwe bipejirîne û mafê me nas bike? Israel dixwze em wek dewlet hebin da ku bi xwezayî asayîşa wan biparêzin û rêyên aboriyê jî biparêzin. Helbet e em li ser vê xakê navenda rêyên aboriyê ne û ev rê ji dilê Kurdistanê derdikevin. Bê guman Tevgera Azadiya Kurdistanê di van 50 salî de, hêzek rêxistinkirî û serhildêr avakir. Hêza herî çalak li vê herêmê kurd bi xwe ne û bê wan ti guherîn nikare bikeve rê.
Li vir du pirsgirêk li pêşiya Tevgera Azadiya Kurdistanê hebûn, pirsgirêka Navxweyî û pirgirêkek bîrdozî (Ideologie). Ji ber ku Tevgera Azadiya Kurdistan haya wê ji van guherînan hebû û xwe bi wî awayî amade kiribû, her du aliyê pirsgirêkan karîbû çareser bikin. Di vê derbarê de birêz Abdulah Öcalan bi pêşxistina Netewa Demokrat rêyên têkiliyê bi hêzên navnetewî re vekir. Her weha rê li pêş yekkirina kurdan bi hemî tevger û beşên xwe vekir. Li aliyê bîrdozî de dest ji soziyalizma berê berda, awayekî soziyalîsma civakî girt ku vekirî be ji têkiliyên navnetewî re. Em dizanin awayên sozial demokrat li hemî dewletên mezin hene. Lê li vir awayekî cuda ji sozialismê girt, sozial demokrata civakî ku bervajî sozial demokratê dimeşe, ji jêr ber bi jor ve, ji komînên civakî, olî, netewî, pîşeyî xwe organîze dike û nûneriyên wê li jor hene, bi awayekî ji awayan her beşê civakê dikare bibe xwedî deng û desthilatê, xwedî hêz be. Awayê aboriyê Eklogie be. Jin rola xwe di her awayê jiyanê de bi azadî bilîze. Parastin ji hemî beşên civakê be. Hemî pêkhateyên netewî û olî bi mafên xwe û berpirsiyariya xwe xwedî rol bin. Ji aliyê navxweyî divê yekrêziya kurdan hebe. Bi vî awayî rê li pêşiya regezperestiyê tê girt û nakokiyên navxweyî kêm kirin.
Li ser van bingehan têkiliya gelê kurd bi hêzên navnetewî re xurt bû, her weha bi hêzên xwecihî re jî pêşketinên mezin ava bûn. Ev dikare rê li pêşiya dewletên kurdî veke. Bi baweriya min ev dewlet dikarin bi du awayan wek destpêk ava bibin. Awayê yekem deswletên serbixwe û mînaka herî nêzîk wê ji Başûrê Kurditanê dest pê bike û dibe ku ji Rojayê Kurdistanê jî di wê rewşê re derbas bibe eger pergalên li wir mafên kurdan nepejirînin. Bi qasî xuya dike Colanî bi yek rolê hatiye desthilatdariya Şamê, ew jî perçekirina Sûrî ye. Lê Tirkî rê li ber wî digire ku li Sûrî perçebûn çêbibe. Ev rewş dê girêdayî rola Tirkiyê û hêzên navnetewî be. Li hin cihan dê federalî yan konferalî bibe çareseriya pirsa kurdî. Hin cih hene ku kurd ji zû ve kuçberî wan bûne û ne di nav sînorên Kurdistanê de ne. Mînaka berbiçav kurdên li Hemayê û li ser berava Sûrî û kurdên Şamê ku hejmara wan digîje nêzî 4 milionan. Piraniya van kurdan zimanê xwe wenda kirine û bi erebî diaxivin, lê hîn xwe kurd nas dikin û bi doza kurdî re girêdayî ne. Li van deveran jî çareseriya pirsgirêkan li gora pergala neteweya demokrat dikare çêbibe. Bê guman cihên wesa li Tirkiyê û Îranê û Îrakê jî hene.
Di dema niha de, hêzên navnetewî rê nadin Kurdistaneke yekgirtî û navendî. Ev perçeyên federal, serbixwe û nenavendî dikarin di çarçoveya federasioneke kurdî de cih bigirin.
